Suat Şengal: Ferman Berdewame!

Şervana YJŞ’ê Suat Şengal di derbarê fermana 3’ê Tebaxê de got: “Mirovekî hêza xwe ji xwe ava neke, nikare xwe bi parezê. Beriya fermanê eger me rêxistînbûna xwe bi hêza xwe ava kiriba, me jî jenosîdekî bi vî rengî jiyan nedikir. Îro em serbilindin, ji ber me hêza xwe ya YBŞ’ê û YJŞ’ê ava kir. Gerîlayên PKK’ê me parastin û bûn dilopek av li ser lêvên zarokên me. Ferman hîna bi awayên cuda berdewamin. Gelê me pêwiste ji berê bi dehan qat xwe hêztir bike û axa xwe biparêzin.”

3’ê Tebaxa 2014’an de, dîrokekî nayê ji bîr kirin heye. Li ser gelê Êzidî, ji aliyê Çeteyên DAIŞ’ê ve komkujiyek hovane pêk hat. Li ber çavê cîhanê, bi hezaran jinên Êzidî di sûkan de hatin firotin, qêrîna dayikan ezman qelişand, zarok ji dêvla şîrê pêsîrê dayika xwe ji axa zûha xwîn mijand. Qubên pîroz di bin lingên olên sexte ya Îslamiya DAIŞ’ê de perçiqî. Germahiya tavê mirov di beicand, dilopek av bûbû navê jiyanê. Yên ku navê xwe kiribûn ‘Zarokên Rojê’, ye ku navê van hevalên Derweşê Evdî ketin ser rêka axa pîroz û bûn dilopek av di ser lêvên zarokan de. Şervana YJŞ’ê Suat Şengal ew rojên tarîtî û derketina ronahiyê ji ajansa me Rojnews re parve kir. Suat Şengal beriya nirxandina xwe şehîdên komkukiyê bi bîr anî û nirxandina xwe bi van gotinan despê kir.

‘Em bejna xwe li ber cangoriyên axa pîroz de ditewînin’

“Em nêzî salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an dibin. Li ser fermanê re 9 sal derbas bû. Di vê fermanê de yên ku bi canbexşane şer kirin, ji bo xelkê Êzidî canê xwe kirin mertal û şehîd ketin, em van berxwedêran, fedayiyan bi bîr tînîn û bejna xwe li ber wan ditewînin. Rastî jî kedekî pir mezin li ber xelkê Êzidî de dan em tû caran vê kedê ji bîr nakin.

Wek tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi armanca dagirkirina Şengalê, êrîşî Şengalê kirin. Yên ku digot ‘di her şert û mercan de ezê gelê Êzidî bi parezim’ PDK bû, lê di 3’ê Tebaxê de bê ku pişt xwe mêze bike, amêrên xwe yên leşkerî jî li pişt xwe hişt û bi deh hezaran leşkerê xwe ve terka Şengalê kir. Xelkê Êzidî tenê hişt û ber çavê herkesî xelkê Êzidî, bi hovîtiya DAIŞ’ê re rû bi rû hişt. Di vê pêvajoyê de kesekî ku hewara Êzidiya hat nîn bû, herkes çavê xwe ji hatina DAIŞ’ê re girt.”

‘Em serbilindin, me hêza xwe ji xwe ava kir’

Suat Şengal destnîşan kir ku ji beriya fermanê û piştî fermanê Şengal ne hemane û wiha axivî: “Beriya DAIŞ bikeve Şengalê hêzên Pêşmerge li vê derê cihê xwe digirtin. Her digotin ‘emê we bi parêzin, emê we bi parêzin, xelkê Şengalê em li vê derêne’. Lê di encamê de reviyan çûn, me Pêşmerge li derdora xwe ne dît. Mirovekî hêza xwe ji xwe ava neke, nikare xwe bi parezê, pêwîste mirov tû cara pişta xwe bi yekî din ve germ neke. Ew îro heye sibe nîne. Beriya fermanê eger me rêxistînbûna xwe bi hêza xwe ava kiriba, me jî jenosîdekî bi vî rengî jiyan nedikir. Îro em serbilindin, ji ber me hêza xwe ya YBŞ’ê û YJŞ’ê ava kir.

Di navbera beriya fermanê û piştî fermanê de cûdahiyên pir mezin hene. Berê Şengal bindest bû, çavê wê hertim derve bû, hertim li bendê bu ku yekê din were û wê bi parêze. Lê niha me hêza xwe ji xwe ava kir, çavê me ne li derve ye.  Me rêxistinbûna xwe bi xwe ava kir. Paradîgmaya Rêber APO rê li ber me vekir. Mirov tenê bi hêza xwe ya cewherî ve dikare xwe bi parêze.  Piştî fermanê, gelê Êzidî xwe bi vî awayî pêşxist, zanebûna xwe kûr kir û parastina xwe pêş xist. Pêşketinên bi vî rengî ji bo me pir giringin. Eger beriya fermanê me fikir û ramanên Serokatî nas kiriba, me Serokatî xwendiba wê demê ew jenosîd ne dihat serê me. Gelên bê rêxistinkirî nikare li ber êrîşan bisekinin. Gelê Êzidî pir ferman dît, êşên jenosîdê pir jiyan kir, em tû cara van fermanan ji bîr nakin. Baweriya Êzidatî gelek kevnarê, tû cara nayê wendakirin.”

‘Bûn dilopek av di lêvên zarokan de’

Şervana YJŞ’ê Suat Şengal, di berdewamiya axaftina xwe de qala rolê gerîlayên HPG’ê û YJA STAR’ê kir û axaftina xwe wiha domand: “Gelê me yê Êzidî divê ji bîr neke ku em heta vê gavê jî, di fermana re derbas dibin. Gerîlayên PKK’ê me parastin, li vê derê şerkirin, niha cihê em lê ne bi sedan leheng şerkirin û li berxwedan, ev der hîn jî wek xwe ye. Wekî kolana berxwedanê, di dilê Şengaliyan de cihê xwe digre. Yên ku di tîbûnê de dilopek av dan zorokên me ew bûn, dilê wan yê mirovahiyê ji bo me şewitî û gel me man. Yên reviyan tû mafên van nîne ku carekî din vegerin ser vê xakê. Tû mafê PDK’ê îro li ser axa Şengalê nîne. Eger Pêşmerge nereviya ban îro jinên me, di sûkan de ne dihatin firotin û ne jî di destê DAIŞ’ê de bûn, gorên komî çenedibûn, ji ber ku Pêşmergê baz dan, yê ku li Şengalê de şer bike nema. Hêzên gerîla gihişt hewara me û bi DAIŞ’ê re şerkirin. Gerîla ji serê çiya daketin deşta Şengalê û ji bo me şerkirin. Gel tî û birçî bûn, gerîla tiştên gel xwe hemû bi gel re parvekirin. Hêza DAIŞ’ê li vê derê şkandin, berxwedaniyekî pir mezin li vir çêbû, hevalên pir bi nirx li vir şehîd ketin, keda ku gerîla li vir daye em tû caran ji bîr nakin. Bi hezaran zorak, jin, dayik û kal ji mirinê xilas kirin. Bi saya wan me xwe perwerde kir û hêza xwe ji xwe ava kir.

Bi fikir û ramanên Serok Apo em di welatê xwe de, bi aram jiyan dikin. Em êdî dizanin ku hezêkî me heye, di rewşekî de em xwe di parêzin. Em bi vê tiştê serbilindin, êdî tû hezekî dîtir li ser xwe qebûl nakin. Dema gerîla berxwedaniyekî bê hempa meşand gelê Êzidî jî bêhtir berxweda, ji gerîla hêz girt, êdî hatina wê astê ku çek rakin û bikaribin şer bikin, ev pêşveçûyîn ji her tiştî giringtir e. Eger gerîla li ve derê şer nekiriba, berxwedaniyekî ne meşendiba, îro kes li vir nedikarî bijî.”

‘Ferman, bi awayekî cuda li ser me pêktên’

Şervana YJŞ’ê Şengal da zanîn ku ferman berdewamin û wiha anî ziman: “Her çiqas gelê Şengalê hêza xwe ji xwe bigre, xwe rêxistin jî bike, em nikarin bêjin êdî ferman li ser me pêk nayê. Na, her roj ferman bi awayekî cuda li ser me pêktên. Her roj balafirên şer li ser axa Şengalê digere, her roj li cihekî dide, gelê Êzidî şehîd dîxe, ev tê wateya fermanê. Dema êrîşên dijmin li ser me zêde dibe, em hêza xwe, vîna xwe hîn bêhtir xûrtir dikin, em bi şehadetan nakevin, pêwîste dijminê me vê tiştê baş bizanibe. Hevalekî me, birayekî me dema şehîd dikeve em ji wan hêz digrin, em bêhtir li berxwe didin, şer dikin.

Şengal parçeyek ji Iraqê nayê dîtin. Di her derfetê de li ser Êzidiyan zext dikin, civaka Êzidî tenê xwe dibinîn û bi hejmarek mezin êrîşî wê dikin, ev êrîşên tên kirin ne ji rezê ye, vana berdewamiya fermanê ye. Dema balafirên şer yên Tirkiyeyê Şengalê bombebaran dike û li ser axa wê bigere ew jî bêdeng bimîne, kuderê hatiye dîtin ku balafirên şer li ser axa te bigere û tû jî bêdeng bimînî, ji ber ya xwe nabîne. Tu hizbek li Şengalê de nîne, rûxmê wê jî êrîşên wan berdewam dikin. Raste, di pêvajoya fermanê de gerîla hat û gelê Êzidî parast, şer kir, berxwedaniyekî dîrokî li vir meşand, lê wek tê zanîn îro ne li virin. Tê gotin hezên PKK’ê li Şengalê de heye. Na yên li Şengalê de ne, zarokên vê axê ne, ew hêza xwe ji xwe digrin. Bila tû hizbê din nebêjin PKK li vire û balafirên şer mafdare li vir bombebaran bike, tiştek bi vî awayî ne gengaze. Kesên ku li vêderê şehîd xistîn hemû jî zarokên vê xakê ne, heval Zerdeşt, heval Pîr çeko, heval Azad, heval Mam Zekî, heval Seîd, hemû jî zarokên vê axê bûn. Ji êrîşên heyî tê famkirin ku dijminên me dixwazin gelê Êzidî bişkinin, tûne bikin. Her carê kesayetên pêşketî û pêşeng hedef girtin ne ji rezê ye, armanc ewe ku Êzidiyên ku xwe peşxistîn, xwe gihandîn asta peşengtiyê ew tê hedef girtin, ji ber gel bê pêşeng xistin, bê zane hiştin tê armanc kirin.”

‘Ji malbatan, tabût xwestin şermek mezin e’

Suat Şengal balkişand li ser nêzîkatiyên Bexda yên li beramberî qurbaniyên jenosîdê û wiha pê de çû: “Êdî em ne gelê beriya fermanê ne, ev bû 9 sal li ser fermanê derbas bû, heta vê gavê jî fermanan tînin serê me. Dijminê Êzidiyan plansazî ji bo gelê Êzidî dideyne, beriya xwe û dixwaze plansaziya xwe pêk bîne. Em hêza xwe ji xwe digrin û plansaziya dijmin vala derdixin. Heta niha gorên komî erdêne û ne hatine rakirin. Beriya vê demekê gorekî komî hatibû rakirin, ji Bexda telefon ji malbatan re hat kirin ku tabûtan binin û werin cenazeyên xwe bibin. Ji malbata tabût xwestin tiştekî pir bi êşe. Ev tişt tû dewletekî de nîne û nayê qabûl kirin. Gorên ku di encama jenosîdekî de pêkhatî de, daxwaza tabûtan ji malbat kirin pir tiştekî şerme. Li Iraqê jiyan dikin, qetlîam li ser wan derbas buye. Hun ên ku  di pêvajoya jenosîdê de tiştek nekirîn, îro hun nikarin ev mirovên bê gûneh têxin tabûta, wan bin ax bikin. Ev tiştekî gelek bi êş e û şermek pir mezin e. Ev jî ji me re dide diyar kirin ku planên fermanê li ser Şengalê berdewam dikin.”

‘Jinên Êzidî, divê fermanê tû car ji bîr nekin!’

Şervana YJŞ’ê Suat Şengal, di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Êzidî kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Xelkê me yê Şengalê, gelê me yê Êzidî, hîn jî li kampa jiyan dikin. 9 sal derbas bû, 9 sal din jî derbas bibe dawî de vegerin li ser axa xwe, cihê ku ji dayik bûne, lê mezin bûne. Pêwîste xelkê me ji kampa vegerin, ji wan re rêya vegerê were vekirin, niha nikarin vegerin cih û warê xwe. Hêviya min ewe ku mezinên Êzidiya destek û alikarî bidin vegera gelê xwe. Eger gelê me desteka rast ne de hevdu, ne 74 ferman wê ji wan zêdetir werê serê me. Hêviya min ewe ku her jinekî Êzidî xwe perwerde bike û xwe pêş bixe. Beriya fermanê dihat gotin, jin kêrî tiştekê nayê, nikare bibe leşker lê îro ev tişt hat gûhertin. Dema fermanê de me dît ku çi hat serê jinên Êzidî. Di vê fermanê de yên herî zêde êş kişandî jinên Êzidî bû. Ji ber vê yekê jinên Êzidî divê vê tiştê tû cara ji bîr neke û çekê hilbigre û şer bike. Hêviya min ewe ku malbatên me tû cara rê li ber ciwanan, jinên ciwan negrin, bila bihêlin xwe perwerde bikin. Ji bîr nekin, dema fermanê de DAIŞ’ê çekê dida destê jinên Êzidî digot, bigre heta ez destê dayîk û bavê te girê bidim. Eger em wekî niha perwerde kiri ban û rêxistin kiriban, me fikir û ramanên Serokatî naskiriba, wê demê me wê vê çekê li beramberî DAIŞ’ê bikaranîba. Me ne dihişt em werin kuştin, di bazara de bi destê zîncîrkirî, werin firotin. Jinên me yên Êzidî pêwîste van tiştên hatine jiyan kirin ji bîr nekin. Ji bîr nekin dest û lingê zîncîr kiri, bi ebayekî reş, li pêşya singa van de reqemên nivîsî. Ev tişt carekî hat jiyan kirin, carekî din neyê jiyan kirin. Her tim bi vê rastiyê ji bîr nekirin û berxwedaniya xwe mezin kirin. Gelê me pêwiste ji berê bi dehan qat xwe hêztir bike, hêviya min ewe ku gelê me bibin yek û axa xwe biparêzin.”

ZERYAN RÊWAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button