Banga ciwanên Êzidî: Ji Şengalê heya Bexdayê çalakî  

Ciwanên Êzidî bang li Iraqê kir ku dewleta Tirk tevî hemû saziyên xwe ve ji Iraqê were derxistin û ev peyam dan: “Me ji dewleta Iraqê re got, ev êrîş ne tenê li ser Şengalê ye, duh li ser Şengalê bû, îro Zaxo ye, sibe jî wê li ser Bexdayê be. Eger êriş berdewam bikin em ê ji Şengalê heya Bexdayê biçin.”

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de êrişê gundê Perex a Zaxoyê kir û di encamê de yek ji wan zarok 9 kes hatibûn qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Hêrs û berteka gelên Iraqê ya li hemberî vê komkujiyê sar nabe û seranserê Iraqê bûye qada çalakiyên li dijî dewleta Tirk.

Li Şengalê jî Yekîtîya Ciwanên Êzidî û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser axa Iraqê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. Ciwanên Êzidî li dewra Hesen û Hiseyîn a li navenda Şengalê kom bûn û daxwaz ji dewleta Iraqê kirin ku dewleta Tirk bi hemû hêz û saziyên xwe ve ji Iraqê were derxistin.

‘Me dewleta Iraqê hişyar kiribû’

 Li ser navê ciwanên Êzidî, daxuyanî ji aliyê Şervan Şengalî ve hate dayîn. Şervan Şengalî di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ew wekî ciwanên Êzidî, li dijî êrişên dewleta Tirk piştevaniya hemû gelên Iraqê dikin. Şervan Şengalî bibîrxist ku wan beriya niha hişyarî li dewleta Iraqê kirine û wiha berdewam kir: “Dema dewleta Tirk êrişê Şengalê dikir me ji dewleta Iraqê re got ev êriş ne tenê li ser Şengalê ye, îro li ser Şengalê ye, duh êrîşê Zaxoyê kirin sibe jî wê li ser Bexdayê be. Lê xwe bêdeng kirin.”

‘Emê heya Bexdayê biçin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Şervan Şengalî bang li hemû ciwanên Kurd û Ereb ên Iraqê jî kir û ev peyam da raya giştî: “Eger ev êrîş berdewam bikin emê ji vê derê heya Bexdayê biçin.

Em wekî ciwanên Êzidî van êrîşan qebûl nakin, emê bi gelê Kurd re bin, emê bi gelê Ereb re bin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘’Qatil Erdogan’’ û ‘’ Bimire Îxanet’’ bi dawî bû. Ciwanên Êzidî pey re ji bo bertekên xwe nîşan bidin wêneyên Erdogan, Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî şewitandin.

‘Ji Şengalê heya Bexdayê çalakî’

Yek ji ciwanên beşdarî daxuyaniyê bû Rokan Şengalî jî bibîrxist ku artêşa Tirkiyeyê her roj bi balefiran êrişê Şengalê û Iraqê dike û wiha axivî: “Em jî wekî gelê Iraqê dest bi çalakiyan bikin, li Şengalê be li Bexdayê be. Eger gelê Iraqê li hemberî êrîşan bêdeng nemana, êrîşê Zaxoyê nedikirin. Banga min ji ciwanên Iraqê re, îro rabin ser xwe dest bi meş û çalakiyan bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button