Çîroka 9 salên dîlgirtî ya du keçên Êzidî

Her du keçên Êzidî Besê û Aliye ku Yekîneyên Parastinê ya Jinan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirî, qala çîroka xwe ya 9 salên dîlgirtin û rizgarbûnê kirin.

Piştî hêzên YPJ û YPG’ê li Rojavayê Kurdistanê du keçên Şengalî Besê Xidir û Aliye Xidir ku xwişkên hevbûn, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, radestî xizmên wan hatin kirin.

Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên Êzidî ji gundê Solax yê Şengalê ku pişt 9 salan li ser fermana 74’an ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê hat, ji kampa Holê ya malbatên DAIŞ’ê lê dijîn ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin rizgarkirin, behsa di dîmenekê ku di medya fermî ya YPJ’ê de hatî belavkirin de, çîroka xwe ya 9 salên dîlgirtî û rizgarkirinê kirin.

Di destpêka dîmen de Besê Xidir diaxive û dibêje: “Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê min, dayîk, bira û xwişka min, me ji Şengalê birin Dêrazora Rojavayê Kurdistan. Birayê min ji me cudakirin. Piştî mehek du mehan dayîka min jî ji me cudakirin. Dema ku birayê min ji me cudakirin, birin nav çeteyên xwe de. Dema dayîka min jî birîn me pirskir hûnê ku ve bibin, gotin emê bibin nav dewleta îslamî. Piştî mehek û nîv çeteyan ji me re gotin ku dayîka we di encama bombebaranê de miriye.”

Besê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Birayê min hat got dixwazim xwişkên xwe bibim gel xwe mezin bikim, lê çeteyan qebûl nekirin û jêre gotin tu zarokî çênabe. Wê demê birayê min 12 salî bû. Piştre me birin Bahoz û kampa Holê. Li wir ji me re gotin hûn ne xelkê Hemisê ne, hûn xelkê Şengalê ne. Em destpêkê matmayî man û me wî fikrê qebûl nekir ku xelkê Şengalê ne. Demek pê ve çû heta me qebûl kir. Me li kampa Holê testa xwînê çêkir ka em xelkê Şengalê ne yan na. Li kampa ti zoriyek li me nehate kirin ku ev testê were çêkirin. Ji me re gotin ku ger testên we de derbikeve hûn xelkê Şengalê ne, emê we vegerînin warên we. Heta gotin ku ger vegerin Şengalê û derkeve holê ku hûn ne ji wir in, em ê berpirsyariya vegera we bigirin ser xwe.”

Besê her wiha diyar kir ku li kampa Holê gelek guman hebû ku YPG welatiyên Şengalê ji kampê vedigerîne warên wan û wiha domand: “Me destpêkê bawer nekir, ji ber ku me nedizanî. Lê pişte me di medya civakî de dît ku YPG çawa jinên Şengalê vedigerîne warên wan û di nav kesûkarên xwe de keyfxweşin. Em spasiya YPG’ê dikin ku me vegerandine. Hîvîdarin hemû jinên Şengalê bên vegerandina nav kesûkarên xwe.”

Aliye Xidir 14 saliye ku yek ji keçên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgarkirine û wiha dibêje: “Me li kampa Holê di nava malbatan de jiyan dikir. Ew ne malbatên me bûn û nedizanîn malbatên me yên rastî li kûderê ne. Dema ku em nû gihiştin kampê me qebûl nekir. Lêbelê, ez nikarim li ser tiştên xerab ên ku di bin desthilatdariya DAIŞê de qewimîn, bifikirim. Em zarokbûn me dayîka xwe nedît, niha jî mezin bûne êdî nabînin. Ger dayîka xwe bibînim ezê gelek keyfxweş bibim. Her kesê ku vedigere diçe gel malbat û kesûkarên xwe. Li gel malbatên xwe dimînin û malbatên xwe yên rastî dibînin.”

Aliye qala hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Her kesê ku ji destpêkê ve biçe nav çeteyên DAIŞ’ê û kuştinan bibîne, gelekî metirsîdare. Em jî gelek ditirsiyan. Piştî ku hatin rizgarkirin gelek keyfxweşbûn. YPJ’ê bi şêweyek mirovdostane nêzîkatî li gel me kirin. Wan me famkirin û li gel me bûn. Gelek xebat ji bo me kirin. Ji ber vê yekê ji bo her tiştê ku ji me re kirîn, gelek spas dikin. Tu carî em van alîkariyan ji bîr nakin.”

Aliye herî dawî daxwaz kir ku keç û jinên din wek wan werin rizgarkirin û vegerin cem kesûkarên xwe û azad bijîn.

Hêjayî gotinê ye ku piştî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de hatin nava Iraqê û parêzgeha Musil û Şengalê dagirkirin, komkujiyên mezin pêkanîn. Bi taybet li Şengal û dijî Êzidiyan. Her wiha bi hezaran jin û keçên girtin û birin Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî piraniya wan nehatine rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button