YBŞ’ê du jinên ciwan ên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kir-Hate Nûkirin

Du jinên ciwan ên Êzidî piştî nêzî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve radestî YBŞ’ê û YJŞ’ê hatin kirin û li Xanesorê gihiştin malbatên xwe.

Du jinên ciwan ên Êzidî yên ib navê Aliya û Besê ku di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê de, piştî nêzî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve, ji kempa Holê hatin rizgakirin û radestî YBŞ û YJŞ’ê hatin kirin.

Herdû jinên ciwan îro li Xanesorê li Şaxa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê a li Xanesorê radestî malbatên wan hatin kirin.

Endama TAJÊ’ê Neam Umer di dema radestkirinê de axivî û got: “Em îro kêfxweşin ku du keçên me hatine rizgakirin û bi malbatên xwe şabûne. Em dibînin 9 sal derbas dibin lê heya niha hemû cîhan li hember civaka Êzidî bêdenge. Ferman bi serê mede hat û em di qikirinê re derbas bûne, lê hemû kes xwe ker û kor dikin. Heya niha Iraq liser mijara jinên Êzidî ên winda bi erka xwe ranebûye. Ji şûna ku Iraq mafê me bide me, li aqûbeta jinên Êzidî bigere, li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser me têne kirin jî bêdenge.”

Endama TAJÊ Nefiya Mêşo jî da diyakirin ku bi ked û têkoşînek bê hempa ev jinên ciwan têne rizgarkirin û got; “Em di milekî de kêfxweşin ku keçên me vedigerin nava mede û di milê din de jî xemgînin, ji ber ku heya niha bi sedan jinên Êzidî mane û em tiştekî jiwan nizanin.”

Mamê jinên ciwan Aliya û Besê ku hatine rizgarkirin, Xelîl Xidir jî ji ber rizgakirina herdû ciwanan spasiya QSD, YBŞ’ û YJŞ’ê kirin û gotin; “Hemû keçên hatine girtin em wek keçên xwe dibînin. Ev 9 sal derbas bûne lê heya niha gelek kes di destê çeteyan de mane û ji malbata me jî kesên widan mane. Em dixwazin kesên mane jî di demek nêzde bên dîtin û werin vegerandin.”

Hêjayî gotinê ye hê jinên ciwan negihiştîn malbata xwe, PDK’ê li ser navê ofîsa Rizgarbûyên destê DAIŞ’ê ku girêdayî Nêçîrvan Barzanî ye, ragihand ku wana ew jinên ciwan rizgaririne.

Lê ya rast QSD’ê ji wargeha Holê rizgarkirine û radestê YBŞ’ê û YJŞ’ê kirine.

ROJNEWS-ŞENGAL

 

Show More
Back to top button