Ciwan ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan

Dûh li navenda Şingalê ji bo azadiya Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan meşek pêkhat. Meş ji aliyê ciwanên me ve hate lidarxistin. Ciwanên Şingalê ji bo azadiya Rêber Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin

Meş bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ), bi beşdariya bi sedan  kesî destpêkir li ber Dibistana Navenda Bajêr. Meşvan heya Çerxerêya Mam Zekî bi şîara, “Dem Dema Azadiyê  ye” û dirûşmeyên, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo’ meşiyan.

Piştî meşê li Çerxerêya Mam Zekî li ser navê YCÊ û YJCÊ daxuyanî hate dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin.

Di daxwuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de em êrişên faşîst ên dewleta Tirk ku di şexsê Rêber Apo  de li ser gelên azadîxwaz  dide meşandin şermezar dikin û soz didin ku bi têkoşîn û berxwedanê emê bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Dewleta Tirk a dagirker her roj bi rê û rêbazên  cuda ji nû ve êrişên xwe mezîntir dike û ji bo tunekirina Rêber Apo hemû rêbazên diceribîne.  Herî dawî li dijî mala li Kobanê ya ku Rêber Apo lê mabû êriş pêk anî. Ev parçeyek ji êrişên wê yên hovane ye. Her çiqas êrişên xwe dijwar bike jî, lê ew ê negihîje armancên xwe. Rêber Apo erkek mezin daye jin û ciwanan ku parastina xwe û piroziyên xwe bike. Em ê weke ciwanên Êzidî heta dawiyê li ser vê erka xwe bîn.  Ti şoreş bê bedel nabe, em jî weke ciwanên Êzidî ji her tiştî re amadene. Tevî hemû gef û êrişên li ser  Şengalê em ê heta dawî xwedî li rêberê xwe derkevîn. Em di dawiyê banga bilindkirina têkoşînê dikin.”

Show More
Back to top button