TAJÊ: Divê dadgeheke navneteweyî were avakirin û DAIŞ’î bên dadgeh kirin

TAJÊ bang li civaka navneteweyî bi taybetî jî dewletên ku Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine kir ku xwedî li biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê derkevin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di sedsala 21’ê de ku qaşo weke sedsala demokrasî û mafên mirovan tê pênasekirin, li pêş çavên cîhanê êrîşeke hovane li civaka Êzidî hate kirin.

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê û pêşmerge yên ku ji bo parastina wan wezîfedar bûn, ew neparastin û yên bi hawara wan ve hatin hêzên YJA Star, HPG, YPG û YPJ’ê bûn.

TAJÊ diyar kir ku di ser fermanê re 9 sal derbas bûne, lê hîn jî birînên wan nehatine dermankirin, çarenûsa bi hezaran jin û zarokan nediyar e û beşek ji civakê jî li koçberiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hestiyên şehîdan hîn jî bi rengekî komî binaxkirî ne û hate gotin, “Dewleta Tirk a dagirker jî rojane êrîşî axa me û pêşengên me dike. Ewlekariya welatê me têk dibe. Parastina mafê civaka Êzidî erkê tevahiya cîhanê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên QSD, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ’ê li dijî hêza qirêj û metirsîdar DAIŞ’ê şerekî bi rûmet û berxwedaneke mezin kirin û cîhan ji hêza tarî û qirêj a DAIŞ’ê rizgar kirin.

TAJÊ diyar kir ku fikir û bîrdoziya DAIŞ’ê hîn jî neheqiya ye û got, “Bi deh hezaran girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên QSD’ê, li kampa holê ya li rojavayê Kurdistanê xwedî wê bîrdoziyê ne. Bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê hene, lê welatên wan xwedî li wan dernakevin. Ji bo xeteriya DAIŞ’ê bi dawî bibe, hêzên navneteweyî bi rolekê tevnagerin. Lewma xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê hîn jî dewam dike.”

TAJÊ destnîşan kir ku DAIŞ rêxistineke terorîst e, çete jî divê weke endamên rêxistineke terorîst bêne darizandin, ne weke mirovên şexsî û got, “Her wiha gelek dewletan piştgirî dan DAIŞ’ê, ji endamên DAIŞ’ê re bûn pir heta ku tevlî vê hêza terorîst bibin. Yek ji wan dewletan jî dewleta Tirk a dagirker e ku AKP-MHP serkêşiyê jê re dike.”

TAJÊ bi bîr xist ku wan bi dehan caran bang li hêzên navneteweyî kirin, ji bo êrîşa li wan hatiye kirin weke qirkirinê bê qebûlkirin û got, “Dewletên ku qirkirin qebûl kirin, divê dadgehkirina DAIŞ’ê jî bi fermî qebûl bikin. Divê tevlî biryara rêveberiya xweser bibin, ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan. Li derveyî vê yekê biryara wan a jenosîdê tenê li ser kaxizê dimîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên cîhanî bi taybetî jî dewletên ku qirkirin qebûl kirine hate kirin ku xwedî li biryara Rêveberiya Xweser a ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan derkeve, dadgeheke navneteweyî ava bikin û DAIŞ’iyan dadgeh bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê li gorî kiryarên wan û her wiha hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê kirine hesab ji wan bê xwestin, cezayê ku heq kirine li wan bê birîn, bi taybetî jî li dewleta Tirk bê birîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button