YBŞ: Emê vê têkoşînê bigihînin serkeftinê

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya 7'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek weşand. YBŞ'ê rizgarkirina Şengalê li hemû gel, gerîla û azadîxwazan pîroz kir, hemû şehîdan bi bîr anî û di daxuyaniya xwe de got; "Di şopdariya pakrawanên xwe ên ku xwe ji bo civaka me fedakirine, em ê vê têkoşînê demildest bigihînin serkeftinê."

Beriya 7 salan weke îro navenda Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate pîroz kirin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê:

“Di serî de em tevahiya şehîdên xwe ên rizgarkirina şengalê, bi hemû heskirin, hûrmet û rêzên xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan di tewînin. Soza me daye wan şehîdên xwe em ê di şopdariya wan qehremanan de teqes bi serkeftinê ve tacîdar bikîn.

Beriya 7 salan bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrişeke qirkirinê ser gelê me de anîn. Li hemberî vê qirkeriyê, gelê me bi îrade û baweriya xwe û derfetên kêm ên di destê xwe de berxwe da. Ev berxwedanî vegeriya têkoşîna ku hesabên dijmin binxistinê. Bi teybetî berdêl, fedekarî, qehremanî û keda gerilayên azadiyê ên HPG-YJA STAR’ê ber gelê me de dayî, em heyanî dawiyê deyndarê wanin. Di wan rojên herî giran û bê derfet de wan egîdan di pêşengiya Mam Zekiyan, Egît Civyanan, Dilşêr Herekolan, Nujînan, Çekoyan, Memoyan û Rusyaran, Dilgeş û Agiran heyanî Seîdan, Şîlanan, Nujiyanan, Dijwar û Azadan de xwedî li gelê me derketin û ji bo rizgarkirina axa me ya pîroz heyanî dawiyê têkoşîneke bê hempa raber kirin. Di oxira rizgarkirina gelê me û axa me de bêy ku dudilî jiyanbikin, bêy ku armancek dinê ji bo xwe bigirin û bêy berjewendiyên takekesî bifikirin ev têkoşîna xwe bê qûsûr berdewam kirin. Ser vî esasî em van qehreman û pêşengên xwe bi hemû rêzdarî, hûrmet û heskirinên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan di tewînin. Ew ji bona civaka me sembol û navê berxwedanêne, navê têkoşînên û azadiyêne.

Ji demên borî bigre heyanî êrişên DAIŞ’ê hertim civaka me bi qêrkirinê re, axa me bi dagirkirinê re; ol, bawerî, pîrozî û çanda me bi tûnekirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Civaka me dan koçberkirin, komkujî pêkanîn, keç, zarok, jin û ciwanên me revandin. Gund û bajarên me talankirin; pîrozgehên me xirakirin. Xwastin tişteke bi navê civaka me ser rûyê erdê nehêlin. Bi hişmendî û feraseteke vî rengî ser me de hatin. Li hemberî hişmendî û feraseteke wûsa a dijî mirovahiyê û exlaq, têkoşîn dayîna meşandin helbet ne hêsan bû. Bi rastî jî di wan dema de berde derfetên têkoşîn û şerê rizgariyê dayîna meşandinê; derfetek ê jiyankirinê ji bo me nehatibû hiştin.

Bi teybetî li hemberî fermana sala 2014’an ya ku bi destê DAIŞ’ê ser civaka me de anîn de, di rewşeke bi wî rengî giran, zor-zehmet de, di nava wê bê derfetiyê de me weke civaka Êzidî di pêşengiya Seîdan, Berxwedanan, Dijwaran, Zerdeştan, Berîvanan û Pîr Hemîdan de me bi yek fikir û felsefeyê xwe bi rêxistinkir û me dest bi têkoşîna azadiyê kir. Bi yek armancê ve me şerê azadiyê da meşandin. Me bi wê îradeya xwe li kêleka gerilayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hesabên dijmin di paxila wan de hişt û me rê neda ku xwe bigîhînin armanca xwe.

Ji roja destpêkê heyanî roja îro ev nirx û destkeftiyên hatine afirandin, bi berdêl dayînê ve hatine afirandin. Yek bosta vê axa qedîm nemaye ku xwîn li ser nehatibe rijandin. Helbet em ê di vê watê de bi gelê xwe yê berxwedêr ve van nirxan biparêzin. Ji ber ku van şehîdên me ev nirx û têkoşîn bi vî rengî dewrî me kirin. Wesyeta wan ew e ku em vê têkoşîna wan ya bi nirx bi gelê xwe re berdewam bikin. Ji bo wê jî eger di wan şert û mercên bê derfet de me karibe xwe bi rêxistin bikîn, em di roja me ya îro de bi saya keda şehîdên xwe dikarin xwe mezintir û rêxistin bikîn. Eger me karibe dijminê mirovahiyê li ser vê axê binerd kiribe, em dikarin tevahiya êrişên heyî têk bibîn, eger me karibiye em di bê derfetiyê de derfet avabikin, em dikarin îro bi tifaqiyetê bedew ve têkoşîn bikîn. Ji ber ku em îro bi saya keda şehîdên xwe yên qehreman gihîştîne vê astê. Em îro xwedî ew hêzin ku destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gelê me jî ser vî esasî baweriya xwe xurt bike, wan rojan jibîrneke û ji bo tolgirtina hemû şehîd û dilgirtiyên xwe têkoşînê mezin bike. Şehîdên me, dilgirtiyên me, keç, zarok, dayîk, ciwan, bav û kalên me ên ku hêviya xwe dane me vê yekê ji me dixwazin. Herwiha berdêl çi dibe bila bibe, li hemberî her cûre îxanet û xwe firoşiyê, li hemberî her cûre êriş û zextan, li hemberî her cûre feraset û hişmendiya qirkeriyê em ê berxwe bidin. Eger di roja me ya îro de bi teybetî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hişmendiya tolgirtina DAIŞ’ê ve carek din dixwaze axa me dagir bike. Li ser wî esasî êrişên xwe bi berfirehtir berdewam dike. Cardin bi destê xeta xiyanet û xwe firoşan ve dixwazin feramanên nû bi me bidin jiyankirin. Bi rêya MÎT û şerê teybet ve êrişên derveyî exlaq didin meşandin û van êrişên xwe berdewam dikin. Ji bo wê jî her roj siyasetek, leyîstokek û hevpeymanên cûda ser civaka me çêdikin û dixwazin bi wî rengî xwe bigîhînin armanca xwe. Lê belê ev civaka qedîm çawa ku di sala 2014’an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û berxwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir berxwe bide. Di heman demê de wê xwedî li van nirx, destkeftî û keda xwe derkeve. Di heman demê de em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, ser şopa wan egîdan em ê hesabê mezin ji xwe firoş, ji xeta îxanetê û sûxuriyê bipirsin. Ew kesên ku dibin hevalbendê wan û dibin amûrê wan wê derkevin pêşberî vî gelî wê hesap bidin gel û şehîdên me. Soza me ji bo gel û şehîdên me wê ser vî bingehî be.

Di şopdariya pakrawanên xwe ên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de em ê vê têkoşînê demildest bi serkeftinê re tacîdar bikin. Ser vî bingehî em jî şehîdên xwe yên destpêkê heyanî yên korîdora mirovahiyê, ji şehîdên xwe yên 11 meha ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê mehelê de têkoşînek bê hempa raberkirine û heyanî şehîdên xwe ê dawiyê bi hemû heskirin û rêzdariyên xwe ve bibîrtînînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza me daye van egîdên xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrî me kirine bigîhînîn serkeftinê.

Ser vî esasî em vê rojê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li gerilayên azadiya Kurdistanê ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê destanan dinivîsin pîroz dikîn.”

  • ŞENGAL- ROJNEWS
Show More
Back to top button