Emer Saleh: Wê têkoşîna PADÊ ya ji bo Xweseriya Şengalê dewam bike

Hevserokê berê yê PADÊ Emer Saleh diyar kir ku PADÊ di dema borî de hem li dijî Peymana 9'ê Cotmehê têkoşîn kiriye, hem jî ji bo yekîtiya siyasî ya Êzidiyan pêk bîne xebateke girîng meşandiye û got: "PADÊ ji bo tifaqa Êzidiyan pêş bikeve û ya herî girîng ji bo Şengala xweser wê bi hemû aliyên siyasî re xebat bimeşîne."

Di 20 Kanûnê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), bi beşdariyeke xurt kongreya xwe ya çaremîn a asayî pêk anî. Kongre bi hilbijartina 21 endamên nû yên mekteb siyasî bi encam bû û wê di nav vê hefteyê de hevserokên nû jî di nav de rêveberiya PADÊ were hilbijartin.

Hevserokê berê yê PADÊ Emer Salih, di sala 2020’an de hatibû hilbijartin û di pêvajoyeke girîng a siyasî û civakî de bi erka hevserokatiyê rabû. Emer Saleh, kar û xebatên PADÊ yên 2 salên dawî û plansaziya dema nû ya PADÊ ji ajansa me re nirxand.

Emer Saleh da zanîn ku PADÊ di nav salên borî de ji xebatên siyasî heya yên civakî û bi taybet jî ji bo pêşxistina tifaqa di navbera hêzên siyasî yên Êzidî xebateke girîng meşandiye.

‘PADÊ li dijî Peymana 9’ê Cotmehê sekinî’

Emer Saleh diyar kir ku PADÊ ji bo pêşxistina yekîtiya siyasî serdana gelek partî û aliyên siyasî kiriye û got: “Ji bilî PDK’ê em çûn serdana hemû partî û aliyên siyasî. Li Bexdayê jî bi serokomar, nûnerên partiyên siyasî yên Iraqî re gelek hevdîtin hatin kirin.” Emer Saleh destnîşan kir ku PADÊ li dijî pîlan û siyaseta qirêj a li ser Şengalê hatî meşandin jî xwedî sekn û helwestek bûye û wiha berdewam kir: “Em Ii hemberî Peymana 9’ê Cotmehê sekinîn, me li dijî vê peymanê têkoşîneke siyasî kir û me ev peyman şikand, me pêşî lê girt.”

Emer Saleh behsa xebatên rêxistinbûna PADÊ ya li seranserê Iraqê jî kir û wiha axivî: “Me weke partiyeke siyasî li her derê xebatên xwe meşand. Belku li Başûrê Kurdistanê PDK’ê rê li ber xebatên me girtin lê belê di serî de li Silêmanî li gelek deverên din jî me xebata rêxistinî meşandin.”

‘Me hewl da tifaqa hêzên siyasî yên Êzidî pêş bixin’

Pêşxistina yekîtiyeke siyasî di navbera Êzidiyan de jî yek ji xebatên girîng a PADÊ bû, Emer Saleh ji bo vê armancê jî ev nirxandin kir: “PADÊ ji bo tifaqa hizbên Êzidî jî her amade bû, me hewl da ku em her çar partiyên siyasî yên Êzidî bi tifaqê bigihînin hev lê siyaseta dijminên me rê neda vê tifaqê. Em weke PADÊ hê jî di nav wê lêgerînê de ne ku hemû aliyên siyasî yên Êzidî bikin yek, tifaqa wan pêş bixin.”

Emer Saleh behsa astengiyên li pêşiya PADÊ jî kir: “Ji bo rê li ber pêşketina PADÊ were girtin li ser me siyaseteke hate meşandin. Em partiyeke siyasî ne ku li her derê Iraqê dikarin xebat bimeşînin lê weke mînak, Laleş a hemû Êzidiyan e lê pêşî li me tê girtin ku em biçin Laleşê. TEvî hemû rêgiriyan jî ji bo tifaqa Êzidî pêş bikeve me serdana Bavê Şêx û Mîr kir.”

‘Hedefa esasî Şengala xweser e’

Emer Saleh diyarkir ku PADÊ di dema borî de ji bo çareserkirina pirgirêkên leşkerî û siyasî jî berpirsyarî girtiye ser xwe, rêya çareseriya gelek pirsgirêkan vekiriye û ji bo dema nû ya PADÊ jî wiha axivî: “Ji bo sala nû, rêveberiyeke nû hate hilbijartin, lê ji bo tifaqa Êzidiyan pêş bikeve, ji bo gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê vegerin ser axa xwe wê PADÊ xebatên xwe bimeşîne. Ya herî girîng jî ewê ji bo Şengala xweser bi hemû aliyên siyasî re xebat bimeşîne.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button