Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê bi PADÊ re civiya

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê serdana navenda PADÊ ya li Şengalê kir, di civînê de behsa rewşa Şengalê hate kirin.

Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Xelef Xidir yê ji bo karûbarên Êzidiyan, 3 rojin li Şengalê ye û bi gelek aliyên siyasî, kesayetên Şengalê re civiyaye. Xelef Xidir îro serdana navenda PADÊ a li Şengalê kir û ji aliyê hevserokê PADÊ Hisên Hecî ve hate pêşwazîkirin.

Xelef Xidir têkildarî serdana xwe ya ji bo Şengalê axivî û got; “Ji bo em ji rewşa Şengalê agadar bibin û daxwazên Şengaliyan ji wan bibihîsin, me serdana gelek cihan kir. Em dixwazin di nava xelkê Şengalê de bin û nêrînên wan bigihînin serokwezîrê Iraqê.”

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî jî got; “Heya niha me wek xelê Şengalê tiştek ji aliyê Iraqê ve ji bo xwe neditiye, şêwirmendê serokwezîrê Iraqê hat û em bihevre civiyan, me di civînê de behsa mijarên îdareya Şengalê, vegera koçberan û kesên ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, kir.”

Hecî di dewamê de got; “Me ji wan re got ku Meclisa Xweseriya Şengalê ji dema fermanê heya niha rêveberiya vî xelkî dike û em weke xelkê Şengalê dixwazin xwe bi xwe rêvebibin. Em dixwazin di aliyê ewlekarî û rêvebirinê de jî xwe bi xwe rêvebibin. Herwiha ji bo parastina Şengalê hêzên me ên weke YBŞ û Asayîşê hene ku bi sedan şehîd dane. Lazime ev hêz fermî bibin ên parastina Şengalê, ji ber ku dema ev hêz hatin avakirin, ti hêzek din li Şengalê nebû.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button