Jinên Şengalê di çalakiyan denin

Girêdayî îdiayên li ser jiyana Ocalan ku di medyaya dijital de hatibûn weşandin jinên Şengalê jî xiste nav liv û tevgerê. Jinên Şengalê li ser piyanin û hemû rojan di nava çalakiyan denin

https://www.youtube.com/watch?v=KZTqgfBIJtQ

Jinên Şengalê jî ji bo Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan di nava çalakiyan denin. Jinên ku ji bo Anha axivîne dan zanîn ku heta ew agahiyekê negirin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Jinan diyar kirin ku di dema fermanê de gerilayên Rêberê Gelên azadîxwaz Abdullah Ocalan bi hewara wan de hatine û li wan xwedî derketiye, ew vê yekê ji bîr nakin û dê heta gahiyek jê negirin di nava çalakiyan debin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nesrîn Hisên destnîşan kir ku ew nasekinin heta agahiyek ji Ocalan negirin û wiha domand: “Em weke gelê Êzidî û jinên Êzidî heya dawiyê ji bo em agahî ji Rêberê xwe bigirin emê di nava çalakiyan de bin. Weke civaka Êzidî dema ferman hat ser me tenê Rêber Apo şervanên xwe bi hewara me ve şandin. Emê jî weke civak Êzidî xwedî li Rêberê xwe derbikevin û çi ji me bê xwestin emê bikin.”

Jina ciwan a bi navê Ranya Şengal jî da zanîn ku weke jinên ciwan ewê pêşengiya çalakiyan bikin û ev tişt anî ziman: “Em tecrida li ser Rêberê xwe şermezar dikin. Em wek jinên ciwan yên Şengalê emê heya dawiyê xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Bi saya Rêber Apo me xwe naskir û me ji nû de jiyana xwe avakir. Em niha xwe û zarokên xwe bi fikir û ramanên Rêberê xwe mezin dikin. Emê heya dawî fikrên Rêber Apo biparêzin û belavê civaka xwe bikin. Em bangawaziya xwe ji mirovên azadixwaz re dişînin bila xwedî li Rêber Apo derbikevin û ji bo azadiya wî tekoşîn bikin.”

ÇAVKANÎ: NESRÎN HISÊN-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button