Merasîma Oxirkirina Fermandar Pîr Çeko Destpêkir  

Cenazeyê Fermandarê YBŞ'ê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ku duh di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, bi tevlîbûna sedan kesî ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve tê birêkirin.

Duh Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî ya dewleta Tirk. YBŞ’ê diyarkir di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.

Vê sibehê cenazeyê Fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola a Şengalê ve hat birêkirin.

Piştre cenaze bi tevlîbûna sedan kesî ji mala wî hat girtin, li ber dengê dep û bilûran, bi gotina qewl, beyt û qesîdan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve tê birêkirin.

Cenaze wê bi merasîmek girseyî li goristanê oxirkirin idi.

ROJNEWS=ŞENGAL

Show More
Back to top button