Ciwanên Şengalê wê ji bo Rêber Ocalan dest bi çalakiyan bikin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, wê ciwanên Şengalê dest bi çalakiyan bikin û li ser tecrîdê civînan lidarbixin. Bang li hemû ciwanên Êzidî hate kirin da ku xwedî li Rêber Ocalan derkevin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dewam dike, roj bi roj tecrîda li Îmraliyê girantir dibe. Dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan, Ciwanên Êzidî dest bi çalakiyan dikin.

Nûnera Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî Cîhan Şengalî derbarê çalakiyên bên lidarxistin de axivî. Cîhan destpêkê bang li hemû ciwanên Êzidî kir da ku dijî tecrîda giran ya li Îmraliyê bêdengiya xwe bişkînin.

Cîhan Şengalî dibêje, roj bi roj tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dibe, malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê, ji bo wê jî bang li her kesê dikîn bi erka xwe rabin. Cîhan got ku ewê jî weke ciwanên Êzidî ji bo şikandina tecrîdê dest bi çalakiyan bikin û çi bikeve ser milê wan ewê bikin.

Cîhan di dewama axaftina xwe de ku bang li Ciwanên Şengalê kir got; “Êdî ji tecrîdê re bese, divê hemû ciwanên Şengalê ji bo rêberê xwe rabin ser piyan. Em dest bi çalakiyan dikin, li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, emê li hemû gund û navçeyên Şengalê bi ciwanan re bicivin. Emê di 25’ê Cotmehê de jî li Kersê meşek girseyî lidarbixin. Di 6’ê Mijdara 2021’an de jî li Komelgeha Borik bi pêşengiya ciwanan meş lidarbixin. Em bang li hemû kesê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button