‘Rêber Apo di nava bi hezaran dîwaran de bê girtin jî, bi fikrên xwe me birêve dibe’

Endamên meclîsên gel yên Şengalê destnîşan kirin ku dewleta Tirk ya dagirker 3 mehan carekî bi navê ‘cezayê dîsîplînê’ zext û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike û gotin; ‘’Dewleta tirk ya dagirker êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê dike, ev hemû êriş ji ber fikrên Rêber Apo ku di nav hezar dîwaran de be jî fikir û perspektîfên wî me dibe serkeftinê.’’

Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Adara 2021’an ve, ji 2 salan zêdetire tu hevdîtin nehatiye kirin û tu agahî jê nîne. Di demên dawî de parêzerên Rêber Ocalan ji raya giştî re ragihandin ku dewleta Tirk bi hecetên cûda ji 3 mehan carekî bi navê ‘cezaya dîsîplînê’ cezayên nû li wî ferz dikin û tecrîdê di asta îşkenceya sîstematîk de, kûrtir dikin. Li dijî siyaseta tecrîdê û berfirehkirina şerê dagirkeriyê yê li Kurdistanê, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî bi çalakiyên cûda berdewam dike.

Civaka Êzidî ya li Şengalê jî tecrîda li ser Rêber Ocalan ji nêz ve dişopînin û nerazîbûna xwe ya li dijî siyaseta kûrkirina tecrîdê tînin ziman. Endamê Meclîsa Gel ya Dîgurê Ferhan Şengalî ku dewleta Tirk ya dagirker weke rêxistina DAIŞ’ê binav kir destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze fikir û bîrdoziya azadiya Rêber Ocalan di nav gelan de berbelav bibe û wiha axivî: “Dewleta Tirk êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê dike, ev hemû êriş ji ber vê fikrên wî ye. Gelên bindest bi fikrên Rêber Apo radibin û li ber xwe didin.’’

‘Dewleta Tirk naxwaze gelên bindest mafên xwe bidest bixin’

Ferhan Şengalî bibîrxist ku Rêber Ocalan ev 25 salin li Girtîgeha Îmraliyê di nav çar dîwaran de tê girtin û sedema tecrîdê wiha şîrove kir; “Sedem ewe ku bindest û kêmnetew têk biçin. Ji ber ku kêmnetew û gelên bindest bi fikrên Rêber Apo xwe birêve dibin. Dewleta Tirk jî naxwaze tu gelên bindest an jî kêmnetew bigihin mafên xwe, ji ber vê tecrîda li ser Rêbertî didin dewamkirin. Dewleta Tirk ya dagirker nahêle tu kes biçe serdana Rêber Apo, ev nêzîkatî û kiryar ne zagonî ne, siyasî ne û li dijî mafê girtiyan ya hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re ye.’’

‘3 mehan carekî ceza li Rêber Ocalan ferz dikin’

Endamê Meclîsa Gel ya Dîgurê Dexîl Şengalî jî destnîşan kir ku ji 3 mehan carekî bi navê ‘cezayê dîsîplînê’ cezayên nû li Rêber Ocalan tê ferzkirin û wiha berdewam kir; ‘’Nahêlin parêzer an jî malbat biçin serdana Rêber Apo, lê em dibêjîn Rêber Apo di nava hezar dîwaran de be, jî fikir û bîrdoziya wî ya ji bo azadiyê li hemû cîhanê belav bûye.’’

Dexîl Şengalî herwiha balê kişand ser êrîşên dawî yên li ser Şengal, Rojava û Mexmûrê jî û got; “Dixwazin fikrên Rêber Apo di nav civakê de tune bikin û nemîne, herwiha dixwazin Ezdatiyê û Şoreşa Rojava jî tune bikin.’’

‘Nabe fikrên Rêbertî yên çareseriya hemû qeyran û pirsgirêkan di nava 4 dîwaran de bimînin’

Endamê Meclîsa Gel ya Dîgurê Mirad Şengalî jî diyar kir ku her çiqas Rêber Ocalan di nav 4 dîwaran de be jî, fikir û felsefeya wî di nav civaka Êzidî de ye û wiha pêde çû; ‘’Em bi vê fikrên Rêber Apo li ber xwe didîn û serkeftinê bi dest dixîn. Zilmeke mezin li Rêbertî tê kirin, nabe ku fikreke wiha bê mînak û di xizmeta aşitî û azadiya civakan û gelan de ku parastina hemû civakê dike rastî vê neheqiyê bê. Nabe fikreke wiha serkeftî di girtîgehê de were girtin û di nav çar dîwaran de bê hiştin. Lê her çendî ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye jî, fikrên wî yên serkeftî tim bi me re ne.’’

‘Em gelek mereqa tenduristiya Rêber Ocalan dikin’

Endamê Meclîsa Gel ya Sinûnê Xidir Şengalî jî bi gotina ‘’Ew tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin ne dadî ye. Ji bo dewleta Tirk ya dagirker barek giran û zehmete ku fikrên Rêbertî ku di nav gelan de belav bûye, tune bike. Ev tecrîda ku tê meşandin ne zagonî ye û em mereq û hesaba tenduristiya wî dikîn. Li gorî zagonên navnetewî yên mafên mirovan, pêwîste Rêber Apo di aliyê fîzîkî de ji girtîgehê azad bibe.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button