Pêşmergeyên Dêrîn: Destê xiyanetkaran di pişt êrişên ser Şengalê de heye

Pêşmergeyên dêrîn ên Başûrê Kurdistanê dan zanîn ku destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de hene. Her wiha bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurd kirin ku bi pêkanîna yekitiya neteweyî pêşî li êrişên dagirkeran ên li ser xaka Kurdistanê bigrin.

Li ser komkujiya Êzidiyên Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an re 9 sal derbaz dibin. Îro xelkê Êzidî xwedî sîstemek ya xweseriyê, hêzên parastinê û rêkxistinbûyînê ne. Lê dewleta Tirk ya dagirker bi rêya êriş, bombebaran kirin, sîxûr xistina nav Êzidiyên Şengalê yên xwedî rêkxistinek bihêzin, dixwaze komkujiya 3’yê Tebaxê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li xelkê Êzidî hatibû kirin, berdewam bike. Herwiha bi dewamkirina komkujiyê re dixwaze xelkê Êzidî bi temamî tune bike.

Têkildarî êriş û bombebaranên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî gelê Êzidî, pêşmergeyên dêrîn ên Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivîn.

‘Divê em Kurd xwe li hemberî êrişan hîn xurtir bikîn’

Pêşmergeyê Dêrîn Derya Omer ku bi Hawrê Derya tê naskirin, derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de got; “Erdoğan di peyama xwe ya herî dawî de jî got, yek dewlet û yek al. Yanî dixwaze hemû neteweyên din tine bike. Divê em Kurd li hemberî êrişan hîn zêdetir xwe xurt bikin. Ji berku dirindahiya Erdogan piştî hilbijartinê hîn zêdetir bûye. Di Rojhilata Navîn de ti kes bi qasî Erdogan ne dîkdatore.”

‘Hikûmeta Herêmê karek gelek xirab dike’

Di dewamê de Hawrê Derya da zanîn ku dewleta Tirk niha wek serdema Osmaniyan hertişî ji bo dijbertiya Kurdan dike û wiha dom kir: “Divê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî bihêz bikin û bikarîn pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bigrin. Ger îro Hikûmeta Herêmê rê nade Êzidî vegerin ser cih û warên xwe, karek gelek xirab dike. Divê rê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê were dayîn ku xwe biparêzin.”

‘Ger hevkarî nebe, wê çawan dewleta Tirk êriş bike?’

Li ser heman mijarê Pêşmergeyê Dêrîn Ebdullah Dêrîn jî axivî û got: “Destên xiyanetkar û sîxûran di pişt êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de hene. Em Kurd li kuderê bin, divê em parastinê li maf, çand û zimanê xwe bikîn. Her gelek dema parastinê li xwe neke, ew gel wê tine bibe. Çima Kurd nikarin li ser xak û warê xwe bijî. Ger hevakarî bi dewleta Tirk re neyê kirin, ma wê çawan bikare bi sedan kîlometre were ser xaka Kurdistanê û Kurdan bikuje?”

 

‘Ti dîkdatoran bi qasî Erdoğan dijminahiya gelê Kurd nekiriye’

Di dewamê de Ebdullah Dêrîn destnîşankir ku tişta dewleta Tirk dike ti pîvanek xwe yê exlaqî, mirovî û olî nine. Ebdullah wiha dom kir: “Ti dîkdatoran bi qasî Erdoğan dijminahiya gelê Kurd nekiriye. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd înkar dike. Li vê derê ne tenê Şengal tê hedefgirtin, hemû gelê Kurd di hedefa êrişan de ye. Ger Kurd berxwedaniyê nekin, wê dijmin hîn zêdetir destwerdanê di nava welatê me de bike. Divê em Kurd xwedî helwestek yekgirtî bin.”

Di dawiyê de jî Ebdullah Dêrîn di derbarê siyaset û zextên PDK’ê yên li ser gelê Êzidî got: “PDK ji ber berjewendiyên xwe yên li gel dewleta Tirk, rê nade koçberên Şengalê vegerin ser cih û warên xwe.”

BIRWA ESHED-ROJNEWS

Show More
Back to top button