Konsolosa Emerîka ya li Herêmê: Nêzî 100 malbatên Êzidî vegeriyan ser malên xwe
Konsolosa Emerîka ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku nêzî 100 malbatên Êzidî ji wargehên penaberan derketin û vegeriyan ser xaka xwe.
Konsolosa Emerîka ya li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nêzî 100 malbatên Êzidî karîn ji wargehan derkevin û vegerin ser malên xwe yên li Til Izêr ya Şengalê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hîn jî nêzî 400 malbatên din yên Êzidî di wargehan de jiyan dikin
ROJNEWS