Malikî banga rawestandina êrişên Tirkiyeyê li hikûmeta Iraqê kir

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasaya Nurî Malikî ragihand ku bombebarana berdewama a dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlan ziyanek mezin li peywendiyên Tirkiye û Iraqê digihîne û ji hikûmeta Iraqê xwest ku helwesta xwe li ber çavan re derbas bike û ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê kar bike.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasaya Nurî Malikî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek parve kir.

Di peyama xwe de wiha tîne ziman: “Destdirêjiya li ser serweriya Iraqê ji aliyê kîjan welatî ve be, qet nayê qebûl kirin û divê hikûmet ji bo pêşîlêgirtinê tedbîran bigire.”

Malikî destnîşan kir ku dubarebûna binpêkirinên Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê ya li Herêma Kurdistanê, şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên sivîl ziyanek mezin dide peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de.

Nurî Malikî têkildarî êrişê dewleta Tirk ên dubare dibin ji hikûmeta Iraqê xwest ku helwesta xwe li ber çavan re derbas bike û kar ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên Tirkiyeyê bike.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button