TAJÊ Emê hesabê jinên hatine qetilkirin ji wan bixwazin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê komkujiya duh li Parîsê hatî pêkanîn de daxuyaniyek parve kir û got: "Dewleta Fransayê çawa ku di komkujiya yekem a Parîsê de xwest ser bigire, di komkujiya duwem de jî hewl dide ser bigire. Hikûmeta AKP-MHP ya ku beramberî berxwedana gerîla binkeftinê jiyan dike, di kesayeta jinên Kurd de, jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire. Emê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji wan bixwazin.

Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên şehîd bûne yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil in.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê komkujiyê de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Di komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya sala 2013’an de 3 lêgerînvanên azadiyê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin.

Rexmê ku komkujî bi fermana hikûmeta AKP-MHP’ê hate kirin jî, dewleta Fransayê çawa ku yên komkujî kirî eşkere nekir, her wiha bi sergirtina vê komkujiyê xwest hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre. Îro jî di nêzîkbûna salvegera 10. ya komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileyê de, ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê dewleta Fransayê ve li hemberî gelê Kurd êrişeke din pêkhat ku tê de 3 Kurd hatin qetil kirin.

Dewleta Fransayê çawa ku di komkujiya yekem a Parîsê de xwest ser bigire, di komkujiya duwem de jî hewl dide ser bigire. Dewleta Tirk ya li hemberî Tevgera Azadiyê û Berxwedana Gerîlayan binkeftinek mezin dijî, di kesayeta jinên Kurd de, jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire. Hikûmeta Erdogan çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di her alî de destek dikir û dişand li ser Şengalê ku di esîrkirina jinên Êzidî de rol leyîst. Îro jî li her deverê bi çeteyên DAIŞ’ê jinên ku têkoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire.

Di pêvajoyeke ku Têkoşîna Jinê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li tevahî cîhanê di bin hîmê felsefeya Rêber Apo de bilind bûyî de, em vê êrişa hovane şerşer mezar dikin. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dibin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi biryardariya bilindkirina têkoşînê em şehîdên Parîsê bibîrtînin û emê hesabê jinên ku hatine qetilkirin ji wan bixwazin.”

ROJNEWS- ŞENGAL

Show More
Back to top button