Çalakiya bi kon ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Şengalê didome

Çalakiya bi kon ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanên Şengalê ve hatibû lidarxistin, dewam dike.

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidî li Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate danîn.

Çalakiya li kon li Komelgeha Dugurê ya Şengalê bi tevlîbûna gelek kesan dewam dike. Di nava rojê de gelê herêmê tevî endamên sazî û rêxsitnên Şengalê serdana kon kirin û piştgrtiya xwe ji bo çalakiya ji bo azadiya Ocalan re anîn ziman.

Li kon li analîzên Öcalan tê guhdarkirin.

ANF- ŞENGAL

Show More
Back to top button