Welatiyê vegeriyaye Şengalê: Emê Şengalê ji ti kesî re vala nekin 

Welatiyê Êzidî yê ji Komelgeha Digûrê Qasim Îlyas ku du mehe vegeriyaye Şengalê diyar kir êdî ew tirsa balafir û êrîşan derbas kirine û got: “Em ne ji balafirên Erdogan ne jî ji ti kesî natirsin û Şengala xwe ji wan re vala nakin. Li Şengalê nan jî nebe, ji welatê xelkê xweştire. Emê Şengalê ji wan re vala nekin.”

 

Ji ber fermana 74’an di sala 2014’an de bi hezaran Êzidî koçê herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û derveyî welat kirin. Lê piştî rizgarkirina Şengalê û li ser banga mezinên Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê welatiyên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê dijîn, vedigerin Şengalê. Qasim Îlyas yê ji komelgeha Digûrê ya Şengalê li gel hemû endamên malbata xwe ev du mehe vegeriya mala xwe. Gelek malbatên weke Qasim Îlyas yên di van demên dawiyê de vegeriyane jî hene.Endamên malbatê li aliyekî mala xwe ji nûve ava dikin, li aliyê din di nava hêzên parastina Şengalê û xebatên xizmetgûzariyê de jî bi awayeke çalak cih digirin. Qasim Îlyas piştî 7 salên koçberiyê, tevî êrîş, astengî û tehdîtên li ser Şengalê gelek kêfxweşe bi vegera mala xwe û wiha dibêje; “Mirov li kuderê bijî, eger ne axa mirov be, mirov lê rehet nake, ti cih weke axa me nîne. Ez niha li Digûrê dijîm û rewşa vir jî aram e. Nîvê şevê jî be, dikarim li tevahiya Şengalê bigerim û ti carî biqasî niha Şengal aram nebûye.”

Qasim Îlyas li ser tehdît û êrîşên dewleta Tirk jî wiha diaxive; “Em ji erdogan natirsin. Çiqas êrîş bike jî, emê axa xwe terk nekin û emê çiyayê xwe ji ti kesî re terk nekin. Ti carî Çiyayê Şengalê ne hatiye teslîmkirin. Kevir û darên wî jî bi xîretin.”

Qasim Îlyas diyar kir wan weke civaka Êzidî êdî tirsê derbaskirine û got: “Eger li vir nan jî nebe em bixwin, ji welatên xelkê baştire. Me tirs derbas kiriye, hewce nake em xwe ne ji balafirên erdogan û ne ji tu kesî bitirsînin. Hêza me li çiyayê Şengalê heye û emê ji ti kesî re vala nekin.”

Qasim Îlyas ku li aliyekî mala xwe ava dike, li aliyê din jî bi gotina stranên li ser Şengalê xem û kêfxweşiya xwe vedibêje.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button