Keçeke êzidî bûyerên nêzîkatiyên El-Bedadî bi Kayla Mueller re eşkere kirin
Keçeke êzidî di îfadeya xwe ya li pêşiya dadgeheke DYA`ê de eşkere kir ku bi endama rêxistina xêrxwaziyê ya Amerîkayê Kayla Mueller re maye û jê re gotiye ku serçeteyê bêrê yê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî destavêtiye wê û gefa kuştinê lê xwariyeke heke hewl bide bireve.
Li gorî AFP`ê, keça êzidî ya bi navê Leya Mela bi rêya wergervan li dijî El-Şafî El-Şêx îfade da ku tê texmînkirin gardiyanê endama rêxistina xêrxwaziyê ya Amerîkayê Kayla Mueller e.
Di çend rojên dawîn de gelek rojnamevanên ewropî û esîrên berê yên li Sûriyê di doza darizandina El-Şafî El-Şêx de dan ku endamekî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê ye ku bi navê The Beatles tê naskirin.
El-Şêx bi kuştina 4 amerîkiyan; Kayla Mueller, rojnamevanên serbixwe James Foley û Stephen Sotloff, endamê rêxistina xêrxwaziyê Peter Kassig tê tawanbarkirin.
Çeteyên DAIŞ`ê Kayla Mueller a ji Arizonayê Tebaxa 2013`an dema bi hevalê xwe yê sûrî re diçûn serdana nexweşxaneyekê li Helebê girt.
Destpêkê şaneya The Beatles ew girt, piştre radestî El-Bexdadî kir ku di operasyoneke taybet de li ser sînorên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hat kuştin
Leya Mela got ew tevî keçên din ên êzidî ji gelek baregehên DAIŞ`ê re hatine veguhastin. Di dawiyê de tevî Kayla Mueller di girtîgehekê de maye.
Leya daxuyand ku bi îşaretan û hinek peyvên erebî bi hev re axivî ne.
Keça êzidî ji dadgehê re got: “Rojekê Kayla birin. Lê dema vegeriya, pir tirsî bû. Kayla got, çeteyan jê re gotine, ew dixwazin me bi çeteyan re bidin zewicandin û yên birevin jî dê bikujin.”
Piştî 2 rojan, Leya û Kayla û keçeke din a êzidî dibin mala Ebû Seyf; serçeteyê DAIŞ`ê. Li gorî vegotinên Lya, mîna koleyan bi wan re dan û standine.
Leya Mela destnîşan kir ku piştî hefteyekê, ew dîsa birina malekê ku bi navê “Genî” bi nav kir û tê de dest davêjin jinên ciwan.
Li gorî Leya Mela şevekê El-Bexdadî tê û Kayla bi xwe re dibe. Roja din Kalya vedigere lê gelek xemgîn xuya dikir û didigriya. Kayla ji Lya re gotiye: “Dest avêtin min. Gefa kuştin li min xwarin ku heke hewl bidim birevim.”
Leya Mela biryar dide ku bireve û ji Kayla re dibêie ku pê re bireve lê Kayla vê yekê red dike. Lya got: “Ew pir tirsiyabû ku wê bigirin û serê wê jêkin.”
Lê Kalya ji Lya dixwaze ku çîroka wê ragihaîne cîhanê.
Leya Mela di vegotina şahidiya xwe de got ew ji pencereyekê derketiye û hilkişiye ser jenertor û xwe ji ser dîwar avêtiye û heta demeke dirêj beziye.
Piştî ku direve xwe digihîne birayê xwe. Birayê wê jî bi rêya hevalekî xwe ku li cem amerîkiyan wergervan e wê xilas dike û agahiyên der barê Kayla Mueller de radigihîne amerîkiyan.
Çeteyên DAIŞ`ê Sibata 2015`an kuştina Kayla di derbeyeke hewayî ya Urdinê de radigihînin. Lê Rêveberiya Amerîkayê ji vê yekê bi guman e.
Her wiha rojnamevanên serbixwe James Foley û Stephen Sotloff, endamê rêxistina xêrxwaziyê Peter Kassig bi destê DAIŞ`ê hatin kuştin. DAIŞ ji bo propogandayê dîmenên kuştina wan parve kirin.
Di Çileya 2018`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) El-Şafî El-Şêx û hemwelatiyekî brîtanî Alexanda Amon Koti (37) girtin dema direvîn Tirkiyê.
Di Cotmeha 2020`an de, QSD`ê her duyan radestî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê kir. Ji wir jî ew veguhastin Virginiayê. Li wir bi tawanên girtina esîran, kuştina welatiyên amerîkî û destekdayîna rêxistineke terorîst a biyanî hatin darizandin.
Koti yê bi navê “Ringo” tê naskirin di Îlona 2021`an de li xwe mikur hat. Di encama lihevirina wî bi dadgehê re, dê 15 salan di girtîgehê de bimîne û piştî wê dê radestî Brîtanyayê were kirin da ku li wir jî were darizandin.
Lê El-Şêx tawanan red dike, parêzerên wî dibêjin şaştiyek heye. Lê heke îsbat bibe ku destên wê di wan bûyeran de hene, dê heta mirinê di girtîgehê de be.