Riham Hiço: Êrişên ser Şengalê bi destûra Iraq û Koalîsyona Navnetewî pêktên

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço bibîrxist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi destûra Hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî pêktên. Riham bang li hêzên navnetewî kir da ku xwe ji bo civaka Êzidî zelal bikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê dewam dikin, dewleta dagirker di li 7’ê Kanûnê de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û zarokên wî birîndar rizgar bûn. Duh bi şev carek din dewleta Tirk a dagirker êrişî Şengalê kir. Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê de, Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji Rojnews re axivî.

‘Bi çekên Ewropa û Amerîkayê êrişî Êzidiya dike’

Endama Koordînasyon TAJÊ Riham Hiço despêka axaftina xwe de diyarkir ku hêzên ku DAIŞ xurt kirin, biçek kirin û DAIŞ’ê bi ser wan de şandin, ew hêz îro jî dewleta Tirk bi ser civaka Êzidî de dişînin. Riham dibêje; “Raste ev êrîş bi destê dewleta tirk têne kirin, lê li ber çavan xuya ye. Ev sîlehên ku li ser me têne şixulandin hinek ji wan Elmanî ne, hinek ji wan Amerîkî ne. Hemû jî yên dewletên Ewropî ne. Bi van çekên wan êrîşê me dikin.”

‘Hêzên navneteweyî divê ji bo civaka Êzidî xwe zelal bikin’

Riham Hiço diyar kir ku ew wekî civaka Êzidî ji bo tu netew, dewlet an jî baweriyê ne xeterin, lê li dijî bawerî, netew û axa wan êrîş têne kirin. Riham Hiço bi van gotinan bertek nîşanî hêzên ku desteka dewleta tirk didin da: “Em wekî civaka Êzidî dibêjin. Ew dewletên ku dewleta Tirk biçek dikin û li beramberî êrîşan wan bêdeng in êdî divê ev dewlet ji bo civaka Êzidî xwe zelal bikin. Em wekî civaka Êzidî, wekî jinên Êzidî ji dewleta Tirk zêdetir kesên ku Tirkiye biçek dikin sûcdar dibînin.”

‘Iraq û Koalîsyona Navnetewî destûra êrişan didin’

Endama Koordînasyona TAJÊ her wiha bibîrxist ku dewleta tirk bêyî destûra hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî nikare li asîmanê Şengalê bifire û bombebaran bike û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê, ev hevkarê wan êrîşan e. Em li ser dewleta Tirk nîqaş nakin, ji ber ku ew dijminê koka me ne.  Lê ev hêzên navneteweyî yên qaşo demokratîk in û mafê mirovan diparêzin, îro yê herî zêde însaniyet bi wan re nemaye ew in.”

Riham Hiço herî dawî da zanîn ku ewê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bisekinin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Civaka Êzidî jî li hemberî van êrîşan dest ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bernade û vîna xwe diparêze. Yek ji şêniyên Xanesorê Elî Hemîd destnîşan kir ku Meclîsa Gel a Xanesorê ku bûye hedefa êrîşan, meclîseke medenî bû ku pirsgirêkên civakê çareser dikir û karên civakî rêvedibir.

‘Behsa jenosîdê dikin, lê çek didin dewleta Tirk’

Elî Hemîd jî balkêşa ser berpirsyariya hêzên navneteweyî û wiha axivî: “Em dinêrin dewleta Elman, dewletên Ewropî dibêjin emê jenosîda Êzidiyan qebûl bikin. Lê ev çekên Elmanî ne. Behsa jenosîda Êzidiyan dikin lê çek didin Erdogan û ew jî êrîşê Êzidiyan dike.”

‘Em bi 74 fermanan neşikiyan, bi van êrîşan jî naşikên’

Elî Hemîd bêdengiya hikumeta Iraqê jî bi zimanekî tund rexne kir û sekna civaka Êzidî ya li beramberî van êrîşan wiha anî ser ziman: “Em bi kuştina çar însanan kêm nabin. 74 ferman li me rabûn em neşikiyan, tu kes nikare me bişkîne. Em fedayê Tawusê Melek in. Bila Êzidî zanibin, bila Meclîsa Ruhanî zanibe, bila hikumeta Iraqê zanibe îro li vê derê dan sibe wê li nav Laleşê bidin. Bi hezaran fedayên Tawusê Melek li ser vê axê hene. Em axa xwe ne ji dijminê xwe re ne ji kesekî re nehêlin. Emê xwe birêvebibin. Bila em sed kes bimirin di Çiyayê Şengalê de lê em axa xwe ji zarokên xwe re ewle bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button