Jinên Êzîdî li Mektaba Sor civiyan û daxwaza windahiyên xwe kirin

Jinên Êzîdî li Mektaba Sor civiyan û daxwaza windahiyên xwe kirin

 

 Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’emîn jiya. Fermana ku bi destê DAIŞ’ê li dijî gelê Êzîdî pêkhat, bihezaran mirov hatin revandin. Piraniya wan jin DAIŞ’ê bi hezaran mirov wekî kole bikar anî. Jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatin girtin bû birîna hevpar a hemû cîhanê. Kêmek berî salvegera 74’emîn a Fermanê, birînên jinên Êzîdî yên qalik ne girtî mîna roja yekem xwîn dirjîne. Jinên Şengalê li Mektaba Sor çalakiyek protestoyî li dar xistintin.

Şengal – Li ser fermana74’emîn a li dijî Êzîdiyan re 7 sal derbas bû. DAIŞ’ê 3 hezar 504 jin di nav de 6,373 Êzîdî dîl girtin. Hîn jî di derbarê çarenûsa piranî jin û zarok jî di navê de zêdetirî 3 hezar kesan de tu agahî tune ye. Şopên şerê li Şengalê hîn jî pir zelal in. Fermna di dilê jinên Êzîdî de veguherî birîn û hêrsê. Li Şengalê binêzbûna 3’ê Tebaxê re her devera ku şopên fermanê hildigre vediguhere cîhê çalakiyê û li kolanan wêneyên fermana ku bihezaran Êzîdiyên têde hatin kuştin û hîn jî di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin şîn digirin. Bin pêşengiya jinan li Şengalê xwepêşandan hatin destpêkirin û tê xwestin ku encamên fermanê ji cîhana ku mirovahiya wê di dema darazê de hate ceribandin, ji bo tevgera rizgarkirina bi hezaran Êzîdiyên ku hê jî di destê DAIŞ’ê de dest bi çalakiyan kirin.

Bin pêşengiya Weqfa Koma Piştgiriya Jinên Êzîdî, li Mektaba Sor a ku li navenda Şengalê ye û DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî roja fermanê têde kom kiribûn, çalakiya protestoyî li dar xistin.

Di çalakiyê de, daxuyaniya ku li ser navê Weqfa Koma Piştgiriya Jinên Êzîdî bi Erebî nivîsandî hate xwendin. Endama rêveberiya Weqfa Koma Piştgiriya Jinên Êzîdî Riham Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de, tekez li ser wê yekê hate kirin ku hîn jî tu xeber ji êsîrên di destê DAIŞ’ê de dîl hatine girtin tune û hikûmeta Iraqê jî li hember vê mijarê bêdeng e.

Çarenûsa jinên Êzîdî nayê zanîn

Piştî xwendina daxuyaniyê, Riham Hesen ji mikrofona me re axivî û got: “Piştî fermanê her sal Şengal divan deman de vediguhere qada çalakiyê” û da zanîn ku ewan çalakiya xwe ya îsal taybetî li dibistana ku jinên Êzîdiyên ku ketine destê DAIŞ’ê têde hatibûn komkirin pêkbînin û li wî cihî çalakî kirin wateyek we heye û wiha domand: “Me bi taybetî ew dibistan wekî cihê çalakiyê hilbijart. DAIŞ’ê jinên Êzidî anîn vê dibistanê û li vir îşkence kirin. Wan li vir jin, mêr, zarok, pîr û kal ji hev veqetandin. Em ê van dibistanên ku sembolên fermanê ne, veguherînin qadên berxwedan û têkoşînê. Fermanê 7 sal li pey xwe hişt, lê em hîn jî çarenûsa bi hezaran mirovên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne dizanin û hikûmet di vê mijarê de tiştek nake. Hikûmeta Iraqê hevpeyîmana 9’ê Cotmehê ku ji bo me berdewamiya fermane ye îmze kir. Hevpeyîman bi paşguhkirina vîna gelê Êzidî hate çêkirin. Di hevpeyîmanê de Êzîdî tune ne. Êzîdiyan îradeya ku biryarên xwe bi xwe bidin, ava kirine. Bi taybetî jinan piştî fermanê xwe rêxistin kirin û şer dikin. Ger peyîmanek bibe, divê ew bi naskirina vîna jinên Êzîdî pêk were. Tu hêzek ku sedema fermaneyê ji hêla gelê Şengalê ve nayê qebûl kirin. Em Êzîdî vê hevpeyîmanê ti carî qebûl nakin. ”

“Meclîsên Belçîka û Hollanda peyîmana 9’ê Cotmehê nas kirin”

“Her çend 7 sal di ser fermanê re derbas bû jî, cîhan di van demên dawî de dest bi axaftina bi dengek nizm be jî ji bo Êzîdiyan kiriye. Pêşî Meclîsa Belçîka û piştre jî Meclîsa Hollanda biryara fermana 74 li dijî civaka Êzîdî wekî jenosîd nas bike girtin. Gotarek pêşnûme biryarnameyê ku pêşkêşî her du meclîsan tê kirin, naskirin û piştgiriya ji bo pêkanîna peyîmana 9’ê Cotmehê ye.” Riham Hesen da zanîn ku dengê nizm ê ji cîhanê derdikeve biqasî erênî ye lê di gel wê de ji bo Êzîdiyan xeteriyê jî tine û axaftina xwe wiha domand: “Dibêjin me jenosit qebûl kiriye, lê di heman demê de jî  dixwazin hevpeyîmana 9’ê Cotmehê jî pêk were. Wê hingê, biryara ku wan stend ji hevpeyîmana 9’ê Cotmehê ku berdewamiya fermaneyê ne cuda ye. Ev siyasetek fermanê ye. Ger ew dixwazin tiştek li dijî fermanê bikin, divê vîna civaka Êzîdî, taybet jinên Êzîdî qebûl bikin. Şengal pergala xwe saz kir û dikare xwe bimeşîne. Bila cîhan pergala Şengalê ya Xweseriya Demokratîk nas bike. ”

“Em ji bo azadiya êsîran bi QSD’ê re di nav peyîwendiyan de ne” 

Riham Hesen di dawiyê de, spasiya xwe ji QSD’ê re anî ziman ku beşdarî rizgarkirina bi hezaran Êzîdiyên ku ji hêla DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin birine û wiha dom kir; “Piştgiriya QSD’ê ji civaka Êzîdî re pir girîng bû û em hîn jî bi QSD’ê re di têkiliyê de ne. Em di rizgarkirina gelê xwe yê Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de mane nebêhêvî ne û em ê lêgerîna xwe bidomînin. Wekî din,  hikûmeta Iraqê ji bo dîtina Êzîdiyên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin komîsyonek ava bike. Em ji bo dîtina Êzîdiyên winda komîsyonek pêşniyar dikin. ”

JINHA

 

Show More
Back to top button