Bersiva xelkê Şengalê ya dijî êrişan: Şoreş bê şehîdan nameşe

Şehadeta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel, hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê car din li dora hedefa Şengala xweser û azad kom kir. Şengalî bi yekîtiyeke xurt li hemberî vê êrîşê sekînin û ev peyam dan: “Beriya Şengal xweser û azad  bibe, me di saetekî de hezar şehîd didan, şoreş bê şehîdan nameşe.”

Piştî ku di fermana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên berxwedêr ve hate şikandin, ji bo Şengalê rûpeleke nû ya dîrokê vebû. Lê di serî de dewleta Tirk a dagirker û PDK, hêzên ku qirkirina civaka Êzidî erê kirine bi rê û rêbazên cûda gef û êrîşên li ser Şengalê berdewam kirin. Şengal 7 sal in di bin dorpêç û êrîşên giran de ji milekî ve parastina xwe ya cewherî xurt dike, ji milekî ve jî hewl dide pergala xweseriya demokratîk ava bike.

Tirk, PDK û Iraq bi awayek sîstematîk êriş dikin

Bi taybet piştî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê de êrîşên qirkirinê bi awayek sîstematîk têne meşandin. Ji ber van rastiyan êrîşên li hemberî pêşengên leşkerî, siyasî û civakî yên civaka Êzidî ne êrîşên rutîn an jî ji rêzê ne. Pêşengên ku bi keda bi dehan salan xwe perwerde kirine û barê civaka xwe girtine ser xwe bi derbekî têne şehîdxistin. Ji Mam Zekî heya Merwan Bedel ev plan bi dijminahî, hevkarî û îxaneteke mezin hate meşandin.

Di rojek pîroz de hate hedef girtin

Herî dawî di 7’ê Kanunê de li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel êrîşeke pêk hat. Merwan Bedel li gel zarokên xwe ji bo amadekariyên cejnê ji mal derketibûn. Beguman roja êrîşê ne tesaduf bû ku rojeke pîroz a Êzidiyan bû. Her wiha hebûna zarokên wî jî ne tesaduf bû. Merwan Bedel di rojeke pîroz de tevî zarokên xwe hate hedefkirin.

Şengal li dora pêşengê xwe bû yek û bersiva pêwîst da

Armanca esasî ya van êrîşan civaka Êzidî bêpeşeng hiştin û belavkirina pergala Rêveberiya Xweser e. Lê helwesta civaka Êzidî ya li hemberî vê êrîşe encameke cûda derxist holê. Ji hemû beşên civakê bi hezaran kes bi rojan e ji bo pêşengê xwe yê şehîd li ser piyan e û soz didin ku ewê Şengala azad û xweser ji bo bîranîna hemû şehîdan mîsoger bikin.

‘Dixwazin Rêveberiya Xweser bişkînin’

Endamê Mektep Siyasî yê PADÊ Hisên Hecî balkêşa ser planên li dijî Şengalê û ji bo armanca esasî ya van êrîşan ev nirxandin kir: “Em îro dizanin hemû planên wan li ser Şengalê ne. Gelek aliyên siyasî hene ku planên xwe li ser Şengalê pêk tînin da ku îradeya Şengalê nemîne, xweseriya Şengalê sist bibe. Em ji vir dibêjin, em tu carî terka doza xwe nakin, terka mafên Êzidiyan nakin. Wê yekî ji me alê bigire û emê vê dozê temam bikin.”

‘Pêşengên Êzidî ji dîrokê ve hedef têne girtin’

Ne tenê siyasetmedarên Şengalî, ji eşayirî û oldaran heya pêkhateyên Şengalê hemû Şengal li hemberî van êrîşan xwedî sekneke xurt û zelal e. Ji Mala Zero, Şêx Şemo jî balkêşa ser dîroka Êzidiyan û ji bo êrîşên li ser Şengalê got: “Ev tişt di dîroka Êzidiyan de nivîsandî ye. Ev hezar û 500 sal in pêşengên civaka Êzidî têne hedefgirtin. Ji ber ku dijminê hovane dibîne, dema civaka Êzidî bixwaze li ser piyê xwe bisekine pêşengan hedef digire.”

‘Şoreş bêyî şehadet nayê meşandin’

Şêx Şemo ji bo şehadet û bedelên ji bo xweseriya Şengalê jî ev nirxandina balkêş kir: “Ji fermanê heya niha hêzên YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzîdxan li ber xwe didin. Piştî fermanê heya niha me derdora 300 şehîd dane. Berê di saetekî de me hezar şehîd didan. Tiştekî kesîn e, şoreş bêyî şehadet nayê meşandin.”

‘Şehadet Êzidiyan xurtir dike’

Şêx Şemo di dawiyê de biryardariya civaka Êzidî ya ji bo azadiyê wiha nî ser ziman; “Şehadet me Êzidiyan xurtir dike. Ev peyva bav û bapîrên me ye. Em hemû Seîd, Zerdeşt û Merwan in. Em soz didin emê vê xetê xurtir jî bikin. Me soz daye, ew însanên ku destê xwe avêtine rûmeta miletê Êzidî, di zutirîn wext de wê destê wan were birîn.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS ŞENGAL

Show More
Back to top button