Şengal ji Rojava, gelê Ereb jî ji Êzidiyan tê qutkirin
Êrişên li ser Şengalê ku di fermana 2014’an de bi destê DAIŞ’ê destpêkir, 8 sal in bi planên nû dewam dikin. Niha jî dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û bi destê hikumeta Kazimî dixwazin Şengalê ji Rojava, gelê Ereb jî ji Êzidiyan qut bikin û Şengalê bixin nav qefesekî.
Di ser fermana 2014’an ev nêzî 8 sal in derbas dibe, lê êrişên li ser Şengalê û berxwedana Şengalê ya li hemberî van êrişan berdewam dike. Çi dibe sedem ku ev êrişên piralî û bênavber bi destê hêzên cûda ve li ser civaka Êzidî têne ferzkirin? Ji Êzidiyan û Şengalê çi tê xwestin? Şengal ji bo çi li ber xwe dide? Lazim e bi çend pirsên esasî rewşa Şengalê careke din were famkirin, ji ber ku di demên dawî de konsepteke nû ya dorpêçkirin û teslîmgirtina Şengalê di meriyetê de ye.
Di sala 2014’an de 2 armancên esasî hebûn ku dixwestin bi destê DAIŞ’ê pêk bînin. Yek jê civaka Êzidî bi qirkirina fîzîkî were tunekirin, ya din jî Çiyayê Şengalê bibe baregeha plan û projeyên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê. Wek tê zanîn ev plan biserneket. Piştre derket holê ku ev êrîşa li ser Şengalê parçeyek ji plana mezin a ji nû ve tanzîmkirina Rojhilata Navîn e ku amadekariya wê li Ammanê hatiye kirin.
Di 2017’an de PDK reviya dewleta Tirk ket tevgerê
Piştî ku ev plan bi berxwedana gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG-YPJ’ê têk çû, PDK dest bi hewldanên ji nû ve vegera Şengalê kir. PDK’ê bi taybet xwest xwe bike parçeyek pêngava rizgarkirina Şengalê û bi vî awayî hikmê xwe car din li ser Şengalê ferz bike. Lê ji bilî propagandayeke berfireh a ragihandinê, roleke PDK’ê ya rizgarkirina Şengalê çênebû. Taktîka PDK’ê ya wê demê ev bû: Gerîlayê azadiyê Şengalê rizgar bike PDK jî bi rêya propagandayê xwedî li vê berxwedanê derkeve. Bi taybet piştî rizgarkirina navenda Şengalê vê carê PDK’ê berê xwe da hêzên azadiyê yên li Şengalê, ev polîtîkaya PDK’ê heya sala 2017’an berdewam kir, lê piştî ‘referandûma serxwebûnê’ ya 2017’an PDK vê carê jî ji ber Haşdî Şeebî ji Şengalê reviya.
Heya wê demê stratejiya dewleta tirk ew bû ku PDK’ê vegerîne Şengalê û bi vî rengî siyaseta xwe bimeşîne. Lê ji ber ku ev stratejî biserneket vê carê dewleta tirk di 2017’an de dest bi êrîşên hewayî yên li ser Şengalê kir. Ev jî qonaxek nû ya êrîşan bû. Ji wê demê veye ev êrîşên hewayî berdewam dikin û rengê êrîşan gihîşt wê astê ku nexweşxane û meclîsa gel jî bikin hedef.
Emerîka û Neteweyên Yekbûyî tevlî destwerdanê bûn
Lê hate dîtin ku îradeya Şengalê bi van êrîşan naşikê û di bin çavdêrî û piştgiriya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî de, bi tevlîkirina hikumeta Kazimî planeke berfireh hate amadekirin ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hate morkirin. Ev jî di êrîşên li ser Şengalê de qonaxek nû û konsepteke piralî bû. Civaka Êzidî vê peymanê wekî Fermana Nû binavkir û heya niha jî bexwedana xwe ya li hemberî vê planê berdewam dike.
Ji ber ku ev plana tasfiyeyê ya bi navê Peymana 9’ê Cotmehê biserneket bi taybet piştî hilbijartina pêşwext ya Iraqê ya 10’ê Cotmeha 2021’an, vê carê planeke nû ya berfireh li Şengalê xistin meriyetê. Piştî hilbijartinan PDK’ê lez da hewldanên xwe yên provokatîf, dewleta tirk êrîşê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel û Meclîsa Gel a Xanesorê kir, herî dawî jî di şeva 1’ê Sibata 2022’an de bi dehan balefirên şer 6 saet bênavber Çiyayê Şengalê bombebaran kir.
Artêşa Iraqê ket nav Şengalê
Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê jî ji destpêka vê salê ve zêde bûye. Bi taybet di heyvên destpêkê yên salê de bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê wekî Rewşa Awarte hatibe ragihandin an jî darbeyeke leşkeri çêbûye, xwe berdan nav bajarê Şengalê. Bi taybet hin hêzên girêdayî PDK’ê yên di nav artêşê de gelek hewl dan ku şerekî germ destpêbike lê tedbir û xwînsariya hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê rê li ber vê provokasyona mezin girt. Piştî van êrîşên piralî niha jî projeya dorpêçkirina Şengalê di rojevê de ye. Ev demekî ye ku bi fermana hikumeta Kazimî artêşa Iraqê li ser sînorê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê dest bi çêkirina dîwar kiriye. Ev dîwar bi qasî 250 km dirêj e ku Şengal û rojava bi temamî ji hev qut dike. Xeta vî dîwarî ji deriyê Til Koçer heya Rabîa ye, ango di navbera 2 deriyên stratejîk de tê lêkirin.
Her çiqas artêşa Iraqê bi hinceta parastina sînor ji çeteyên DAIŞ’ê vî dîwarî bilind dike jî armanca esasî ew e Şengal û Rojava ji hev bi temamî were qutkirin. Niha li gelek bajarên Iraqê li hemberî artêş û polîsên Iraqê rojane êrîşên DAIŞ’ê hene, wekî din li herêmên di bin kontrola PDK’ê de gelek noqteyên DAIŞ’ê hene ku destwerdan nayê kirin. Bi kurtî ne hikumeta Kazimî ne jî rêveberiya PDK’ê li hemberî DAIŞ’ê destwerdaneke cidî pêş naxin li cihekî wekî Şengalê ewle bi hinceta DAIŞ’ê dîwar bilind dikin.
Hedef qutkirina Şengalê ji Rojava ye
Ev di rastiyê de projeya dorpêçkirina Şengalê ye, dixwazin Şengalê bixin di nav qefesekî de û mifteya vê qefesê jî bidin destê PDK’ê. Her kesekî ku ji dîroka şer hin tişt xwendibûn baş dizanin ku 2 armancên esasî yên dorpêçkirina bajar an jî welatekî heye. Yek jê bi polîtîkayên gefxwarinê teslîmgirtin e û eger ev pêk neyê bi êrîşen leşkerî dagirkirin e. Niha armanca dorpêçkirina Şengalê jî ev e. Pir zelal e ku eger derfet û mecal çêbe wê dewleta tirk a dagirker û PDK’a îxanetkar bixwazin Şengalê dagir bikin. Ev demeke ku hem di raya giştî de hem jî di pişt perdeyan de planên êrîşên dagirkirina Rojava û Şengalê di rojevê de ye.
Li gel lêkirina dîwar li ser xeta sînor, wekî parçeyek vê planê dixwazin gelê Ereb û civaka Êzidî jî ji hev qut bikin. Plan ew e ku ji xeta Medîban heya Bîr Qasim gundên ereban ji yên Êzidiyan werin qutkirin.
Di xeta sînor a Şengalê de zêdetir gundên Ereban hene û bi taybet gelê Ereb ê vê herêmê ji parastina cewherî heya xizmetgûzarî tevlî pergala Rêveberiya Xweser bûye. Di salên dawî de tifaqeke nû û xurt di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de pêş dikeve. Fikrê netewa demokratik herî zede jî livê herêmê pêş dikeve. Di rastiyê de di asta şoreşeke civakî de pêşketin hene ku êdî ev her du gel û bawerî bi hev re Şengala xweser ava bikin û biparêzin.
Dixwazin gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser qut bikin
Bi taybet PDK û dewleta tirk ji vê tifaqê gelek ditirsin û dixwazin vê tifaqê parçe bikin, gel û baweriyan car din bikin dijminên hev. Li hemberî vê polîtîkayê gelê Ereb jî helwesteke xurt nişan da û li dijî sîmkirina gundên Ereb ji gundên Êzidiyan derket. Ji ber vê helwesta gelê Ereb, artêşa Iraqê zext û gefên li ser gundên ereban zêde kirine. Gef li gelê Ereb tê kirin ku tevlî çalakiyan nebin, li dijî polîtîkayên hikumeta Kazimî dernekevin. Di esas de ji gelê Ereb dixwazin ku tevlî pergala Rêveberiya Xweser nebin û xwedî li fikra netewa demokratik dernekevin.
Di demekê ku Şengal tê dorpêçkirin de, serdana rêberê ruhanî ya Êzidiyan Bavê Şêx li çend welatên Ewropayê çêbûn. Bavê Şêx li Belçîkayê bang li dewletên Ewropî kir ku deriyên xwe ji civaka Êzidî re vekin. Her çiqas Bavê Şêx got ‘Ev tişt ne bi dilê min e’ jî ev daxuyanî rê li ber valakirina Şengalê vedike. Bavê Şêx li şûna ku banga vegerê li Êzidiyên Ewropayê bike banga koçberiyê kir. Bi xwe çiqas di ferqa wateya vê bangawaziyê de ye nayê zanîn, lê xuya ye ji bo politikaya koçberkirina Êzidiyan wê ji aliyê PDK’ê ve were bikaranîn. Ango ji aliyekê ve Şengal tê dorpêçkirin ji aliyekî ve jî rêya koçberiyê ji wan re tê vekirin.
Wek encam, civaka Êzidî bi planeke berfireh a dorpêçkirin, koçberî û qirkirina çandî re rû bi rû ye. Her wiha planeke tasfîyekirina pergala rêveberiya xweser û fikrê netewa demokratîk di meriyetê de ye. Ji ber vê rastiyê Şengal hem bi êrîşeke piralî ya îdeolojîk û çandî re hem jî bi polîtîkayên şer re rû bi rû ye. Ev plan jî bi krîza siyasi ya Iraqê ve jî girêdayî ye. Xuya ye ne hêzên herêmî ne jî yên navneteweyî naxwazin krîza li Iraqê çareser bibe, berevajî çareseriyê Iraq ber bi parçebênû ve diçe. Projeya rêveberiya xweser a Şengalê û fikrê netewa demokratîk tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye. Û eger li Şengalê çareserî pêş bikeve wê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Iraqê vekira. Lê xuya ye li Şengalê jî li Iraqê jî li şûna çareseriyê polîtîkayên şer û aloziyê têne pêşxistin. Dorpêçkirina Şengalê di rastiyê de dorpêçkirina çareseriya demokratîk a Iraqê ye.
ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS