Çêkirina dîwar îşareta êrîşekê ye

Plan û projeyên hikûmeta Iraqê, Tirkiye û PDK’ê yên li ser Şengalê her diçin berfirehtir dibin. Ji roja ku Rêveberiya Xweser a Şengalê xweseriya xwe îlan kiriye heta niha komplo, plan, êrîş û tunehesibandin li ser Şengalê xelas nabin. Hikûmeta Iraqê-Tirkiyeyê-PDK’ê di her firsendekê de dikevin nav dek û dolabên ku dê deskeftiyên gelê êzidî çawa ji holê rabikin. Ev yek di gelek mînakên dema borî de jî derketin pêşberî me ku dixwazin Şengalê dorpêç bikin û civaka êzidî tasfiye bikin.
Niha jî hikûmeta Iraqê bi armanca ku têkiliyên di navbera Şengal-Rojava de qut bike dîwarên ji betonê ava dike. Li dijî çêkirina dîwar şêniyên Şengal û Rojava, siyasetmedar, sazî û dezgehên kurdan bertekên xwe nîşan dan û didin. Têkildarî mijarê rojnamegerê ji Şengalê Îbrahîm Êzdî bi Xwebûnê re axivî.

Bi salane êrîş dikin

Rojnameger Îbrahîm Êzdî di axaftina xwe de diyar kir ku plan û dorpêçkirina li ser civaka êzidî xwedî paşxaneyeke dîrokî ye û wiha got: “Plana dorpêçkirin û tesfiyekirina civaka êzidî bi hezarên salan ne di plana dijminên kurdan de ye lê her sal bi şêwazekî cuda planên xwe pêk tînin. Di dîrokê de li derdora salên 1970 û beriya wê, çiyayê Şengalê ji aliyê hin eşîrên ereban ve ku wê demê dewletê jî piştgiriya wan dikir di dorpêçê de bû. Lê ji ber wê demê civaka êzidî li çiyayan dijiyan û hemû pêdiviyên xwe bixwe peyda dikirin, zêde bandor li ser civakê nedikir. Piştî sala 1975’an gelê êzidî ji çiyayan hatin derxistin û li deştê ji wan re bajarok çêkirin û hatin bicihkirin. Ev yek bû dorpêça herî mezin a li ser civaka êzidî. Ji ber ku ev bajarok ji aliyê desthilatdariyê ve dihatin parastin. Di hemû ferman û êrîşan de herî zêde gelê êzidî zirar dîtiye.”

Biryara qirkirina êzidiyan dabûn

Îbrahîm Êzdî destnîşan kir ku di êrîşa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê de plana qirkirina êzidiyan hatibû dayîn û ev tişt anî ziman: “Lê aliyên êrîşker bi wê nefikirîn ku gelek şoreşger û bi hezaran şervanên ji Rojava li kêleka Şengalê ne û ew ê bi hawara êzidiyan ve biçin. Ji ber wê di plana qirkirina êzidiyan de wek ku difikirîn pêk nehat. Ji ber ku sînorê Rojava û Şengalê di bin kontrola şervanan de bû. Gelê êzidî di vî sînorî re xwe gihandin Rojava û ji qirkirinê rizgar bû.”

Daxuyaniya Babe Şêx

Êzdî bal kişand ser girîngiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û da zanîn ku piştî ku li Şengalê rêvberiyeke xweser hat avakirin û gelê êzidî bi neteweya demokratîk xwe ji fermanan rizgar dike û xwe bi rê ve dibe dixwazin Şengalê dorpêç bikin û wiha got: “Gelê êzidî îro bi vê rêveberiya xweser bûne hêz û îrade. Ji ber êzidiyan di vî sînorî re xwe ji fermanê rizgarkirin niha jî hikûmeta Iraqê di bin zexta dewleta tirk de dixwaze Şengalê bi tevahî dorpêç bike. Dema mirov bala xwe dide çêkirina vî dîwarî xuya dibe ku amadekarî ji bo êrîşekê têne kirin. Di serî de hewl dan ku gel ji Şengalê derxin derve, ev yek jî bi destê PDK’ê hat kirin. Pêngava valakirina Şengalê ji niha ve destpê kiriye. Weke gava yekemîn di meha adarê de PDK’ê bi Babê Ruhanî yê êzidiyan re hevdîtineke pêk anî. Babe Şêx li gel çend kesan ku PDK’ê bi rêkiribûn re şandin parlamentoya Belçîkayê û li wir Babe Şêx li ser civaka êzdiyan daxuyaniyeke metirsîdar da. Babe Şêx bang li Ewropayê dikir ku deriyên xwe ji êzidiyan re vekin da ku ji Iraqê derkevin. Ev daxuyanî di dema ku karê dorpêçkirina Şengalê dewam dikir de bû. Ev daxuyaniya Babe Şêx jî hin tişt zelaltir dikirin.”

Çêkirina dîwar îşareta êrîşekê ye

Rojnameger Êzdî destnîşan kir ku bi daxuyaniya KCK’ê derket holê ku amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşên li ser axa Başûr hene û Şengal jî ji van êrîşan ne qut e û wiha anî ziman: “Dewleta tirk dixwaze êrîşê bibe ser Şengalê lê kengê û çawa ew nediyar e. Eger mirov Daxuyaniya Babe Şêx, KCK’ê û çêkirina dîwar baş şirove bike, xuya dibe amadekarî ji bo êrîşekê li ser Şengalê tê kirin. Ji bo Şengal nikaribe destekê ji rojava bigire dîwar hat çêkirin. Ji bo gel li kêleka hêzên parastina Şengalê kom nebe û hêza parastinê bi tenê bimîne dîwar tê çêkirin. PDK bi rêya Babe Şêx dixwaze Şengalê ji gel vala bike.”

Dixwazin bi derewan gel îkna bikin

Îbrahîm Êzdî destnîşan kir ku Şengalê wek ‘Hîlala Şîa’yê pênase dikin ji ber ku Îran wî cihî jixwe re wek cihekî stratejik dibîne û wiha got: “Neteweyên Yekbûyî destekê dide çêkirina dîwar. Desteka xwe di aliyê lojîstîkî de dide. Amerîka jî dixwaze dîwar bê çêkirin da ku çûn û hatina Haşdî Şabî ya ji bo Sûriyeyê bê astengkirin. Aliyên Şîa ji ber di hilbijartinên Iraqê de derb xwarin, di nava wan de jî belavbûn çêbûye û bi pirsgirêkên navxweyî re mijûl dibin. Weke berê girîngiyê nadin Şengalê û sînor. Di halê hazir de li hemberî çêkirina dîwar gelê Şengalê û Rojava tenê ye. Bi şerê xwe yê ragihandinê Iraq û PDK dixwazin gel îkna bikin û wisa bidin xuyakirin ku ev dîwar ji bo rê li ber çûn û hatina çeteyên DAIŞ’ê bigirin tê çêkirin. Lê rêveberiya xweser helwesta wê zelal e û wê li dijî çêkirina dîwar derkeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN-XWEBÛN

Show More
Back to top button