Pêşîmamê civaka Êzidî Hiznî Hesen Omer koça dawî kir

Welatparêzê Kurd pêşîmamê civaka Êzidî Hiznî Hesen Omer, ku demeke dirêj ji ber nexweşiya kanserê dihate dermankirin, koça dawî kir.

Ji oldarên civaka Êzidî Pêşîmam Hiznî Hesen Omer, ku demeke dirêj ji ber nexweşiya kanserê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dihate dermankirin, çû ser dilovaniya xwedê.

Pêşîmam Hiznî yê ji gundê Til Xatûnkê yê navçeya Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber zext û zora rejîma Baas di sala 1979’an de koçî Elmanyayê kiribû.

Weke dilsozekî civaka xwe û gelê Kurd, heta kêliya dawî ya jiyana xwe dilsozê tevgera azadiyê ya Kurd bû.

Bi taybetî ji bo parastina bawerî, çand û zimanê civaka Êzidî ya li Ewropa, rêxistinbûn û çalakbûna wê, di nava saziyên Êzidî û Kurdistanî de kar kir.

Pêşîmam Hiznî ku demekê Hevserokatiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan kir, heman demê, li ser navê civaka Êzidî, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bû.

Hate ragihandin, ku cenazeyê Pêşîmam Hiznî wê ber bi Tirbespiyê bê şandin û li Goristana Diyarê Felekê ya gundê Otilceyê bê veşartin.

Tê payin ku li Tirbespiyê û Elmanyayê ji bo sersaxiyê taziye bê danîn.

ANF-HANNOVER

Show More
Back to top button