Rojnamevana Şengalî: Divê hemû roj bi rengê jinê were xemilandin

Rojnamevan Dalya Xelef a Şengalî 8’ê Adarê li hemû şervanên û fermandarên YJA-STAR yên ku di rizgariya Şengalê de cihê xwe girtine û şehîdên Êzidxana pîroz û fermanê pîroz kir û got: “Divê hemû roj bi rengê jinê were xemilandin, roj hemû rojên me ye.”

Bi boneya 8’ê Adarê Rojnamevan Dalya Xelef li ser girîngiya vê rojê axivî. Rojnamevanan Dalya Xelef, di serî de ev roj şervanên û fermandarên YJA-STAR yên ku di rizgariya Şengalê de cihê xwe girtine û şehîdên Êzidxana pîroz û fermanê pîroz kir.

8’ê adarê bi xwe dîrokekê wê heye

Rojnamevan Dalya Xelef di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên Êzidî û cihanê pîroz kir û wiha axivî: “8’ê Adarê bi xwe dîrokekê wê heye. Desthilatdariya zilam ya ku di roja me ya îro de tê meşandin di dîrokê de heya niha heye. Ev zilm û zexta li ser jinê pênc hezar salin xwe didomîn e. Heger jin di febriqeyên Emerîkayê de hatine şewitandin, ji ber neheqî qebûl nekirine, mafê xwe geriyan e. Ji bo vê serhildanên jinê di dîrokê de destpê dike. Jinê her serî rakiriye. Rûxmê zilamê serdest îradeya jinê nas dikir, pêşengtiya wê nas dikir rûxmê vê jî her tim êriş bir ser jinê.”

Bila hemû roj bi rengê jinê were xemilandin, roj hemû rojên me ye

Rojnamevan Dalya Xelef wiha berdewam kir: “Di dîroka borî de heger zarok keçîk bû bi saxî bin xak dikirin. Ev tişt ji me re xerîb nayê. Tişta ku em bikin, li hemberê vê desthilatdariyê serî rakin. Dema ku Clara Zetkîn di meclîsê de nêrîn da û got ‘bila 8’ê Adarê bibe roja jinê’ Rêbertî jî berevajiyê vê got ‘bila hemû roj bibe ya jinê’. Bila hemû roj bi rengê jinê were xemilandin, roj hemû rojên me ye. Zilamê serdest heya roja me ya îro jî vê rojê qebûl nakin.”

‘Qetilkirinên ji dervey Kurdistanê tê serê jinê ji fermana 73’an ne cuda ye

Rojnamevan Dalya Xelef herî dawî jî wiha anî ziman: “Fermana ku serê civaka Êzidî de hatî bi hezaran jinên Êzidî hat qetil kirin û wek esîr ketê destê çeteyên DAIŞ’ê. Heger dorhêla Kurdistanê de ferman tê serê jinê ji fermana 73’an ne cuda ye. Ji bo vê em wekî jin pêwiste em bêjin em jin in û em hene. Jin bi taybet di fikir û ramanê Rêbertî de cihê xwe digere. Jin di çeperên herî pêş, di qehremantiya dîrokê de cihê xwe digire. Her wiha yê ku destê jina Êzidî girtî, YJA-STAR bû.”

ROJNEWSHÊJAR AVESTA

07/03/2024 Demjimêr 12:44

Show More
Back to top button