Ji bo Şehîd Sadûn konê sersaxiyê hate vedan

Li Şengalê ji bo Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku 29’ê Sibatê di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, xêr hate dayîn û xelkê Şengalê serdana malbatê kir.

Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî di 29‘ê Sibatê de li navbera gundên Werdiyê-Ziravikê ya girêdayî nahiya Tilizêr ya Şengalê de, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Şehîd Sadûn Mîrza Elî 1’ê Adarê bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya Serdeşta Çiyayê Şengalê hate definkirin. Îro jî li mala şehîd ya li Şengalê xêra wî hate dayîn û konê sersaxiyê hate vedan. Ji danê sibehê ve hemû kesûkarên şehîd, hem xelkê Şengalê û bi taybet jî saziyên Şengalê serdana konê sersaxiyê kirin.

‘Emê serî li ber êrîşan netewînin’

Şêx Mûrad Şengalî ku tevlî xêrê şehîd Sadûn bû, têkildarî jiyan û xebata şehîd ji ajansa me re axivî û wiha qala wî kir: “Hevalê Sadûn mirovek pir baş bû, zerera wî nedigihişt tu kesî, birayê wî jî şehîd bû. Dewleta Tirk dijminahiyê li hemû Êzidiyan dike. Di salvegera şehadeta Şehîd Şêrzad de hedefgirtina hevalê Sadûn jî bêbextiya dewleta Tirk nîşan dide. Berpirsê wan êrişan hikûmeta Iraqê ye ku rê dide ev êriş li dijî me werin kirin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Hemû dinya dizane, em dest ji ol û baweriya xwe bernadin. Dewleta Tirk a dagirker çiqas êriş bike jî em li ser ol û baweriya xwe bijîn. Emê weke malbatên şehîdan serî li ber êrişan netewînin.”

Ji malbateke welatparêz û berxwedêr bû’

Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî di xêra Şehîd Sadûn de amadebû û hestên xwe parve kir: “Îro di şexsê Şehîd Sadûn de em bejna xwe li ber hemû Şehîdên xwe ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin. Hevalê Sadûn ji malbatek welatparêz ya berxwedêr bû. Di fermanê de birayê Şehîd Sadûn jî tevlî berxwedanê bû û xwest birînên civaka Êzidî derman bike. Bi vî awayî hevalê Sadûn jî xwest birînên civaka xwe bipêçîne.”

‘Hikûmeta Iraqê ji van êrişan berpirsyare’

Dayê Şemê di dewama axaftina xwe de balê kişand ser dijminahiya dewleta Tirk ya bi civaka Êzidî û hevkariya hikûmeta Iraqê ya bi dijminê Êzidiyan re û wiha pêde çû: “Careke din em dibînin dewleta Tirk a dagirker, di salvegera fermandar Şehîd Şêrzad Şemo de, hevalê Sadûn hedef girt. Îro em dibêjin, gazinên me ji dijminin, em xwe muxtacî wan nakin. Berpirsê yekem di van êrişan de hikûmeta Iraqê ye. Li cihê êrişê hêzên Iraqê astengî derxistin û nehişt zû bi birîndar ve biçin û hiştin ku hevalê Sadûn şehîd bibe. Iraq hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Bi vî awayî dijminahiya koka Êzdayetiyê dikin. Em vê hesabê ji hikumeta Iraqê dipirsin.”

‘Heval Sadûn tu carî serê xwe li beramberî dijmin netewand’

Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Azad ku hevalê xebatê yê şehîd Sadûn bû, li konê sersaxiyê ji ajansa me re axivî û wiha behsa şehîd kir: “Bi salane me bi hevalê Sadûn re kar kiriye, hevalek welatparêz û kedkar bû. Hevalê Sadûn bi destê dewleta Tirk a dagirker hate şehîdxistin, destê sixûr û xwinmijan di şehade wî de hene. Lê ew ne yê destpêkê bû. Hevalê Sadûn pêşengtiyê kir, tu carî pişta xwe neda dijmin û serê xwe li dijmin re netewand. Em jî soz didin ku em li pey armancên wan bimeşin û xwîna wî li erdê nehêlin. Hevalê Sadûn tevlî hêzên parastinê bû û di fermanê de jî Şengalê û civaka xwe parast. Piştî YBŞ ava bû jî tevlî YBŞ’ê bû. Heya roja îro jî keda xwe li beramberî gelê xwe kêm nekir. Em sersaxiyê ji malbat, ji gelê xwe û ji Rêber Apo re dixwazin. Piştî fikrên Rêber Ocalan ketin Şengalê, em jî li ser vê fikrê xwe saz dikin. Banga me ji gelê me ewe ku civak zarokên xwe ji bandora dijmin biparêzin. Dewleta Iraqê ji xwe nemaye, hikûmeta Iraqê bi bandora dewletên derve tevdigere. Me êrişî tu kesî nekir, lê emê ji kesên ku êrişî me dikin, xwe biparêzin û bersivê bidin wan. Hikûmeta Iraqê divê bi dewleta Tirk a dagirker re tevnegere. Em hikûmeta Iraqê ji ber wan êrişan ku bixwe destûr dide wan êrişan û dibe berpirsê sereke, şermezar dikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

02/03/2024 Demjimêr 19:25

Show More
Back to top button