Kongre ‘Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser’ erê kir

Reşnûsa 'Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê' ku ji bo dengdanê pêşkêşê kongreya 5'emîn a MXDŞ'ê hatibû kirin, hate pesendkirin. Di hevpeymana civakî de Rêveberiya Xweser a Şengalê weke satûya Êzîdiyan hatiye binavkirin û ji bo naskirina wê jî bang li Iraq û hêzên navnetewî têkirin.

Di Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de yek ji rojevên herî girîng jî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Ev cara yekem e ku hevpeymaneneke civakî tê amadekirin ku di nav de gelek xalên girîng ên fikrî, civakî, siyasî û îdarî hene. Di esasê xwe de ev hevpeymana Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû pêkhateyên Şengalê re ye ku têkiliya gele Şengalê û Rêveberiya Xweser jî destnîşan dike. Her wiha ev hevpeyman, têkiliya Şengala Xweser û Iraqa demokratîk di çarçoveyeke fireh de tarîf û zelal dike.

Di destpêka hevpeymanê de rastiya dîrokî, çandî, civakî ya Iraqê, Deşta Nînowayê û Şengalê hatiye nirxandin ku ev tespît tê de cih digirin: ”Rojhilata Navîn ku îro roj bi şer û pevçûnên dewlet û desthilatdariyê dinale, çavkaniya jiyana civakî û çandên qedîm e. Rojhilata Navîn her çiqas îro bûye qada ceng a dewletan, di rastiya xwe de cih û warê çand û baweriyên qedîm e. Lê bi pêşketina desthilatdariyê re, ev 5000 hezar sal in şûrê desthilatdaran li ser serê gel û baweriyan her li ba ye. Axa ku em lê dijîn, Iraq ji wê rojê heya roja me ji şer û cengan, ji kuştin û talanê xwe xilas nekiriye.”

‘Netew-dewlet pergala qirkirinê ye’

Di hevpeymanê de, bi taybetî qeyrana civakî û siyasî ya ku pergala netew-dewletê li Rojhilata Navîn pêşxistiye jî bi van tespîtan hatiye nirxandin: ”Pergala netew-dewlet a ku bi destê kapîtalîzmê li Rojhilata Navîn hate ferzkirin, pirsgirêkên civakî, siyasî, çandî û aborî yên herêmê girantir kir. Şer û pevçûnan ji her demê girantir kir. Ferman û talanên li ser gelên bindest, bîr û baweriyên qedîm gihîşt asta jenosîdê. Ji ber ku pergala netew-dewlet, reng û dengen cûda qebûl û nas nake. Yan wê hemû çand, bîr û bawerî teslîmî vê pergalê bibin, yan jî wê werin qirkirin.”

‘Deşta Nînowayê deşta pêkvejiyana gelan e’

Hevpeymana Rêveberiya Xweser a Şengalê, rewş û rastiya Deşta Nînowayê jî bi berfirehî nirxandiye û têkiliya dîrokî û civakî ya Deşta Nînowayê û Şengalê wiha tarif kiriye: ”Ji tarîxê ve gelek çand, bîr û bawerî ev deşt ji xwe re kirine cihê hebûn û jiyanê. Mesîhî, Şebek, Êzidî, Tirkmen, Ereb, Keldanî, Suryanî jî di nav de gel û baweriyên herî qedîm ên li Iraqê, Deşta Nînowayê ji xwe re kirine qada jiyanê. Iraq, çawa ku navenda Rojhilata Navîn e, Deşta Nînowayê jî navend û cewherê Iraqê ye. Nînowa mifteya Iraqê, Şengal jî mifteya Mûsilê ye. Şengal mifteya Mûsilê, deriyê çareseriya krîza Iraqê ye.”

Civaka Êzidî ji ber bîr û baweriya xwe rastî fermanan hatiye’

Piştî tarîfkirina rewşa Iraqê û herêmê, li ser heqîqeta civaka Êzidî jî wiha hatiye gotin: ”Civaka Êzidî, çand û baweriya herî qedîm a dîrokê û mirovahiyê ye. Êzidî, ji ber bîr û baweriya xwe, ji ber heqîqeta xwe ya civakî di dîrokê de herdem rastî komkujî, êrîş û talanan bûne. Ji bo parastina heqîqeta xwe, êşên mezin kişandine, ferman û sirgûn ji wan kêm nebûye. Weke civaka Êzidî, di destpêka sedsala 21’emîn de em rastî fermaneke mezin hatin. Çawa ku sedsala 20’emîn bi qirkirina gelên Ermen, Asûr, Suryan û Keldaniyan destpêkir, sedsala 21’emîn jî bi jenosîda li ser civaka Êzidî destpêkir.”

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê, destnîşan dike ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê di rojên giran ên fermanê de ji ber pêdiviya parastina cewherî û rêveberiya cewherî derketiye holê û rastiya vê pergalê wiha hatiye nirxandin: ”Piştî rizgarkirina Şengalê, ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe sazî û dezgehên xwe birêxistin kirin, bi hêza xwe ya cewherî hemû pirsgirêkên xwe çareser kirin. Ev îrade û berxwedan ne tenê rê li ber rizgariya Şengalê vekir, her wiha Iraqê jî parast. Rêveberiya Xweser bû navê Xwe Parastina ji Fermanan.”

Rêveberiya Xweser pergala parastina civaka Êzidî ye’

Di beşa dawî ya nirxandina hevpeymanê de, tê destnîşankirin ku, pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê ne tenê pergaleke civakî û siyasî ye, her wiha pergala parastina hebûna civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê ye û ji bo pergala xweseriyê ev mînak hatine dayîn: ”Di roja me ya îro de li gelek deverên cîhanê herêmên xweser, pergalên xweseriyê hene. Bi taybet ji bo komên çandî û baweriyê, pergalên xweseriyê bûye mifteya parastina hebûna xwe û rêvebirina jiyana xwe. Her ku diçe li cîhanê û li herêma me jî, demokrasiya xwecihî û rêveberiya herêmî pêş dikeve. Mafên siyasî û çandî didin çand û baweriyên cûda.”

‘Divê Iraq Rêveberiya Xweser nas bisiklet’

Di dawiya nirxandina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê de ji bo naskirina pergala xweseriyê di serî de Iraq, bang li hemû hêzên navneteweyî hatiye kirin: ”Irak, bi îdareya dewleteke federal tê rêvebirin, destûra bingehîn a Iraqê jî ji bo pêşxistina rêveberiyên herêmî xwedî çend yasayên esasî ye. Li ser vê esasê, Rêveberiya Xweser a Şengalê mînaka herî baş û berbiçav a pêkanîna vê destûrê ye. Şengala Xweser û Iraqa demokratîk du rastiyên esasî yên bi hev ve girêdayî ne ku bêyî hevûdû nabin. Rêveberiya Xweser a Şengalê zemîna avakirina Iraqa demokratîk û li ser vê esasê parastina yekîtîya demokratîk a Iraqê ye. Li ser vê esasê lazim e hebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliye Iraqê û hemû hêzên herêmî û navneteweyî ve were famkirin û qebûlkirin.”

Hevpeymana Civakî, piştî nirxandina rewşa çandî, civakî û siyasî ya ya Iraqê û Şengalê, bi çend hikmên esasî hedef û armancên xwe yên siyasî, civakî, çandî, aborî û hemû qadên jiyanê tarif dike. Her wiha pîvanên xwe yên fikrî jî bi zelalî datîne holê ku ev fikir xwe dispêre fikrê netewa demokratik a Rêber Abdullah Ocalan. Çend ji xalên esasî yên hevpeymanê ev in;

  • Rêveberiya Xweser a Şengalê; xwe dispêre pergala demokratîk, xwezaparêzî (ekolojik) û azadîxwaziya jinê.
  • Çavkaniya hêz û rewabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdariya wekhev û azad a hemû gel û komên baweriyê ye û ev rêveberî xwe dispêre îradeya gelên Şengalê.
  • Di pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê de hemû çand, ol, bawerî û ziman di hemû qadên jiyanê de

wekhev in. Hemû civakên çandî û olî jiyana xwe li ser zimanê dayikê ava dikin û rêvedibin.

  • Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser esasê demokrasiya xwecihî û beşdariya wekhev û azad a gelan, xwe parçeyek ji ax û îdareya Iraqê dibîne.
  • Rêveberiya Xweser a Şengalê, fikrê Netewa Demokratîk ji xwe re esas digire, ji bo pêşxistina jiyaneke azad û wekhev a di nav gelan de kar û xebat dimeşîne.
  • Rêveberiya Xweser a Şengalê hebûna jinê weke hebûna civakî dibîne, rê nade ku jin bi ti awayî were îstîsmarkirin.
  • Rêveberiya Xweser a Şengalê, di hemû qadên siyasî û civakî de pergala hevserokatiyê weke pîvaneke bingehîn esas digire.
  • Ciwan, hêza pêşeng a civakê ye. Di hemû qadên jiyanê de rêxistinên xwe ava dike û bi hêza xwe ya rêxistinî di hemû qadan de cih digire.
  • Parastina cewherî ji bo hemû gel, çand, ol û baweriyan mafeke rewa û xwezayî ye. Hemû kes û kom, di ber parastina Şengalê de xwedî erk û berpirsyarî ne.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button