TAJÊ: Tola jinên Êzidî hat girtin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê, daxuyaniyek belavkir û hate gotin; “Bi rizgarkirina Reqayê tola jinên Êzidî hatiye girtin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ku ji aliye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat rizgarkirin daxuyaniyek da. Di daxûyaniyê de şervanên ku di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û soza xwedîderketina li keda ji bo jin û civaka Êzidî hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em 6’emîn salvegera rizgarkirina Reqayê di serî de li gelê Rojavayê Kurdistanê, li gelê Reqayê, li tevahî gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li Êzidiyan û jinan Êzidî pîroz dikin. Em bi vê wesîleyê careke din li hêzên YPJ-QSD’ê pîroz dikin, ji ber ku bi dehan zarok û jinên Êzidî li Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizarkirin û ew bi awayekî bi ewle radestî malbatên wan kirin.

TAJÊ di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser girîngî û wateya rizgarkirina Reqayê û wiha domand; “Çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê xwe bi rêxistin kiribûn û weke paytexta wan dihat binavkirin. Têkçûna DAIŞ’ê li Reqayê ji bo hemû cîhanê serkeftin bû. Rizgarkirina Reqayê bi taybetî ji bo jinên Êzidî cihekî xwe yê taybet heye. Ji ber ku li wî bajarî gelek jin, zarok û keçên me hatin dîlgirtin, hatin îşkencekirin, firotin û tecawizkirin. Em ê tu carî vê êşa mezin a ku bi me jinên Êzidî û keçên Êzidî dane jiyîn ji bîr nekin. Binkeftina DAIŞ’ê û dawîanîna wê di aliyê fizîkî de em weke serkeftina jinên Êzidî dibînin, vê serkeftinê li hemû dayikên me pîroz dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de TAJÊ bang li hemû aliyên berpirsyar û hêzên navneteweyî kir ku bêyî hesabê berjewendiyên xwe yên siyasî bikin di zûtirîn demê de dadgehek ava bikin û çeteyên girtî bidarizînin û wiha berdewam kir; “Wekî tê zanîn niha bi sedan çeteyên DAIŞ’ê girtî ne û di destên hêzên QSD’ê de ne. Lê heya niha nehatine darizandin. DAIŞ ne tenê ji bo gelê Rojava û gelên Sûriyeyê hêzeke xeter bû, ji bo tevahî cîhanê xeteriyekî mezin bû. QSD’ê cîhan ji belayekî mezin rizgar kir. Lê heta niha hêzên navneteweyî ji bo darizandin û tunekirina DAIŞ’ê tiştekî nekirine, em vê helwestê rexne û şermezar dikin.

Herêmên ku DAIŞ’ê dagir kiribûn hatin rizgarkirin lê heta niha hîna xeteriya DAIŞ’ê berdewam e. Hîna jî li gelek cihî xwe bi awayekî veşartî rêxistin dike. Hîna gelek hêz di bin vê fikir û bîrdoziyê de xwe bi rêxistin dikin û ji bo hemû gelan xeterê ava dikin. Di heman demê de li kompa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ’î tê de hene, tu kesek xwedî li hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î dernakeve. Bi taybetî bi wesîleya rizagarkirina Reqayê, weke jinên Êzidî em bang dikin ku DAIŞ’î werin darizandin û hêzên piştevaniya DAIŞ’ê kirine, bûne alîkar û her awayî destek dane, werin cezakirin û darizandin. Ev jî daxwaza me ye.”

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên herî dawî li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha got; “Bi rasthatina salvegera rizgarkirina Reqayê û serkeftina wê dewleta Tirk dagirker êrîşên xwe li ser Rojava, Bakûr-Rojhilatê-Sûriyeyê dijwartir kir ev berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye. Em dewleta Tirk şirîk û hevkarên DAIŞ’ê dibînin û rûyê wê yên duyemîn dibînin. Dewleta Tirk a dagirker niha jî tola binkeftina DAIŞ’ê ji gelên Bakûr-Rojhilatê-Sûriye û hêzên wê yên parastinê digre û bi heman hişmendiya DAIŞ’ê êrîşî şoreşa jin û ya gelan dike. Di serî de divê ji dewleta Tirk a ku herî zêde piştgiriya DAIŞ’ê kir hesab jê were xwestin û bê darizandin.

Pêwîst e em weke jinên Êzidî, jinên Ereb û tevahî civak li dijî vê metirsî û xeteriya hebûna DAIŞ’ê têkoşîna xwe mezin bikin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku em têkoşîna xwe, rêxistin û hêza xwe bikin yek û bi hev re li hemberî her cure êrîşan bisekinin, têkoşînê mezin bikin û bibin hêza hesab pirsîn û tol hildanê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button