Li Şengalê Cejna Cimaya Şerfedîn tê pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Cimaya Şerfedîn bi beşdariya hezaran kesan hate pîrozkirin. Cejna Cimaya Şerfedîn ku yek ji cejnên girîng yên civaka Êzidiyane, roje yekemîn ya cejnê bi eleqeyek mezin ya civaka Êzidî ji Şengal û Başûrê Kurdistanê bidawî bû.

Di dîroka Êzidiyan cejnên Cimaya ku di despêka meha Tebaxê de tên pîrozkirin, xwedî wate û giringiya xwe ya taybetin. Salane bi sedhezaran kes ji bo pîrozkirina van cejnên Cimayê seredana Şengal û Lalişê dikin. Li gorî baweriya Êzidiyan Cejna Cimaya bi wateya ku ’em hene’ tên pîrozkirin.

Her nîşan û qubên Ezidiyan yên pîroz li Şengalê di meha Tebaxê de cejna wan ya Cimayê tên pîrozkirin. Li Şêxan jî ev cejin herî zêde di demsala biharê de tên pîrozkirin û civaka Êzidî di van Cimaya de xêra xwe belav dikin.

Pîrozkirina Cejna Cimayê li Şengalê bi gêrana Cejna Cimaya quba Şerfedîn ku di heftiya duwemîn ya meha Tebaxê de ye, tê pîrozkirin. Lê jiber rêzgirtin ji Şehîdên Ferman û Meha Tebaxê, îsal biryar hate girtin ku ev cejin pişti du hefteyan bê pîrozkirin.

Îro ji Şengal, Başûr û Deşte Nînovayê bi hezaran kesî seredana Mezargeha Şerefedîn kirin û cejin pîrozkirin.

Ev cejin wê du roja dewam bike. Îro di roja yekemîn de bi hezaran kesî seredana Mezargeha Şerfedîn kirin, xêra xwe belavkirin û govend gerandin.

Sibe di roja dwemîn de wê merasîmên olî bên gêran û Perî bên siwarikirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button