Li Şengalê dema çinîna hêjîraye

Şengal ku bi hêjîrên xwe yên xweş tê nasîn, îsal jî berhemeke baş da. Cotkarên Deşta Warê Xidirê ku mijûlê çinîn û hişk kirina hêjîranin, kêfxweşiya xwe ya ji berhemên îsal anîn ziman û dan zanîn ku berhemên wan li derveyî Şengalê jî tên firotin û eleqeyeke mezin jêre heye.

Çiyayê Şengalê li gel xwezaya xwe ya xweş û bedew, di himbêza xwede gelek berhemên xweş jî digihîne. Demsala havînê dibe çavkaniya berhemên xwezayî û bi tam ji bo hemû welatiyên Şengalê.

Her wiha gelek berhemên çandiniyê û fêkiyên Şengalê dikevin bazara Iraqê jî. Yek ji van berhemên nav û deng ku di dengbêjiya Kurdî de, di stran û helbestên Êzidiyan de jî navê wê derbas dibe, hêjîr e. Hêjîr li gelek deverên Şengalê çêdibe, lê Deşta Warê Xidirê ku dikeve nêzî gundê Kersê ya Şengalê yek ji herêma ku herî zêde hêjîr lê çêdibe ye.

Di van salên dawî de li Deşta Warê Xidirê çandiniya darên hêjîran zêde bûye û berhemên wê di bazara Şengal, Mûsil û Herêma Kurdistanê de jî tê firotin.

Nemir Mirad (80), dibêje temenê xwe di ber çandinî û çinîna hêjîran de derbaskiriye. Mirad diyar kir debara wî ya sereke hêjîr bûye û wiha axivî: “60 sale ez bi karê hêjîran re mijûlim. Em niha hêjîran ji hev vediqetînin. Li gel me jêre dibêjin, dikin pêncî. Em yên biçûk û mezin ji hev cûda dikin. Ji vana re jî dibêjin, beşa Gewlaz, Xişxiş û yên navîn. Her yek ji bo tiştek tê bikaranîn. Beşek jî ji bo zivistanê tên hişkkirin.”

Cotkarê bi navê Hesen Şeref jî diyar kir ku ew beşeke zêde ya hêjîrên xwe hîn tazene difiroşin û beşa maye jî kom dikin, li ser ban hişk dikin û paşê bi ta anjî darên zirav ve dikin û difiroşin. Şeref dibêje, hêjîrên tên hişkkirin dem dirêj xirap nabin û dikarin bên xwarin.

Hesen Şereş ku bixwe berhemên xwe diçîne, paşê kom dike û di bazara Mûsilê jî difiroşe û dibêje; “Ji gelek deveran bazirgan jî serdana me dikin, ji bo berhemên me bikirin. Em ji van berhemên xwe gelwaz jî çêdikin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button