‘Erdogan dixwaze qirkirina Êzidiyan bidomîne’

FCK-BW Bayern: “Qirkirina Êzidiyan a ku DAÎŞ’ê nikaribû pêk bîne a niha rejîma Erdogan dixwaze temam bike.”

Hevserokên FCK-BW Bayernê derbarê êrişên dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Qirkirina Êzidiyan a ku DAÎŞ’ê nikaribû pêk bîne, rejîma Erdogan jî bi kuştina gelê sivîl dixwaze temam bike. Gelê me yê Êzidî xwe rêxistin kir û ji ber ê xurttir bû. Desthilatdariya faşîst dixwaze bi siyaseta dagirkerî û mêtingeriyê li herêmê xwe ava bike.

Dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ya AKP û MHP’ê dixwaze qirkirina li ser Êzidiyan temam bike. Ev hêzên dagirker û mêtinger bi destûra hêzên wekî DYE, YE û NY wekî berê a niha jî êrişî Kurdan dike. Gelê Kurd jî wê berxwedana xwe ya qehremanî bidomîne.

Em bang li hemû kesên alîgirên aştî, edalet û wekheviyê dikin ku îro di şexsê gelê me yê Êzidî xwedî li mirovayetiyê derkevin.”

ANF-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button