Faris Herbo: Rêveberiya Xweser a Şengalê wê xurtir bibe 

Ji Desteya Rêvebir a Şengalê Faris Herbo destnîşan kir ku PDK’ê ne li Şengalê li kampên ku wekî zindanan e kursî bidestxistine û ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê jî got “Em pergaleke civakî ne, pergala me ne lawaz bûye, ne têk çûye û wê di dema pêş de xurtir jî bibe.”

Li Iraqê piştî hilbijartinê nîqaşên li ser rewşa siyasî her ku diçe kûr û berfireh dibin. Piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê jî li gelek cihan çalakiyên gel destpêkirine. Tevî piştgirî û hewldanên hêzên navneteweyî yên ku dixwazin hilbijartinê rewa nîşan bidin, xuya ye alozî û nakokiyên siyasî wê li Iraqê kûrtir bibin. Berdevkê Komîteya Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, rol û armancên hêzên navneteweyî yên di hilbijartinê de, encamên siyasî yên ku derketine holê, metirsiyên li pêşiya gelên Iraqê û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ajansa me re nirxandin.

Derbarê armanc û encamên hilbijartina Iraqê de Faris Herbo destnîşan kir ku divê ev hilbijartin di çarçoweya plansaziyên nû yên li Rojhilata Navîn têne kirin de were nirxandin ku niha amadekariyên nû yên destwerdanê hene. Faris Herbo got Iraq wekî navenda van guherînan tê destgirtin û nirxandina xwe wiha domand: “Li Iraqê jî bi wesîleya hilbijartinê dixwazin vê pêk bînin. Di 2019’an de li Iraqê xwepêşandan çêbûn, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Yên ku îro di hilbijartinan de biserketin ne ew bûn ku di wê pêvajoyê de li berxwe dan. Yên ku îro serkeftina xwe îlan dikin ew hêz in ku di 2019’an de li dijî daxwaza hilbijartinê û li dijî çalakiyan derketin.”

‘Ev hilbijartin ne daxwaza gelê Iraqê bû’

Faris Herbo di wê nêrînê de ye ku daxwaza gelê Iraqê ya ji bo guherîna demokratîk û serweriya Iraqê ji aliyê van hêzan ve ji rê hatiye derxistin û li ser polîtîkayên hêzên herêmî û navneteweyî ya li ser pêvajoya hilbijartinê jî û ev tespît kir: “Ev hilbijartin di rastiya xwe de planek bû li dijî daxwazên gelê Iraqê, li dijî îradeya gelê Iraqê. Ev hilbijartin ne daxwaza gelê Iraqê bû. Bi wesîleya vê hilbijartinê hinek dewlet dixwazin werin şerê xwe li Iraqê bikin. Armanca wan ne yekrêzî û serweriya Iraqê ye. Ji ber vê rastiyê jî gel neçû hilbijartinê.”

‘Hêzên navneteweyî plana hilbijartinê amade kirin’

Faris Herbo bal kişand ser rêjeya beşdariya hilbijartinê jî û got rêjeya ku hatiye aşkerekirin rastiyê îfade nake û daxuyaniyên hêzên navneteweyî wiha nirxand: “Neteweyên Yekbûyî (NY), çavdêrên navneteweyî dibêjin ji sedî 41 çûye ser sindoqan, yên plana vê hilbijartinê amade kirin, NY û hêzên navneteweyî bi xwe ye. Xanima Plasschaert çima nehat li Mûsil, Kerkûk, Bexda, Necef, Kerbela, Hewlêr û Silêmaniyê çavdêrî nekir? Çima bi taybet li kampên koçberan çavdêrî kirin? Ji bo ku fermiyetê bidin van hilbijartinan.”

‘Encamên hilbijartinê û rastiya Iraqê li hev nayên’

Faris Herbo destnîşan kir ku hêzên navneteweyî dixwestin di hilbijartinê de hin hêzan lawaz bikin û hêzên ku siyaset û berjewendiyên wan qebûl dikin derxin pêş û got ne mimkûn e ku encamên derketî, li Iraqê were qebûl kirin. Herbo, sedemên vê neqebûlkirinê jî wiha danîn holê: “Encamên ku ji hilbijartinê derketî û rastiya Iraqê li hev nayên. Eger li gor senaryoya ku çêkirine biçin wê Iraqê bibin cihekî tarî. Dibe ku li Iraqê şerekî navxweyî jî çêbibe. Plana ku hatiye çêkirin zehmet e li Iraqê pêk bê.”

‘PDK’ê ne li Şengalê li zindanan kursî bidestxistine’

Tevî ku li Başûrê Kurdistanê beşeke mezin a gel neçûye ser sindoqan jî PDK’ê wekî serkeftineke mezin bidest xistibe dest bi propagandayê kiriye û bi taybet jî li ser Şengalê. Faris Herbo jî balê kişand ser vê propagandayê û wiha axivî: “PDK dibêje em di hilbijartinan de biserketine û li Şengalê me kursî deranîne, wan ne li Şengalê kursî deranîne, wan li zindanan kursî deranîne. Gelê li wê derê girtiyê destê wan e. Ji ber wê bila nebêjin êdî xwediyê Şengalê em in û emê Şengalê birêve bibin.”

‘Rêveberiya Xweser ne têk çûye ne lawaz bûye’

Faris Herbo di nirxandina xwe de bersiv da propagandaya PDK’ê ya li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê jî û got: “Derdikevin dibêjin yên li Şengalê wenda kiriye Rêveberiya Xweser e. Em ne tenê ji bo endamekî parlamenê kar dikin. Rêveberiya Xweser sîstemeke civakê ye. Di pergala me de parastin, aborî, diplomasi, perwerdehî, çand, tifaq heye. Hemû pêdiviyên civakê di nav sîstema Rêveberiya Xweser de ye. Sîstema me ne lawaz bûye, ne têk çûye. Wê di dema pêş de pergala me xurtir jî bibe.”

Faris Herbo di dawiya nirxandina xwe de bang li dewleta Iraqê, hikumeta nû ya ku wê were avakirin, saziyên ewlehiya Iraqê jî kir da ku hesabên şaş nekin û ji bilî îradeya gelê Şengalê nekevin nav hewldan û têkiliyên cûda.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button