Koçberên Şengalê: Bi saya YBŞ’ê em vedigerin ser warê xwe

Di çarçoveya vegerê de duh 22 malbat vegeriyan Şengalê. 10 ji van malbata li komalgeha Sîba Şêx Xidirê bich bûn. Malbatên vegeriyane ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatine pêşwazîkirin û malbat jî kêfxweşiya xwe ji ber vegerê tînin ser ziman.

‘Herî baş xelkê me bi destê xwe warê xwe ava bike’

Welatiyê binavê Fêsel Ehmed Saleh got: “Em ji Kampa Bêrisvê 2 hatine, nêzî deh sala dibe ku em ji ser warê xwe koçber bibûn, îro ji binemala me 9 malbat vegeriyan ser warê xwe. Em spasiya her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku xelkê wê ji roja fermanê heta niha bi mere bûne alîkar. Beriya neh sala di van roja de xelkê Kurdistan heya mizgeftên xwe ji mere valakirin û em pêşwazîkirin. Erê em vegeriyane ser malên xwe, lê xizmetguzarî ji mere pêwîste lê ya herî baş ewe ku xelkê me bibe yek dest û warê xwe ava bike.”

Kesê bê cih û ax be ew kes bê xwediye’

Fêsel di dewama axaftina xwe de got: ”Di dema Çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Şengalê kir ji malbata me 19 kes hatine girtin. Êdî lazime em vê êşê ji bîr nekin û em hemû berjewendiyên xwe ên şexsî bibin milekî ji bo em karibin ol û çanda xwe biparêzin. DAIŞ’ê bi armanca tinekirina ola me êrîşî ser me kir, lê me desthilanî û vaye em di salvegera 9’an a fermanê de vedigerîn ser warê xwe. Pêwîste gelê me hemû li ser axa xwe vegere, ji berku heke em ne li ser axa xwe bin em ê nikarin bêjin tiştekî me heye. Gotinek heya dibêje, kesê bê cih û ax be ew kes bê xwediye.”

‘Bi saya YBŞ’ê em vegeriyane ser warê xwe’

Xêrî Feysel ê ji Sîbayê jî daxwaz ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û şaradariyên wê dike destek bidin wan û ji bo ew karibin li mala xwe de jiyan bike û dibêje: “Di serî de em spasiya YBŞ’ê dikin ku parastina me kirine, Şengal ji mere ewlekirine heya em vedigerin ser cihê xwe. Em niha li ser malên xwe ne û li ser axa xwe jiyan dikin. Lê ji ber ku malên me hatine xirakrin pêwîstiya me bi alîkariyê heye.”

‘Em bi vegera xelkê xwe keyfxweşin’

Xidir Hemo Endamê Meclisa Gel a Sîba Şêx Xidir jî got: “Îro 10 mal vegeriyana Sibayê em pê keyfxweşbûn. Her wiha li gor derfetên xwe em bi wan re bûne alîkar, taybet di aliyê avê û paqijiyê de. Her malbateke ku vegera ser axa xwe bi hemû derfetên xwe emê biwan re bin alîkar.”

ÎBRAHÎM ÊZIDİ- ROJNEWS

Show More
Back to top button