Hêza Şengalî: Em bi mezinkirina hêza jinan bersiva fermanê didin

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin. Bi wesîleya salvegera dehemîn ji fermandarên Yekîneyên Hêzên Parastina Jinê (YJŞ) Hêza Şengalî got ku ew bi mezinkirina hêza parastina jinên Êzidîxanê bersiva fermanê didin.

Şengal-Fermandara hêzên parastina jinên Êzidîxanê Hêza Şengalî, yek ji wan jinên Êzidî ye ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibû destên çeteyên DAIŞ’ê. Hêza Şengalî bi beşdariya nava refên YJŞ’ê bersiv da zihniyeta qirêj a mêrê hegemon ku fermanê li ser civaka Êzidî pêk anî. Ew bû yek ji jinên ku bi tekoşîn û helwesta tolhildanê ku dikaribû li dijî çeteyên DAIŞ’ê bisekine û di şerê parastina jinan û civaka xwe de cih bigre.

‘Beriya fermanê jin û tevahî civaka Êzidî bê parastin bûn’

Hêza Şengalî di destpêkê de qurbaniyên fermanê bi bîr anî û li ser rewşa jinên Êzidî ya beriya fermanê got: “Beriya fermanê civaka me di nava xwe de girtî bû. Civaka me jiyana xwe li gorî çand û baweriya xwe ya kevnar bi rêk û pêk kiribû. Em wekî civak û bi taybetî jin bê parastin bûn. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de keç û dayikên me bi êşên pir giran re rû berû man. Dema ku bi hezaran kes ketin destên çeteyên hov ên DAIŞ’ê ne xwedî hêz, bawerî û îradeyeke bi rêxistinkirî bûn. Hêza me ya xweparastinê tunebû. Em wekî civak bi taybetî weke jin di aliyê xweparastinê de bêçare bûn.”

Fermandar Hêza Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de qala wê demê dike û wiha dibêje: “Em di bin parastina hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyên girêdayî PDK’ê de bûn. Bi hezaran hêzên çekdar heta roja fermanê bi çeken xwe ve li Şengalê bûn lê roja fermanê pişta xwe dan civaka Êzidî û rê li ber fermanê vekirin. Dayik û keçên me yên dîl ketin dest, min bi xwe jî dît ku çi bi serê wan de anîn. Ev rastiyeke wisa bi êş e ku çiqas sal û dem jî derbas bibe wê neyê jibîrkirin. Ez dikarim bibêjim wê tu kes nikaribe bi siyaseta xwe ya qirêj vê fermanê bi me bide jibîrkirin.”

‘Di dîroka civaka Êzidxanê de her dem jinên pêşeng hebûne’

Hêza Şengalî wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Di dîroka gelê me de jinan her dem pêşengî kirin, di serpêhatiyên civaka me de bi sedan navê jinên di dema xwe de pêşengî ji civakê re kirine hene. Lê em wekî jin û ciwanên vê serdemê ji vê heqîqet û dîroka xwe bêpar in. Hema bibêje ev heqîqet ber bi windabûnê ve çûbû. Ji ber êrîş û fermanan êdî di civaka me de rola jinên Êzidî wekî berê nemabû.”

‘Yên ku êşên mezin ji destên DAIŞ’ê kişandin hêrsa wan a tolhildanê mezin e’

Hêza Şengalî axaftina xwe bi van gotinan domand; “Yên ku ketin destên çeteyên hov DAIŞ’ê û rizgar bûn hêrsa wan a li dijî çeteyan bihêztir bû. Min dema ku hêzên parastina jinan nas kirin, ew îrade û berxwedana wan dît êdî di jiyana min û gelek jinên Êzidî de pêvajoyeke nû dest pê kir. Me hêz û baweriya xwe ya têkoşîna azadiyê ji hêza rêxistinkirî YJA Star û YPJ’ê girt. Di pêşengiya hêza parastina jinan de civaka me ji her cure êrîşan hat parastin. YJŞ’ê xwe li ser vê ezmûnê bi rêxistin kir. Ev di dîroka gelê me de tiştekî yekem car bû.”

‘Ji bo ku gelê me venegere ser cih û warê xwe çi ji destên PDK’ê tê dike’

Fermandar Hêza Şengalî anî ziman ku hê jî wekî jin û civaka Êzidî birînên fermanê nehatine kewandin û wiha got; “Di ser fermanê re 9 sal derbas dibin lê hê jî birînên fermanê zindî ne û nehatine dermankirin. Di sala 2014’an de gelê me gelekî koçber bû. Beşek jê li welatên cîhanê belav bûn û gelek ji wan jî di kampên bin desthilatdariya PDK’ê de dîl hatin girtin. Heta roja îro jî di wan kampan de bi hezaran kesên ji civaka me dimînin. Di bin navê qaşo parastina civaka me de û alîkariya bi wan re riya bacê ji xwe re çêdikin. Çawa ku DAIŞ’ê keç û jinên Êzidî li bazara firotin niha jî wekî berdewama wê zihniyet PDK’ê bi riya derxistina baca keç û jinên Ezîdî di wan kampan de difiroşe. Ji bo ku gelê me venegere ser cih û warê xwe çi ji destên PDK’ê tê dike. Ev jî berdewamiya fermanê ye.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo hêz û îradeya xwenaskirinê ava kir’

Hêza Şengalî wiha qala bandora gerîlayên azadiyê û şervanên YPJ’ê ya li ser wan kir got; “Hêzên parastina jin YJA-Star-YPJ-HPG-YPG’ê li ser navê parastina tevahî nirxên mirovahiyê fedakariyên herî mezin ji bo civaka me kirin. Ked, fedakarî, berxwedan û ruhê fedayî hişt ku gelê me xwe li derdora wan bigre. Fedakariya her şervaneke azadiyê ji bo civaka me bi giştî veguherî dibistanên xwezanînê. Tişta herî girîng ji bo me ew bû em xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Me jî di wê demê de bingeha vê ava kir. Me hem wekî civak, hem jî hêza parastinê xwe li ser hîmê fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kir. Me di avakirina vê riyê de bi hezaran şehîd dan, ji ber ku tenê ev rê heye ku em bikaribin pêşiya êrîş û komkujiyan bigrin.”

‘Bi serkêşiya PDK’ê û dewleta Tirk êrîş berdewam dikin’

Fermandara Yekîneyên Hêzên Parastina Jinê YJŞ’ê Hêza Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser metirsiyên ku hê jî berdewam dikin û wiha domand; “Me wekî hêza parastinê heta astekê xwe bi rêxistin kiriye. Lê piştî fermanê û heta roja îro planên êrîş û siyaseta qirêj li ser Şengalê bi dawî nebûne. PDK’ê bi hemû hewldan û planên xwe yên qirêj hê jî wekî xeteriyekî li pêşiya civaka me ye. Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê û Iraqê de hatiye îmzekirin ji bo bixin meriyetê her roj bi sedemên vala û derewîn pêşengên civaka me dikin hedef û şehîd dixin.”

‘Tevlibûna her jineke Êzidî ya nava hêzên parastinê bersive ji fermanê re’

Fermandar Hêza Şengalî behsa hedef û têkoşîna didin meşandin kir û wiha got; “Weke hêza parastina jinên Êzidî armanca me ya bingehîn ew e em hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Di vê salê de tevlibûna nava refên YJŞ’ê çêbû. Tevlibûna her keçeke Êzidî ya nava refên YJŞ’ê bersiv e ji fermanê re. Her wiha yek ji xebatên me yên girîng jî perwerde ye. Akademiyên me hene hêza YJŞ’ê di wan akademiyan de perwerdeyên xwe yên fikrî, siyasî, bîrdozî û leşkerî dibînin.”

‘Em ê bi tekoşîna xwe heta dawî parastina jinan û ya civaka xwe bikin’

Hêza Şengalî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li dijî her cure êrîşan bisekinin, têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha got; “PDK’ê bi riya şerê taybet hin kes li hemberî civaka me kirine sîxur û erka şehîdxistina pêşengên civaka me dide wan. Me di nava vê salê de bi operasyoneke taybet wan kesan girtin. Eşkerekirina van kesan ji bo me wekî hêzên xweparastinê serkeftin bû li hemberî siyaseta şerê taybet ê qirêj ku PDK wekî çekekî bi kar tîne. Wan kesan li xwe mikur hatin çawa ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve hatine xistin. Em parastina civaka xwe û ya her jinê di ser hemû tiştan de dibînin. Lê careke din dibêjin wê tu êrîş nikaribin me ji tekoşîna azadiyê dûr bixin. Em ê weke jinên Êzidî û bi taybetî Hêza Parastina Jinê YJŞ’ê têkoşîna xwe li hemberî her cure êrîşên ku werin ser civaka me rawestin û bi helwest û biryardariyeke bihêz her dem ji berxwedan û têkoşîna azadiya civaka xwe re pêşengiyê bikin. Çawa ku heta niha bersiva me li hemberî hemû êrîşan, mezinkirina têkoşînê be wê ji niha û pêve jî em ê bi tevahiya hêza xwe li kêleka civaka xwe bisekinin û parastina wê û jinan bigrin ser milên xwe.”

NÛJÎN ÊZIDÎ-ŞENGAL-NÛJÎNHA

Show More
Back to top button