Li Şengalê hêj bi dehan gorên komî nehatin vekirin

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de, civaka Êzidî qirkirineke herî giran ya sedsala 21’ê jiyan kir. Ji ber ku tevî 9 sal derbas bû jî hêj gorên komî nehatine vekirin, ew êş wek roja hat jiyîn li ber deriyê her malekî

Fermana 74’an a ku 3’ê Tebaxa 2014’an de hat jiyîn, 12 hezar û 855 ferdên civaka Êzidî jiyana xwe ji dest dan, çeteyên hov yên DAIŞ’ê hezar û 56 jê zarok, 6 hezar û 417 kes revandin û heta niha ji 7 hezar û 432 kesan agahî nayê girtin.

Wek her şer û êrîşê di vê fermanê de jî jin û bawerî bûn armanca dijmin. Bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, destdirêjî li wan hat kirin û firotin. Di heman demê de bi dehan cihên  pîroz ku cihê  ibadeta civaka Êzidî bûn hatin wêran kirin.

Êrişa hovane ya ku çeteyên DAIŞ’ê di vê fermanê de bi serê civaka Êzidî anî ewqas giran bû ku tevî 9 sal derbas bûn jî, hê birînên civakê nû û bixwînin. Loma yek ji van birînên bi xwîn û bi êş Gorên Komî ne.

Dîmenê ku niha ji Şengalê diteyise rihê berxwedan û serhildêriyê ye, rihê tolhildan û pêkanîna xeyalên bi hezaran Şehîdên fermanê ye. Lê li kêleka vê egîdiya civaka Êzidî, hê jî êşên wan mezin in. Li Şengala ku her roj gel lê vedigere bi keda xwe ava dike û bedew dike, lê ya nayê guhertin gorên komî ne. Li hemberî her gorekî komî, derd û êşên bi qasî çiyayan bilind di dilê her ferdekî Êzidî de cih digre.

Ger mirov li Şengalê bigere li gund û navçeyên wê bigere nabe ku tu rastî goreke komî neyê û ev yek bandoreke mezin li ser deruniya mirov dike. Lê li vir li Siba, Herdan, Girzerik, Tilizêr û gelek cihên din dayik dema li ber deriyê xwe dirune di rastiyê de weke ku çuye serdana tirbên miriyên xwe, ji ber hema li kêleka  4-5 metre şunde cenazeyê bi sedan bi dehan şênî malbat û gundiyên wê binax kirî ye. Vê carê kê ji xwe pirs kiriye gelo deruniya wê dayikê çawaye deruniya wî/wê zarokê di vê kolanê de dilîze û goga wî /wê ber bi wan goran diçe çawaye?. Belê ev jî ruyê rast yê Cîhanê nişan dide.

Li seranserê Iraqê nêzî 33 hezar sivîl qetilkirin

Li seranserê Iraqê di encama hovitiya çeteyên DAIŞ’ê de tê texmîn kirin ku 12 hezar kes bûn qurbanî. Her wiha bi giştî 202 gorên komî hene. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, DAIŞ’ê li seranserê Iraqê nêzî 33 hezar sivîl qetilkirin, zêdetirî 55 hezar kes birîndar kirin û zêdetirî 10 hezar kes jî revandin.

“Bi saxî bin ax kirin”

Li gel qetilkirin, revandin, talan û koçberiyê, Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkarên xwe re, di nava her gundekî, hema bêje li ber derî û dîwarê her malekê goreke komî çêkirin. Di nava van goran de ji her temenî mirov hene. Çeteyên hov di van goran de kesên birîndar, sax û yên qetil kir tev bi hev re bi kepçeyan ax berdan ser bedenên wan.

Li gorî daneyên ku heya niha hatiye kom kirin, li Şengalê 89 gorên komî û bi dehan yên yek kesî hene. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî 7 hezar kes revandin û nêzî 4 hezar kes qetilkir. Ango bi giştî 11 hezar Êzidî di encamê de bûn qurban.

“Gorên komî hatin dîtin”

Di Mijdara 2015’an de Gerillayên HPG û YJA STAR’ê cara yekê, piştî rizgar kirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê gora komî ya li Solaxê keşif kirin. Di encam de derkete holê ku di vê gorê de 80 jin û 12 zarok hebûn.

“Piştî 4 Salan nû destpêkir”

Hikumeta Iraqê di sala 2016’an de bi fermî pejirand ku li Şengalê gorên komî yên di encama fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatî hene. Piştî çar salan encex cara yekê di 27 Îlona 2020 de Tîma Niştimanî ya Gorên Komî li Iraqê yekem lîsteya qurbaniyên gorên komî yên Êzîdiyan eşkere kir ku 62 kes hene û hemû jî mêr bûn.

‘Gorên ku hatine dîtin’

89 Gorên komî û bi dehan yên yek kesî hatin dîtin.

Gundê Xanesor: 4’ê Şibata 2015’an li navbera gundê Xanesor û Navçeya Sînunê de  sê gorên ku ji aliyê Gerillayên HPG, YJA STAR’ê û şervanên Ezidî ve hatin vekirin. Dema vekirina hersê goran de cenazeyê 54 kesan hate derxistin.

Gundê Koço: Di 15’ê Adara 2019’an de li Koço 20 gorên komî hatin vekirin û di van goran de cenazeyên nêzî 500 kesan hatin dîtin. Di Sibata 2021’an de cenazeyên 104 Êzidiyan li Gundê Koço hatin definkirin.

Gundê Solax: Di dîroka 26’ê Cotmeha 2020’an de li gundê Solaxê di goreke komî ku tê de 80 dayikên bi temen, dayikên du canî û 12 zarokên  ku çeteyên DAIŞ’ê wan bi saxî binax kiribun hate vekirin. Di gora komî ya li Soxalê a bi navê Gora Dayikan de nasnavê 7 jinan eşkere nebûye.

Gundê Herdan: Li gundê Herdan: Di 22’ê Sibata 2022’an de 7 gorên komî ji aliyê ekîba di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin vekirin. Ji van goran nêzî 100 kes hate derxistin.

Gundê Qinê: Di dîroka  28’ê Hezîrana 2022’an de li gundê Qinê 6 gorên komî hatin vekirin. Di wan goran de nezî cenazeya 129 kesan hate derxistin.

Gundê Hemedan : Li Hemedan cara yekê  di dîroka 5’ê  Adara  2023’an de ji çar gorên komî tenê yek hate vekirin. Di berdewamiya xebatên vekirina goran de cenazeya 40 kesan hate derxistin. Di heman demê de îsal, li nêzîkî gundê  Hemedan goreke din ya komî hate dîtin.

Gundê Girzerik: Li gundê Girzerik  li ber xendekan nêzî 50 şêniyên gund û yên dorê şer dikirin ji wan kesan heya niha agahî nehatiye girtin tê texmîn kirin ku li gundê Girzerik de jî gorên komî hebin lê heya niha nehatiye keşif kirin.

Gundê Siba: Li Gundê Siba Şêx Xidir 5 Gorê komî hene.

Navçeya Tilizêr: Li navçeya Tilizêr 10 gorên komî hatine dîtin lê heya niha tenê yek ji wan hatiye vekirin.

Şengal: Di dîroka 9’ê Gulana 2023’an de li navenda Şengalê goreke komî ya ku tê de 5 kesên Şîa hebûn hate dîtin.

“Li gorên hatine vekirin cenazeyê hezar û 32 kesan hate derxistin’

Heya niha bi giştî 89 Gorên komî hatine dîtin. Ji vana  tenê 46 gorên komî hatin vekirin. Ji  gorên ku hatine vekirin cenazeya hezar û 32 şehîdên fermanê hatine derxistin. Tenê 201 qurbanî DNA’ya wan xilas bûne û radestî kes û karên wan hatine kirin. Heya niha DNA’ya 831 şehîdên gorên komî nehatiye eşkere kirin.

“Gotin û pratika wan ji hew dûr bû’

Hikumeta Iraqê dema cara yekê dest bi vekirina gorên komî yên Şengalê kir dabu diyar kirin ku ew ê wan Şehîdan tevli gor pêwistiya wan bê kêmanî li gorî presudurên civakê veşêrin. Li wekî her car gotin û pratîk pir ji hev dûr bûn. Dema ku 39 cenaze derxist, daxwaza tabût, kefen û ala Iraqê li kes û karên qurbaniyan kir!. Di encamê de jî bi torbê çopê ew qurbanî radestî kes û karên wan kirin.

Ji hestiyên ku ne hatibûn eşkere kirin di sala 2021’an de piştî eşkere bûna piştkinînên 104 Şehîdên gundê Koço li Bexdayê bi fermî radestî malbatên wan hatin kirin.

-12 cenaze hestiyên wan di torbeyên zibalê de dan destê malbatên wan

-Ji bo 39 cenaze jî Hukumeta Iraqê ji malbatên wan kefen tabut û ala Iraqê xwestin.

-Ji 89 goran 50 gorên ku nehatine vekirin ji aliyê kes û karên wan ve ev 9 sale benda vekirinê ne.

Nêzî 831 hestiyên qurbaniyên Fermanê  li saziya  tiba edlî ya Bexdayê tên girtin, lê nasnameyên wan hîna jî nehatine zelal kirin.

Ji bo eşkerebûna DNA’yên  Şehîdan tenê 6 mehan pêwist e. Wê demê çima Hikumeta Iraqê  hestiyê van şehîdan di destê xwe de digre, êş û azarê bi malbatên wan re dide kişandin?

“Qaşo lêkolînê li ser tawanê DAİŞ’ê dikin”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hikumeta Iraqê bi (UNITAD) re kar dikin saziya lêkolîna tawanên çeteyên DAIŞ’ê ya neteweyên yekbûyî bi hev re ye. Ev tîm  ji aliyê Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye erkdarkirin. Li kêleka vê saziyê ji bo vekirina gorên komî û bi giştî sucên ku çeteyên DAIŞ’ê kirine bêne eşkere kirin û lêpirsîn kirin bi pêşengtiya vê tîmê qaşo gelek welatên wekî Amerîka, Ingiltere, Almanya, Holanda, Yekitiya Awrupa tev bi hev re di nava tevgerê de ne.

Heya niha bi giştî 89 Gorên komî hatine dîtin, ji vana  tenê 46 gorên Komî hatine vekirin. Ji van gorên ku hatine vekirin ji hezar û 32 şehîdan tenê DNA’ya 201 Şehîdan hatine çêkirin wê demê divê mirov vê pirsê bike. Çima Hikumeta Iraqê heya niha tenê 46 gorên komî vekiriye?  û çima heya niha pişkinînên wan xilas nebûne û radestî kes û karên wan hatine kirin?

Heya niha DNA’ya 831 şehîdên gorên komî nehatiye eşkere kirin û ji Şengal û malbatên wan re nayê şandin?

9 sal derbas bûn lê çavê bi sedan malbatan li vekirina van gorên komî ne.

EVÎN ZENDA-Şengal-NÛJÎNHA

Show More
Back to top button