Erebên Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan konê çalakiyê vedan 

Bi pêşengiya Meclisa jin a  herêma Ereba a ser bi Şengalê, konê çalakiyê  ji bo azadaiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vedan û gelek welatiyên ji pêkhateya Ereb serdana kon dikin.

Azadî û  tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojeva tevahiya civakên azadîxwaz de ye û ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava tekoşînê de ne.

Di vê çarçoveyê de civaka Ereb a Şengalê jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Bi heman armancê bi pêşengiya Meclisa Jin a herêma Ereba ya Şengalê  li baxçeyê Mam Zekî li geliyê Şilo konê çalakiyê hate vedan. Çalakiya kon bi daxuyaniyekê despêkir. Çalakiya kon wê sê rojan berdewam bike.

Çalakiyê bi kombûna endamên Meclisa Jin a li ber kon û xwendina daxuyaniyekê destpêkir.

Daxuyanî ji aliyê jina bi navê  Meha Feysel ve hate xwendin û têde wiha hate gotin: “Em wek jinên Ereb yên Şengalê li vir radigihînin ku emê 3 rojan ji bo azadiya Rêber Apo konê berxwedanê dayînin, di vê dema dawîde dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe li hember Rêber Apo guherandine û xistiye bin tecrîdek giran de.

Dewleta Tirk a dagirker pîvanên dijî exlaqî dike û ev 4 salin em agahî ji Rêberê xwe na girin, em nizanin ku di çi rewşê deye. Jiyana wî di metirsiyê de ye. Heta nahêlin ku malbat û parêzerên wî jî seredan bikin. Ev yek qanûnên dij exlaqî û mirovî ne.”

Şert û zirûfên ku Rojhilata Navîn têre derbas dibe û pirsgirêkên kûr dibin, bi tecrîd kirina Rêber Apo ve girêdayî ye. Bila dewleta Tirk a dagirker rê bide ku malbat û parêzer serdan bikin emê bi bibînin ku çawa çareserî wê ji Rojhilata Navîn re were û gel ji vê kaosa heyî derbikeve.

Em wek jinên Ereb yên Şengalê carek din li vir radigihînin ku Serok Apo yekem kese ku mafê jinê daye û bi jinê re dibe yek heya ku xwe li ser piyan bigire. Emê jî bi fikir û felsefeya Serok Apo daye me, li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin û heya azadiya fizîkê ya Rêber Ocalan li ber xwe bidin.

Em bêdengiya saziyên navnetewî û yên peyîwendîdar jî bi cidî şermezar dikin. Em di bêjin em sedsala 21’emîn de ne ku çawa rêberên gelan di zindana de ne. Emê wek jinên Ereb heya dawî li dijî faşîzmê û siyaseta  AKP’ê, MHP’ê bisekinin, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêkneyê emê di nava çalakiyan de bin.”

Piştre ji gelek gundên Ereba gel seredana konê çalakiyê kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Dibin konê çalakiyê de li ser Rêber Ocalan û tekoşîna wî ya ji bo gelan sinevizyonek hate pêşandan. Piştre li ser navê Rêveberiya Meclisa Medîban a Ereba Ebû Xazî axivî, di serîde tecrîda liser Rêber Ocalan şermezarkir û got : “Em bi navê gelê Ereb tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin ku ev zêdetir ji 20 salaye serokatî di nava zindanê de ye  û nehe jî nahêlin hevdîtin pêre bê çêkirin. Ev tecrîda li Îmraliyê tê meşandin nayê qebûl kirin û zilme li tevahiya mirovahiyê tê kirin.”

Ebû Xazî got: “Erdogan û sîstema wî li dijî mirovahiyê kar dikin û naxwazin tu gel xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin bike. Em wek pêkahateyên Şengalê, ji dema  me ev fikir naskiriye heya nehe  bê pirsgirêk bi hemû pêkhateyên din re jiyan dikin û xwe bi rêve dibîn. Lê ev rêxistina me herdem dibe hedefa Erdogan û bi balafiran êrişî ser me dike.”

Konê çalakiyê rojane heya saetên şevê wê dewam bike û çalakiyên cûr ci cûr têde bên lidarxistin.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button