TAJÊ: Emê azadiya xwe û xweseriyê bi azadiya Rêber Apo re mîsoger bikin

Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya Roja Cîhanî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, civaka Êzidî û jinên Êzidî azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibînin û hate gotin, “Emê azadiya xwe û xweseriya Şengalê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo re mîsoger bikin.”

Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ roja cîhanî ya mafê mirovan 10’ê Kanûnê weke roja cîhanî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ destnîşan kiriye. Bi vê armancê îro gelek daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi vê boneyê daxuyaniyeke niviskî weşand û daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir.

 Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

“Civaka Êzidî bi naskirina fikir û ramanên Rêber APO ket riya azadî û xweseriyê. Gelê Êzidî bi saya fikra azad ya Rêber APO û şervanên wî ji qirkirinê rizgar bû. Piştî fermanê civaka Êzidî bi vî fikrî jiyana xwe ji nude ava kir û bi rêxistin kir. Civaka Êzidî bi taybet jî jnên Êzidî hebûna xwe di hebûna Rêber APO  de dibînin.

Piştî êrîşa DAİŞ’ê ya li ser civaka Êzidî, dewleta Tirk dest bi Êrîşan kir. Şengal rojane rastî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker tê û rasterast pêşengên civaka Êzidî tên hedef girtin. Ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk ji tecrîda li Îmraliyê û komploya 9’ê Cotmeha sala 1999 an cuda nîne, bi yek armancên tên kirin.   Kesayetên ku di roja îro de li Şengalê dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk ya dagirker, pêşengên civakê ne û bi fikra Rêber APO ji civakeke azad û xweser re pêşengtî di her warî de kirine. Weke civaka Êzidî taybet weke jin, emê xwedî li pêşengên xwe derkevin û rêya wan bişopînin. Emê jî bi fikra azad ya Rêbertî jiyana azad û  xweser li Şengalê bi azadiya fizîkî ya Rêber APO re  mîsoger bikin.

Ji 15’ê Sibata sala 1999 an û vir ve Rêber APO li girava Îmraliyê di bin tecrîdê deye. Di şexsê Rêber APO de civak bi tevahî tê tecrîd kirin. Tecrîda ku bi salane li Îmraliyê tê meşandin  derveyê axlaqê mirovahiyê ye û divê tecrîd bê rakirin û azadiya Rêber APO bê misoger kirin.

Em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) bi wesîleya vê rojê bang li jin, ciwan, gelê Êzidî, gelê Kurd û mirovahiyê dikin ku 11’ê kanunê dakevin qadan, azadiya fizîkî ya Rêber APO  mîsoger bikin. Azadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye, em li azadiya xwe xwedî derkevin dengê xwe bilind bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button