Nûnerên Saziyên Şengalê: Xwerêvebirin bû bersiva fermanê

Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kirin ku gelê Şengalê di fermanê de biryar dan ku rêxistina xwe ava bikin û gotin: “Di demeke wiha de ku digotin Şengal û Êzidî neman, Meclîsa Gel bû bersiva dijmin. Îro roj li her gundekî meclis, şaredarî, perwerdehî û saziyên din hene. Piştî Rêveberiya Xweser, guhertineke mezin li Şengalê çêbû.”

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’en de bersiva herî xurt a civaka Êzidî ya li dijî jenosidê, avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Civaka Êzidî û gelên Şengalê ev 9 sal in li dijî ferman û hemû cûre êrişan pişta xwe dane hêza xwe ya cewherî. Şengal, ev 9 sal in bi hebûna vê pergalê jiyana xwe ji nû ve geş dike ku bi saya hebûna vê pergalê heya niha bi deh hezaran Êzidî karîne vegerin ser cih û warê xwe. Endam û rêvebirên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî avakirina vê pergalê weke bersiva herî xurt a li hemberî dijminên civaka Êzidî dinirxînin.

Endama TAJÊ Nafiya Mêşo bibîrxist ku beriya fermana 2014’an sazî û dezgehên civaka Êzidî nebûn û gavên destpêkê yên avakirinê wiha nirxandin: “Piştî fermanê di demeke kurt de Meclîsa Gel hate avakirin, ew meclis bû bersiva dijmin. Di demeke wiha de ku digotin Şengal û Êzidî neman, Meclîsa Xweseriya Şengalê bû bersiva dijmin. Di bin banê vê meclîsê de sazî û dezgehên Şengalê çêbûn, li her gundek meclîsek ava bû. Li gor pêdiviyên civakê şaredarî ava bûn, Meclîsa Xweser a Jin ava bû. Hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ava bûn.”

‘Meclîs ji talan, kuştin û revandinê re bû bersiv’

Nafiya Mêşo da zanîn ku ger careke din fermanek bi ser civaka Êzidî de were, êdî hêza wan a xwe parastinê heye û wiha berdewam kir: “Em dizanin careke din ferman were serê me, zarokên me ji pişt me baznadin, em ji zarokên xwe piştrast in. Di fermanê de hêzên li Şengalê reviyan çûn, dijmin weke gurekî devbixwîn xwe li Çiyayê Şengalê xist. Serê însanên me jêkirin, keç û jinên me revandin. Ev meclis ji van tiştan re bû bersiv.”

‘Biryara rêxistinbûnê di fermanê de hate dayîn’

Piştî fermanê, yek ji cihên ku meclîsa gel û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê lê avabûn Xanesor e. Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Şêx Celal jî destnîşan kir ku avakirina sazî û dezgehên cewherî bersiva civaka Êzidî ya li dijî fermanê bû û ew pêvajo wiha bibîrxist: “Di fermanê de, dema pêşmerge ji Şengalê reviyan kareset çêbû. Gelê Şengalê ku di fermanê de li ber xwe dayî; kal, pîr, jin û ciwan gihîştin biryarekî ku rêxistinek ava bikin. Ji bo rê li ber fermanan bigirin, Êzidî terka Şengalê nekin ev biryar hate girtin, biryara Rêveberiya Xweser hate girtin. Piştî vê biryarê, hêzên leşkerî hate avakirin, meclîsên gundan hatin avakirin. Piştre saziya şaredarî, çand-huner, tenduristî û saziyên din hatin avakirin.”

‘Guhertineke mezin li Şengalê çêbû’

Şêx Celal destnîşan kir ku bi pêşengiya Mam Zekî û Seîd Hesenan bi kedeke mezin û berdêlên giran roj bi roj ev rêxistin hatiye avakirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Îro li her gundekî meclis, şaredarî, perwerdehî û saziyên din hene. Piştî Rêveberiya Xweser, guhertineke mezin li Şengalê çêbû. Ez bawerim ji îradeya Êzidiyan ditirsin ku Êzidî xwe bigirin, karibin xwe birêvebibin. Em bi wê hêviyê ne ku îro çend pirsgirêk û astengî hebin jî Rêveberiya Xweser dikare li ser lingê xwe bisekine, xelkê xwe birêvebibe.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button