‘Divê em ji bo Şengalê parastina destkeftiyên xwe bikin’

Hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Almaz Romî têkildarî peymana li ser Şengalê û berxwedana li Şengalê ji jinnews re axivî û got: "Dagirkirina Şengalê tê wateya, dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber vê divê em bi rengekî hevbeş parastina herêm û destkeftiyên xwe bikin"

Almasê di destpêka gotina xwe  de rewşa Şengalê û fermana 2014’an bi bîr anî û wiha got: “Fermana 2014’an a li ser Şengalê tu caran nayê jibîrkirin. Ew komkujiya ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê û li ber çavên hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê pêk hat, armanca wê tunekirina Kurdên Êzîdî bû. Gelê Şengalê ji nava êş û azarên fermanê xwe komî serhev kir û xeta sêyemîn ji bo xwe hilbijart. Ji ber vê me dît ku pergaleke xwe ya xweser ragihandin û xwe ji hemû aliyan ve weke rêxistinî, ewlehî, civakî û hwd. bi rêxistin kirin. Li Şengalê xwerêxistin pêş ket. Ev çend sal in ku em hemû jî şahid in, Şengal bi ewle û aram e.”

Almasê di domandina gotina xwe de peymana Bexda, Hewlêr û gefên dewleta tirk nirxand û wiha got: “Di van çend mehên borî de di navbera hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê de lihevkirinên li ser Şengalê çêbûn. Ev herdu hêzên ku di dema komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de gelê Şengalê terk kirin, niha jî dixwazin xweseriya Şengalê ji dest wan bigirin. Li rex lihevkirina van herdu hêzan gef û tehdîdên dewleta tirk ên li ser Şengalê jî ketin rojevê. Mirov dikare senaryoyên ku li Şengalê pêk tên wiha analîz bike, dewleta tirk propogandaya êrîşeke nû bi hevkariya hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê dike. Ew dixwaze bi dagirkirina Şengalê re qirkirina Gelê Kurd dest pê bike û piştre dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.”

Almasê di dawiya gotina xwe de çalakiya şêniyên Şengalê silav kir û wiha bi dawî kir: “Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk çalakiyên gelê Şengalê silav dikin û em bi helwestên wan ên xwedîderketina li vîn û pergala xwe serbilind in. Gelê Şengalê ne weke salên beriya 2014’ne, ji ber vê em dibînin ew rojane li ser piyan in. Ew di zanebûna polîtîka û rastiya lihevkirinan de ne. Baweriya me bi gelê Şengalê heye ku di dawiyê de ew ê bi ser kevin û bikaribin pergala xwe biparêzin. Li ser vê bingehê em jî weke PYD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya bi gelê xwe yê Şengalê re her tim amede ne. Dagirkirina Şengalê tê wateya, dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber vê divê em bi rengekî hevbeş ji bo Şengalê parastina herêm û destkeftiyên xwe bikin.”

ÇAVKANÎ; BERÇEM CÛDÎ-KOBANÊ-JİNNEWS

Show More
Back to top button