Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê destpêkir

Kongreya 5'emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bi beşdariya 450 mêhvan û delgeyan destpêkir. Wê di kongreyê de Hevpeymaneke Civakî ji bo Şengalê were derxistin û rêveberî were nûkirin.

Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê saet 10.00’ê berê nîvro bi dirûşmeya ”Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin” li navçeya Sinûnê ya Şengalê destpêkir. Kongre bi rasthatina cejna Çarşema Sor de têlidaxistin û peyamên nûbûnê û avakirina Şengalê derdikeve pêş.

450 mêvan û delege beşdarî kongrê bûn

Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên komên ol û baweriyên Şengalê, hêz û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî kongrê bûne. Her wiha ji Deşta Nînowayê, Silêmanî, Bexda û Ewrûpayê derdora 350 delege û 100 mêhvan, bi giştî 450 kes beşdarî kongre bûne. Her wiha malbata pêşengê civaka êzidî Mam Beşîr jî di kongreyê de amadeye.

Kongre ku dê rojek bikişîne, bi xêrhatina mêhvanan û rêzgirtina hemû şehîdên Şengalê hate destpêkirin û paşê jî hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm, axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Heso Brahîm di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji kongreya 4’emîn heya kongreya nû têkoşîneke mezin ji bo parastin û pêşxistina Rêveberiya Xweser hatiye meşandin û wiha axivî: ”Di pêvajoya borî de, gelek kesên xwedî rûmet ku her yek ji wan wekî kevirek ji Çiyayê Şengalê bûn, rastî êrîşên dijmin hatin. Fermandar û pêşengê civaka Êzidî Seîd Hesen, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel ( Dijwar Feqîr ) bûn hedefa dijmin. Bi van êrîşan xwestin îradeya civaka Êzidî belav bikin. Piştî van êrîşan, hevalê Enwer û hevalê Azad bûne hedefa dijmin. Li Meclîsa Gel a Sinûnê, hevalê Îbrahîm û zarokê Êzidî Selah şehîd ketin. Herî dawî jî, fermandarê me yê bêtirs, Pîr Çeko û Agir Cefrî tevlî karwanê şehîdan bûn. Yek ji avakarên Asayîşa Êzîdxanê fermandar Şêrzad jî tevlî karwanê êrîşan bûn. Ev hemû heval beşdarî kongreya 4’emîn bibûn. Em bi rêzdarî wan bibîr tînin.”

‘Berxwedan rê li ber Peymana 9’ê Cotmehê girt’

Heso Brahîm her wiha balê kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku bi hevkariya dewleta tirk, PDK û hikumeta Kazimî hatibû îmzekirin û wiha berdewam kir: ”Fermana bi navê qanûnê, Peymana 9’ê Cotmehê, xwestin bi vê peymanê fermanê li me ferz bikin. Li ser vê esasê gelek êrîş li ser me çêbûn. Bi sekneke fedayî dayik, jin û kalemêr, hemû civaka Êzidî û gelê Ereb li ber xwe dan û rê li ber vê peymanê girtin.”

‘Emê pêşengiya xwe xurt bikin, Rêveberiya Xweser meze bikin’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Heso Brahîm, di dawiya axaftina xwe de bibîrxist ku pergala rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û têkoşîneke mezin xwe gihandiye van rojan û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Me Rêveberiya Xweser heya îro da jiyan kirin û emê ji îro û şûn ve jî emê bidin jiyankirin. Bi vê kongrê re em dixwazin pêşengiya xwe xurt bikin, gavên nû û xurt bavêjin. Emê îro kongrê hilbijêrin. Em di cejna Serê Nîsanê de ne, destpêka sala nû ne. Emê heya nefesa dawî jî li gor bîr û baweriya xwe bimeşin, kes ji me wê li mala xwe bê kar nemîne.”

Bernameya kongreyê û hilbijartin

Kongre wê bi bernameyeke têr û tijî rêve biçe. Di kongreyê de meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ji 101 kesan, wê ji nû ve were hilbijartin. Piştî nûkirina meclîsa gel, wê hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Desteya Rêvebir a Şengalê ji nû ve were hilbijartin. Ango wê bi vê kongreye re, hem meclîsa giştî hem jî rêveberî were nûkirin.

Hevpeymana Civakî tê amadekirin

Yek ji xal û rojevên girîn a kongreyê jî, erêkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser û nûkirina rêziknameyê ye. Bi taybet Hevpeymana Civakî ku cara yekem e hatiye amadekirin,  perspektîfa Rêveberiya Xweser a Şengalê, hedef û armancên wê yên civakî, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên navbera Şengal û Bexdayê de jî zelal dike.  Piştî nîqaş û pêşniyaran, wê Hevpeymana Civakî û Rêziknameya Meclîsê were erêkirin.

Nêrînên Rêber Ocalan wê were xwendin

Wê di kongrê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo Êzîdiyan û peyamên mêhvanan jî werin xwendin. Her wiha endamên meclîsê ku li gund û komelgehan hatine hilbijartin, bi dengdana kongrê re wê wekî endamên Meclîsa Giştî werin hilbijartin. Wê kongre, bi sozdana endamên meclîsê bi dawî bibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button