Erebên Şengalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li herêma Ereba a Şengalê bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan şahiyek hate lidarxstin û rojbûna Rêber Öcalan nefret pîrozkirin.

Îro li herêma Ereban a Şengalê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de bi sedan welatiyên ji pêkhateya Ereb û Êzidî amadebûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir.

Piştre li ser navê meclisa gel û meclisa jin ên herêma Ereba axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyakirin ku piştî wan fikir û felsefeya Rêber Apo naskir, niha li Şengalê dikarin bi hemû pêkhateyên din re bê pirsgirêk jiyan bikin û ev peyam hatin dayîn; “Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê gelek kes bûn hevkarên DAIŞ’ê û xwestin dostaniya navbera me û Êzidiyan xira bikin, lê piştî ku şagirtên Rêber Ocalan li Şengalê xwedî derketin êdî jiyana pêkhateyên Şengalê a bihevre baştir bû. Gel vegeriyan li ser malên xwe û xwe bi xwe di her milî de birêve dibin. Ev başiya ku bu me hatiye kirin bi saya Rêber Apo ye. Pêwîste hemû pêkhate ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî tekoşîn bikin.”

Piştî axaftinan gel li ber sitranan govend gerandin û şahî bi dawî bû.

ROJNWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button