4’emîn Kongreya PADÊ bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû

Li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêvanan 4. Kongre Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) ku danê siharê destpêkirî, bi hilbijartina 21 endamên rêveberiya PADÊ bi daw bû.

Îro 4. Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêhvanan bi şîara, “Azadî, Demokratî û Aşitî” li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkiribû. Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê û berpirsên leşkerî, serokeşîrên Êzidî û Ereb, oldarên Êzdî, nûnerên YNK’ê, Partiya Pêşvero, nûnerên Şîayên Şengal, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî bûn.

Di kongreyê de gelek peyamên giring ji bo pêşeroja Şengalê hatin dayîn û aliyên beşdarî di kongirê de kirine helwesta PADÊ ya ji bo yeketiya partiyên Êzidiyan nirxanidin û kongre pîroz kirin.

Her wiha li ser hemû kar û xebatên PADÊ nirxandin hatin kirin.

Herî dawî endamên Meclisa Rêveberiya PADÊ ku ji 21 kesan pêktê û ji wana 5 jin in, hatin hilbijartin. Ev jî dibe cara yekemîn li ser asta Êzidxanê 5 jin cihê xwe di rêvebirina partiyeka siyasî de digirin.

Endamên PADÊ yên nû li ser bîr û baweriyên Êzidiyan sond xwarin  û kongre bi dawî bû.

Hevserokên PADÊ û cîgirên wan wê di yekemîn civîna piştî kongreyê de bên hilbijartin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button