Balafirên şer û keşfê bi nizmî li ser Şengalê digerin
Zêdetirî meheke liv û tevgera balafirên keşfê li ser Şengalê heye, lê îro balafirên şer û keşfê bi nizmî li ser tevahî Şengalê digerin.
Li gorî agahiyên hatine standin, ji danê siharê ve balafirên keşfê tevî yên şer, bi nizmî li ser tevahî Şengalê digerin.
Nehat zanîn balafir girêdayî dewleta Tirk a dagirkerin yan jî Koalîsayona Navnetewî ne.
Liv û tevgera balafiran divan kêliyan de jî dewam dike.
ROJNEWS-ŞENGAL