Salim Zerdeşt: YCÊ di nava salê de bersiva pilanên PDK’ê da

Ji Rêveberiya Yeketiya Ciwanên Êzidxanê Salim Zerdeşt destnîşan kir ku di nava sala 2022'an de wan bi xurtkirina rêxistina xwe bersiva pilanên PDK'ê ên liser ciwanên Êzidî da û got ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya berxwedaniya gerîla ew her dinava çalakiyan de bûn.

Yek ji rêxistinên herî çalak li Şangalê ku herdem li himberî pilan û êrîşa liber xwedaye û parastina civakê kiriye, her wiha  ji bo azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşîn kirine çalakiyên cûrbicûr encam dane, Yeketiya Ciwanên Êzidîxanê (YCÊ) ye.

Di nava sala 2022’an de YCÊ bi kar û xebatên xwe ji bo parastina civakê, azadiya Rêber Ocalan û vala derxstina pilanên PDK’ê ên şerê taybet her li ser piya bû.

‘Iraqê xwest destkeftiyên me tine bike’

Ji Rêveberiya Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê Salim Zerdeşt kar û xebatên rêxistina ciwana nirxand û destnîşan kir ku yek ji karê wan ê esasî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo û piştgriya bi berxwedana gerîla re bû û wiha dewamî da axaftina xwe “Ciwanên Êzidî di sala derbasbuyî de bi çalakiyên xwe yên medenî bi şev û roj li ser piya bûn û li himberî peymana 9’ê Cotemê di çarçoveya daxwaza mafê xwe de me her core çalakiyên sivîl encam dan, lê di nava sala 2022’an de artêşa Iraqê êrîşê ser civaka me kir û xweset deskeftiyên ku me bi xwîna şehîda bi dest xsitne ji destê me derxe. Em wek ciwanên Êzidî di vê pêvajoya şerê germ de her li kêleka hêzên xwe ên parastinê bûn û di şkênandina êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Dugur û Sinûnê de roleke meya serke hebû. Me di çarçoveya parastina rewa de parastina sazî û dezgehên xwe kir û bi erka xwe rabûn.”

‘PDK’ê xwest Şengalê ji ciwana vala bike’

Zerdeşt bal kişande ser şerê taybet ê PDK’ê û got ” Piştî vî şerî êdî PDK’ê dest bi şerê xweyê taybet li ser ciwana kir, deriyê koçberiyê ji wan re vekir xwest Şengalê ji gelê Êzidî û taybet ciwana vala bike. Em wek YCÊ pilanek wisa li ser gelê xwe emê qebûl nekin û li himberî wê bersiv dayîna me çêbû, me di encama bersiva dayîna şerê taybet ê PDK’ê de, li tevahiya Şengalê bi ciwana re hevdtîn kirin, semîner dan û civîn bi wan re lidarxstin. Her wiha ji bo ku em karibin ciwanên xwe ên ji dervey Şengalê jî ji şerê taybet biparêzin, di dinava salê de me Kongra xwe ya 3’an lidarxist, di kongreyê de gelek biriyar hatin giritn û bernameya kar û xebatên me ya dema pêş hate derxstin. Di vê çarçoveyê de û li ser biryara kongreyê grupên me ên ragihandinê li gelek cihên Şengalê hatine avakirin, bi rêya bername, dosya û nûçeyan me kariye kar û xebatekî esasî bidin Meşandin.”

‘Emê li ser şopa şehîdên xwe bin’

Salim Zerdeşt bi bîrxsit ku di nava salê de dewleta Tirk a dagîrker êrîşên xwe li ser herêmên parastina medyayê zêdekirin û çekên ku li tevahiya cîhanê qedexene li dijî gerîlayên azadiyê bikar anîn. Zerdeşt got: “Me wek ciwanên Êzidî di nava salê de bi dehan çalakiyên ji bo piştgriya gerîla lidarxistin. Di nava vê salê de dû ciwanên me ên Şengalê ji bo li dijî dagîrkeriyê şer bikin berê xwe dabûn çiyayên Azad, Şehîd Agir Tilezêr û Şehîd Delîl Botan ku ji pêkhateyên Ereb bûn û ew şehîd ketin. Em tevahiya şehîdan bibîr tînin û em wek ciwanên Şengalê ji bo em karibin dagîrkeriya dewlet Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin, heya dawî emê li ser şopşa şehîda bin.”

‘Çalakiyên me heya azadiya Rêber Apo wê dewam bikin’

Endamê Rêveberiya Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê Salim Zerdeşt îşaret bi çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan kir û da zanîn ku bê navber ji bo azadiya Rêber Apo ew wek ciwanên Êzidî li ser piya bûn. Salim Zerdeşt got, ” Di nava salê de meş, civîn û semîner têkildarî rewşa Serokatî û tecrîda li Îmraliyê hatin çêkirin. Her wiha konê çalakiyê hate vedan ku 5 rojan dewam kir. Gelê me jî bi hemû hêza xwe piştgirtiya çalakiyên me kir û li Rêber Apo xwedî derketin. Ji bo azadiya Rêber Apo wê çalakiyên me dewam bikin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button