Ji hest û kêliyên rizgarkirina Şengalê
Rojnameger Jînda Asmen a qala kêliyên berxwedana 11 mehan a Şengalê kir, hestên xwe yên roja rizgarkirina Şengalê û bîranînên xwe yên bi rojnameger Nûjiyan Erhan re anî ziman.
Kamışlo – Piştî ferman û jenosîda li ser Şengalê ya 2014’an ku bi hesteke mirov nikare pênaseya wê bike me bi rêya çapemeniyê dîmenên wê temaşe kir. Ewil car di Îlona 2015’an de berê min ket warê Derwêş û Edûleyan. Şengala ku wê demê li ser hemû kevir, şikêr û bêguman li ser xetên rûyên şervanên wê hê bi germegerm şopên fermanê dihat xwendin ji min re mîna sirreke qedîm bû. Mîna ku dixwest ez di nav vê sirrê de vegerim dîroka xwe, ji kevnariya çiyayên wê yên li ser rûyê her şervanekê pêlên dîrokê ku bi dehan Derwêş û Edûleyan re malavaniya berxwedanê kir bixwînim û di nav wê dîroka zindî ya di sedsala 21’emîn de jî mîna fermaneke rûreşiya mirovahiyê ya hat jiyîn, li xwe û wateya xwebûnê bigerim.
Ji bo civakekê ku piştî bi dehan fermanên di dîroka xwe de jiyaye fermanek dijwartir a bi destên çeteyên DAIŞ’ê li ser rabû, di encama wê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, her kolan, her tax, her mal, her riyên ku ber bi çiyayên wê ve diçin, şopên fermanê dihewandin. Sûretên ku li ser dîwara malên xwediyên wê lê nîn in, gulên ku di hewşên malan de çilmisîne ango li ser rêya ku hildikşe ser çiyayên Şengalê, kevirên ku ji bo veşartina zarokên di wê rêyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danin, her kêliya fermanê li ber çavên min zindî dikir. Piştî dîtina min a jinên Şengalî yên ji bo xwe ji destên DAIŞ’ê rizgar bikin berê xwe dabûn çiya, qala vê rojê dikirin û der barê wê rojê de ji min re wiha digotin; “Ew roj me tiştekî nedît. Ji bilî tirsê. Tenê daxwaz û xwesteka me xwegihandina cihên me yên pîroz bû. Lê ew guleya ku ji lûtkeya çiya derket û li seyareya DAIŞ’ê da, ji me re bû hêvî. Ew hêvî me li ser lingan girt.” Ew gule bi destên 12 suwariyên HPG yên ji bo parastinê berê xwe dabûn Şengalê, ji doçkaya pêşmergeyên PDK’ê yên hemû çek û cebilxaneya xwe hiştibûn û reviyabûn, hatibû avêtin.
Şervanên YJŞ’ê bi wêrekiya Zarîfa Ûseyan rextên xwe pêçabûn
Bi çûyîna min a Şengalê re amadekariyên şervanên HPG, YJA-Star û YBŞ-YJŞ’ê ya ji bo rizgarkirina Şengalê dest pê kiribû. Şervanên ku piraniya wan ciwan bûn, bi qasî êşên fermanê yên ku li ser rûyê wan diteyisî bi kelecan û hêzekê mezin a ji rizgarkirina gelek qadên mîna Xanesor, Şîlo û şikandina rêgirtina duyemîn a DAIŞ’ê girtibûn, xwe ji bo rizgarkirina navenda bajarê Şengalê amade dikirin. Jinên Êzidî yên ji bo hildana tola jinên ku di fermanê de hatibûn revandin û yên ku ji bo nekevin destên DAIŞ’ê keziyên xwe bi hev ve girêdabûn û xwe ji zinaran avêtibûn, vê carê ji her demê cudatir bi tîlilî û wêrekiya Zarife Ûseyan rextê xwe xemilandibûn û çekên xwe hilgirtibûn.
Rojnameger Jînda Asmen a bi kamera û pênûsa xwe kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedana 11 mehan a Şengalê ber bi rizgariyê ve bir, bi rojnameger Nûjiyan Erhan re şopand, qala wan rojan û pêşengiya Nûjiyan Erhan kir.
‘Li dijî rastiya xiyanetê civakê bêtir xwe birêxistin kir’
Jînda Asmen bi bîranîna şehîdên ku di berxwedana Şengalê de cih girtine dest bi axaftina xwe kir, ji bo berxwedana bêhempa ya li Şengalê hat jiyîn wiha got; “Rûxmê fermanê û tiştên hatin jiyîn gelê Şengalê xwest hebûna xwe bide avakirin lewre rêxistinbûn û artêşbûna xwe bi biryardarî xwest ava bike. Di nav 11 mehan de hem gelê Êzidî, hem şervanên HPG û YJA-Star’ê, hem jî YPG û YPJ mil bi mil têkoşiyan.”
Rojnameger Jînda Asmen bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirinê ya ku di dîrokê de ji ber nebûna wê civaka Êzidî rastî 72 fermanan hatiye, destnîşan kir ku li dijî fermana 73’emîn a li ser Şengalê rabû civakê piştî dîtina îxaneta hikûmeta Iraqê û PDK’ê vê rastiyê dît ku divê ew xwe birêxistin bike û wiha pêl da gotinên xwe; “Ya rast civakê rastiya xiyanetê dît û êdî bi awayekî cuda mêze kir. Ev tiştekî pir girîng bû. Bi hatin û mudaxelekirina rewşê ya şervanên HPG û YJA-Starê re ev hestên xweparastinê ji nû ve zindî bûn. Li ser vê rastiya ku hat jiyîn civaka Êzidî li ser wê yekê fikirî: Wek civakek, wek Êzidiyek ez li ku me? Dîtin ku ji derveyî wan kesek ji bo wan tênakoşe, kesek azadiyê bi dest naxe. Lewre pêwîstî dîtin ku rêxistinbûna xwe ava bikin. Pêşengî û têkoşîna gerîlayên HPG û YJA-Starê di vê wateyê de ji bo wan bû bingehek pir xurt. Civaka Êzidî çanda berxwedanê ji wan mîna mîrateyek girtin û xwe bi pêş xistin. Di nav 11 mehên berxwedanê de jî li ser vê esasê xwe birêxstin kirin û xurt kirin.”
‘Şengalê bi felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ li ber xwe da’
Li warê ku jin rojê diwelidînin û di hemû danên rojê de tavê silav dikin berxwedan mîna pênaseyeke hebûnê ye, têkoşîneke timî ya li dijî tarîtiyê mijara gotinê ye.
Jînda Asmen got ku ruxmê êşên giran ên fermanê ku hê birînên wê nehatine pêçandin û bi hezaran jinên Êzidî yên dîlgirtî hene, Şengalê bi felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ li ber xwe daye û wiha domand, “Esas ew êşa ku kişandin, ji bo wan bû sedema tolhildan û berxwedanê. Lewre li ser bîrdoziyeke ku ji Rêber Apo girtin rêxistinbûna xwe ava kirin. Di pêvajoyên destpêkê yên piştî fermanê de xwe li çiyayan spartin û şerê xwe yê azadiyê jî bi xwe spartina çiyayên Şengalê bi ser xistin. Bi giştî di dîroka Kurdan de çiya ji bo wan bûne stargeh û cihê xweparastinê. Bi berxwedana ku li ser vê bingehê hat jiyîn di 13’ê Mijdarê de jî Şengalê rizgar kirin. Bêguman berxwedan bi dawî nabe, her çiqas bajar hat rizgarkirin jî berxwedana civaka Êzidî hê didome, hê li hemberî polîtîkayên ku li ser tên meşandin di nav berxwedaneke bêhempa de ye.”
Wê gel hîs kir bi wan re keniya
Ger mirov qala Şengalê û qala rizgarkirina Şengalê bike nabe ku mirov behsa Nûjiyan Erhan neke. Ewil car dîtina min a Nûjiyan Erhan mîna îro li pêş çavên min e. Ne gengaz e mirov di nava rastiya ferman, şer û berxwedanê de ew kenên bedew, ew mêzekirina ku mîna her kesê nas bike dinêre ji bîr bike. Nûjiyan Erhan her kesê nas dikir, kesek ku cara pêşîn dîtibûya mîna kesek ku deh salan pê re mabe jê re dibû hevrê û rêheval.
Jînda Asmen di wan kêliyên berxwedan û têkoşînê de tevî Nûjiyan Erhan rastiyê dişopand, wiha qala bandora wê ya li ser jinên Êzidî dike: “Ji bo hevala Nûjiyan mirov dikare bibêje rastiyan anî ziman, lê divê mirov vê jî bibêje ev rastî çi bûn? Jina ku nikaribû li pêşberî kamerayê bikene, du gotinan bibêje; hevala Nûjiyan wisa kir ku bikaribe bikene, gotinan bibêje. Tiştê ku hevala Nûjiyan ava kir ev bû. Ev şerê tê dayîn bi zimanê jinan çawa tê îfadekirin, wê ava kir. Kamera da destên jinên Êzidî ku ew bi xwe bikşînin. Vaye ev hemû rastî bûn. Jinên Êzidî dîtin ku azadî wisa tê bidestxistin. Hevala Nûjiyan mal bi mal li Şengalê geriya, gav bi gav geriya. Nas bike nas neke li deriyê her kesek dida. Wê gel hîs kir, bi wan re keniya. Vê hîskirin û hezkirinê hişt ku şopeke hevala Nûjiyan her dem li wan deran bimîne.”
Hinek bi kamerayên xwe, hinek bi çekên xwe
Jînda Asmen li ser rizgarkirina Şengalê bi gotinên “Rizgarkirina Şengalê şoreşek bi serê xwe bû” destnîşan kir ku di warê yekbûna hemû kar û xebatan de şoreşek serbixwe bûye, bal kişand ku vîna jinên Êzidî bi wê rizgarkirinê re bêhtir bû xwedî bawerî wiha got: “Di nav vê şoreşê de naskirina vîna jinên Êzidî ya ku di nav şer de derket holê; şoreşek cuda bû. Ya rast di nav şoreşê de şoreşek hat jiyîn. Dema ku Şengal rizgar bû û hinek bi kamera, hinek bi çek em ketin Şengalê moral û hezkirina ku wê kêliyê hat jiyîn bi gotinan nayê ser ziman. Ew kêlî tenê tê jiyîn. Ji cihê ku bi êrîş, kuştin û qetilkirinê tu jê hatî derxistin, tu bi vîn û biryardariyeke mezin û bi keda xwe vedigerî. Ev dilşadiyeke pir cuda bû ji bo gelê me yê Êzidî û ji bo hemû kesên ku ji bo azadî û rizgariya Şengalê li wir têkoşiyan.”
‘PDK’ê hewl da li ser keda civakê rûnê’
Bi çûyîna xwe ya Şengalê re bi qasî hewldanên teyisandina rastiyê, Şengalê wisa kir ku ez jî gelek rastiyan jê fêr bibim. Di rewşeke ku PDK’ê ew civak hişt û reviya, niha jî dixwaze li ser kedê rûnê û tiştên rûdayî ji nedîtî ve bê, ji bo wê ketiye nava hewldanan. Pêşiyên Kurdan ji bo kesên wiha dibêjin; “Rûyê reş hay ji tenî tune ye.” Ev gotin di vê rewşê de tam bersiva herî xurt e.
Jînda Asmen xiyaneta PDK’ê ya li dijî civaka Êzidî jî nirxand got; “Hêzên PDK’ê yên ku di fermanê de xiyanetê li vî gelî kiribûn, di rizgarkirinê de dixwestin li ser keda wî gelî jî rûnin. Lê berxwedana ku li Şengalê hat dayîn nehişt ku careke din ew xiyanet dubare bibe û hêzên ku di fermanê de reviyabûn li ser keda vî gelî rûnên.”
Rojnameger Jînda Asmen careke din pêşengên berxwedana Şengalê bi bîr anî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi berxwedana Şengalê pêşengên pir xurt derketin. Şehîd Bêrîvan, şehîd Berxwedan, Dijwar Şengalî û Zerdeşt Şengalî ji wan pêşengan bûn. Em jî dixwazin şoreşa ku li Şengalê pêk hat xurtir bibe.”
NUJINHA-BÊRÎTAN ZINAR