′Bi parastin û vîna civaka êzidî dê planên li dijî Şengalê bên têkbirin′

Endamê Polîtboruya PADE′ê Hisên Hecî da zanîn ku parastin û vîna civaka êzidî ji planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û PDK′ê bi hêztir in û got: "Komployên bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û têkbirina hêzên parastina Şengalê dê bi bin bikevin."

Di 20 salên borî de pêşdeçûnên dramatîk yên bi lez li Şengalê çêbûn, piştî destwerdana Amerîka li Iraqê di 2003′yan de PDK′ê serweriya xwe li ser Şengalê ferz kir û hewl da civaka êzidî û pêkhateyên din ên li deşta Nînewayê ji hev qut bike.

Piştî wê PDK′ê Şengal radestî DAIŞ′ê kir. Ew yek di dema êrişên çeteyên DAIŞ′ê di 3′yê Tebaxa 2014′an de pêk hat. Di encamê de komkujiyên hovane li dijî civata êzidî pêk hatin. Lê belê civaka êzidî têgîna xweparastinê û şerê gel ê şoreşgerî esas girt.

Piştî planên wan ên hevbeş bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK′ê pêşeng, endamên rêveger û welatiyên civaka êzidî bi balafirên şer û bêmirov û yekser hedef girtin.

Endamê Polîtboruya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî di hevpeyvîneke li gel ajansa diyar kir ku MÎT′ê bi hevkariya PDK′ê komplo û planên bi armanca kontrolkirina Şengalê, têkbirina Rêveberiya Xweser pêk tînin û hêzên parastina civaka êzidî dikin qebûl nakin.

Hisên Hecî da zanîn ku bêdengiya hikumeta Iraqê û têkiliya dagirkeriya Tirk bi Başûrê Kurdistanê re, her wiha bêdengiya dewletên koalîsyonê, NY′yê û NATO′yê hişt dewleta Tirk êrişên li ser Şengalê dewam bike.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Hûn rewşa heyî ya li Şengalê çawa dinirxînin?

Rewşa niha li Şengalê ji aliyên siyasî, ewlehî û civakî ve hinekî bi îstiqrar e, di navbera saziyên ewlehiyê yên heyî de têkilî hene. Her wiha hin lihevkirin û têkiliyên di navbera partiyên êzidî de baş in. Her kes nakokiyên di navbera bernameya partiyan de dizane, her kes li berjewendî û serweriya li rewşê digere ku bibe serkêş.

*Gelo astengiyên niha yên li hember welatiyên Şengalê çi ne?

Ya yekemîn; topbarana dewleta Tirk li ser herêmên Şengalê dewam in, wê jî rewşa siyasî û civakî tevlihev kiriye, bi taybet xebata Rêveberiya Xweser di rewşa rêxistinî û îstîqrarê de.

Ya duyemîn; nasnekirina rêveberiyê, ev jî bandorê li vegera koçberan, pêşkêşkirina xizmetguzarî, avakirina projeyan li Şengalê dike, her wiha berpirsê Nînewayê bi hinceta nenasbûnê û sûdwergirtina ji pereyên ji Şengalê re tên veqetandin, dan û standinê bi rêveberiya li Şengalê re nake.

Ya sêyemîn; destwerdanên derve û hundirîn di kar û barên Şengalê de, wê jî xebata avakirina Şengalê asteng kir.

*Piştî rizgarkirina Şengalê, gelek plan li dijî Şengalê bi armanca bikeve bin serweriya PDK′ê ku di êrişên DAIŞ′ê de dev ji wê berda, pêk hatin. Gelo hûn çawa vê yekê dinirxînin?

Komploya yekemîn, dema ku piştî hilweşîna rejîma Baasê pêşmergeyan û PDK′ê Şengal kontorl kir, pêk hat. Têkiliyên di nava êzidî û pêkhateya Ereb a li derdora Şengalê de xerab kirin û têkiliya Şengalê bi hikumeta navendî re qut kir. Komploya duyemîn jî di 3′yê Tebaxa 2014′an de pêk hat, hîna jî plan û komplo dewam dike. Her komplo û siyaset ji hev cuda ne. ev nakokî ji bo herêm bikeve bin serweriya wan pêk tên. Lê vîna şêniyên Şengalê ji qirêjî û planên wan ên sosret bi hêztir in.

*Piştî rizgarkirina ji DAIŞ′ê gelek pêşdeçûn li Şengalê çêbûn û welatiyên wê rêveberiya xwe ya xweser cara yekemîn di serdema nû de ragihand. Lê ev pêşdeçûn hemwextî êrişên dewleta Tirk ên 2017′an pêk hatin. Gelo armanc û hedefên dewleta Tirk li Şengalê çi ne û kî dewleta Tirk di vê yekê de destek dike?

Piştî rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ′ê, pêşdeçûnên berbiçav û baş li ser erdê pêk hatin; ji avakirina Rêveberiya Xweser û hemû daîreyên xizmetguzariyê, mîna şaredarî, tenduristî, perwerde, projeyên xizmetguzariyê, ji aliyekî din jî hêzên leşkerî û ewlehî hatin avakirin; mîna YBŞ, YBŞ-Jin, Hêzên Asayîşa Êzidxanê hatin avakirin. Hemû li gorî taybetmendiyên xwe ji bo herêmê dixebitin û şênî bi wan hêzan bawer in.

Cara yekemîn di dîrokê de, êzidî mafên xwe distînin û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Mîna min bi bîr xistiye, di 2017′an de pêşmergeyên Roj tevî hêzên dewleta Tirk êrişî Rêveberiya Xweser a Şengalê kir, bi taybet gundê Xanesorê, da ku vê tecrûbeya nû têk bibin, siyaset û hegemoniya xwe careke din li ser Şengalê ferz bikin. Lê rastî berxwedana lehengane ji hêla hêzên heyî ve hatin. Ev komplo hatin têkbirin. Lê piştre dewleta Tirk bi balafiran êriş hemû herêmên Şengalê kirin, gelek fermandar hedef girtin û şehîd xistin. Lê parastin, vîn û lehengî ji planên wan ên qirêj bi hêztir in.

Li gorî kî destekê dide dewleta tirk, bêdengiya hikumeta Iraqê û têkiliya wan bi herêma Kurdistanê re, her wiha bêdengiya dewletên koalîsyonê û NY′yê û heta NATO′yê van hêmanan bi giştî hişt dewleta Tirk di êrişên li ser Şengalê de dewam bike.

*Di 3′yê Mijdarê de, Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek ji raya giştî re da, tê de got planeke qirkirinê li dijî Şengalê heye, tê de MÎT′a tirk û PDK′ê hevkar in. Gelo hûrgiliyên vê planê û armancên wê çi ne?

Ev ne daxuyaniya yekemîn e, gelek daxuyanî ji aliyê Şengalê ve hatin dayîn, bi dehan xwepêşadan, meş, prostesto, hevdîtinên bi şandeya NY′yê, rêxistinên navneteweyî re heta bi lêvegerên olî re hatin lidarxistin. Lê ev hemû bê bersiv man û tu tevgerek li ser erdê pêk nehatin.

Belê, MÎT′a Tirk bi hevkariyê bi aliyên ji El Partî ve xwedî roleke mezin di pêkanîna komplo û planan de ne û armanca wan binkeftina vê serkeftina li Şengalê ye.

Lê li gorî armancan, ew pir eşkere ne; serwerîkirina herêmê, têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser û neqebûlkirina hebûna hêzeke parastina êzidiyan dike, ye.

*Çima hikumeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê bê deng e?

Ya yekemîn; bêdengî nîşaneya razîbûnê ye û hemû hikumetên Iraqê yên hatine, tu bernameyeke hikumetê ya rêvebirina dewletê û parastina wê tune bûn, ew hikumetên parvekirin û dizîna malên gel bûn, bi hestiyarî ber bi parastina dewletê ve nediçûn. Li kêlek wê jî ajandeyên navneteweyî bandor li xebatên wê dikin hene, ji ber ew ne xwedî biryar e, zextên Amerîka, dewleta Tirk û Îranê l iser hene. Di pirî caran de daxuyaniyên şermokî ji hêla wê de tên dayîn. Tu hêviyên me ji wê tune ne.

*Di 9′ê Cotmeha 2020′an de bi sponseriya dewleta Tirk lihevkirineke di nava hikumeta Kazimî û PDK′ê de bêyî li gelê Şengalê vegerin, hate îmzekirin. Gelo hûn çawa li vê lihevkirinê dinêrin û armancên paşperdeyê yên vê çi ne?

Ev lihevkirin siyasî bûn û li ser hesabê qirkirina êzidî û herêmê bûn. şêniyên Şegalê û şêniyên deşta Nînewayê ji hemû pêkhateyan ev lihevkirin û peyman bi tundî red kirin. Sedema sereke ya redkirinê nebeşdariya şêniyên Şengalê di vê biryarê de bû, heta aliyên hikumetê jî ev lihevkirinê red kir, bi taybet Çarçoveya Hemahengiyê û fermandarên Heşid El Şebî. Em vê peymanê heta guhartin çênebe, qebûl nakin.

Divê bendên vê peymanê li gorî vîna şêniyên Şengalê were guhartin û ne ferzkirin be. Peymana hate îmzekirin, bi erêkirina dewleta Tirk û Amerîkayê bû. Bangên ji bo qebûlkirinê dewam dikin û em jî red dikin. îhtîmal e hin rûniştin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta nû de têkildarî mijarê hebin.

*Hêviyên ji hikumeta nû ya Iraqê çi ne, gelo têkilî pê re hene?

Bi awayekî eşkere, me tu xêr ji yên berê nedîtin, lê belê em ji vê hikumetê hêvî dikin ku bernameya xwe li hember şêniyên Şengalê biguhere.

Rewşa li Iraqê tevlihev e, hin astengî li pêş hikumeta nû hene, îhtîmal e serdan ji Bexdayê re di vê demê de çêbin, lê em li benda xebata hikumetê ne.

ANHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button