Kaniya Pîrexayê ya Şengalê bi sedsalan bûye çavkaniya çandiniyê 

Li Geliyê Kersê yê Şengalê, kaniya Ava Pîrexayê hişk bûye, lê kaniya heskirina Êzdiyan a ji bo Çiyayê Şengalê her wekî xwe ye. Kalemêrên Çiyayê Şengalê gotin wan tu carî nedîtiye ku ev kanî zûha bûyî û wiha lê zêde kirin: ‘‘Bav û kalên me bi sedsalan bi vê avê çandinî kirine, av nemaye lê em her ji çiyayê xwe hez dikin.’’

Çiyayê Şengalê di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana Êzidiyan. Di hemû deman de Êzidiyan, di nav gelî û newalên çiya de jiyana xwe bi çandiniyê derbaskirine. Tevî ku li çiyayan çandinî zehmet bûye jî lê girêdanbûna Êzidiyan bi çiyayê Şengalê ve bê sînore. Li seranserî Çiyayê Şengalê bi dehan kaniyên avê hebûn û ava wan ji bo rez û baxan dihate bikaranîn. Lê niha piraniya van kaniyan zûha bûne. Yek ji van kaniyan jî kaniya Pîrexayê ye ku dikeve Geliyê Kersê. Ev kanî zûha bûye, lê kaniya hezkirina  Êzdiyan a ji Çiyayê Şengalê re her wekî xwe maye.

Li gorî agahiyên me ji xelkê Gundê Kolika girtine, ji beriya sedsalekê zêdetirî hezar malbatan li ber kaniya Pîrexêyê karê çandiniyê dikir. Lê niha ava kaniya Pîrexayê ji bo çandiniyê têrê nake. Ev jî bûye sedem ku beşek ji xelkê herêmê dest ji çandiniyê berde. Her wiha ji ber kêmbûna avê jî êdî tûtin û hêjîrên Kersê wek beriya çend salan peyda nabin.

‘Bav û kalên me bi avê çandinî kirine’

Mam Xelef 75 salên temenê xwe di hembêza Çiyayê Şengalê de derbaskiriye. Ne bi fermanan û ne jî bi êrîşan ew ji Şengalê dûrneketiye. Mam Xelef dibêje bav û bapîrên wî jî her li wir mezin bûne û heya dawiya temenê xwe li ser vê axa pîroz jiyan kirine û wiha dest bi çîroka xwe kir: “Karê me her dem çandinî bû û ava me ji kaniya Pîrexayê bû. Di temenê xwe de min nedîtiye û nebihîstiye ku ava vê kaniyê bi vî awayî çikiyabe. Nebûna avê bandorek mezin li ser jiyana me û karê çandiniyê dike. Rez hişk bûne û av nemaye. Lê tevî vê yekê jî em ji çiyayê xwe hez dikin û em dest ji çiyayê xwe bernadin. Hebûna me di vî çiyayî de ye.’’

Bi sedsalan ev kanî sûd daye bi hezaran malbatan

Mam Xelef dide zanîn ku beriya niha zêdetir ji hezar malbatî ji ava vê kaniyê sûd wergirtine û wiha behsa rewşa heyî dike: “Niha av nîne lê dîsa jî em jiyana xwe berdewam dikin, av hebe yan jî nebe emê her li vir bijîn ji ber ku bav û kalên me jî li vî çiyayî xwe û jiyana xwe parastin e. Em dizanin dema em ji çiyayê Şengalê dûr bikevin û berê xwe bidin derve emê nemînin.”

Di dewama gera xwe ya li Geliyê Kersê de, li rexa rê me kalek dît ku karê tûtinê dikir. Dema me li destên wî meyze dikir xuya bû ku wî ji bo jiyana xwe û malbata xwe gelek ked daye, ev yek ji lênêrîna destên wî yên westiyayî dihat dîtin. Mam Eliyas ku temenê wî zêdetir ji 65 salan e, wekî xortekî kar dike û şidên tûtinê çêdike. Çiqasî wî nedixwest li ber çavên kamerayê bi axive jî lê dîsa bi zimanekî xweş em pêşwazî kirin û kêm jî be ji me re behsa karê xwe û bandora hişkbûna kaniya Pîrexayê kir.

‘Ti carî kaniya Pîrexayê hişk nebûye’

Mam Eliyas qala sûdên ava kaniya Pîrexayê dike û diyar kir ku di salên borî de her ava kaniyê zêde bû lewra her kesekê dikarî çandiniyê bike û wiha pê de çû: “Em pir kêfxweş bûn her kesekî dikarî çandiniyê bike. Malên ku ji dema fermanê ve xwe li vir bicihkirine debara xwe li ser vî karî dikirin. Bi sedan salan e malbata me li vê deverê bi karê tûtinê re mijûlbûne. Ji bo tûtinê gelek av lazim e lê ji ber ava kaniya Pîrexayê nemaye, tûtina me jî wek salên din negehiştiye. Me tu cara nedîtiye ku ava vê kaniyê hişk bûyî. Em di wê baweriyê de ne ji ber nebûna baranê û hişkesaliyê ava kaniyê hişk bûye.’’

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN -ŞENGAL

Show More
Back to top button