Rêveberiya Xweser a Şengalê: Pilan û êrîşên liser Şengalê bi hevkariya PDK’ê ne
Desteya Rêveber a Şengalê têkildarî mijararên dawî, rewşa Iraqê û êrîşa li ser Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de da hat gotin ku êrîş û pilanên liser Şengalê bi desteka PDK’ê tên kirin.
Desteya Rêveber a Şengalê liser geşedanên dawî li Şengalê û Iraqê civiya. Piştî civînê Desteya Rêveber li ser pilanên PDK’ê ên liser civaka Êzidî, êrîşên dewleta Tirk ên li Ser Şengalê daxuyanî da.
Daxuyanî li Komalgeha Borik hate dayîn. Beriya daxuyaniyê Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên axaftinek kir. Di serîde êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê şermezarkir û got: “Ev aloziyên li Şengalê derdikevin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê pilanên PDK’ê û dewleta Tirk in. Berê gelê me dan koçberiyê û bi provakasyonan dixwazin Şengalê ji gel vala bikin. Emê heya dawiyê li ser xeta Şehîda bin û hemû pilanên li ser civaka xwe têk bibin.”
Piştî axaftina Azad Hisên li ser navê Desteya Rêveber a Şengalê daxuyanek ji aliyê Endamê Meclisa Xweseriya Şengalê Xwedêda Berekat ve hate xwendin.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê wihaye;
“Rewşa Iraqê ev demeke dirêje lawaz bûye û berû xerabûnê diçe , piştî helbijartinê sala derbasbûyî ev nêzî salekê ye diyare Iraq nikare hikumeta xwe avabike û seweriyê li axa Iraqê bike.
Ji wê demê de rojane nakokî di nava aliyên siyasî de derdikevin, rojane itifaqên cuda cuda derdikevin, heta vê dema dawî Sedir li dijî hemo gruban derket û heta îro berdewam şerê siyasî heye. Ya din jî ne diyare rewşa Iraqê wê bigihe kîjan astê. Dibe şerekî navxweyî di Iraqê de derkeve û Iraq ber bi rewşeke cuda biçe.
Li heman demê de em dibînin siyaseta li ser Êzidiya tê meşandin ji ealiyê Tirkiye û mala Barzanî ve piştî sala 2014 an û hatine DAIŞ û miletê me li xiyaneta mala Berzanî de bi cenosayîdek re rû bi rû ma. Roj bi roj ev siyaset zêde dibe û nahêlin gelê Şengalê aram jiyan bike.
Ji xwe hûn zanin di nava 4 sala de pêşmerge 2 cara ji Şengalê revîn û gelê me bê parastin hêlan û dixwestin îrade û vîna gelê Êzidî bi wî awayî bişkênin, lê gelê me piştî avabûna meclisa xweser û pêre sazî û meclis û hêzê wê yê eskerî bi berxwedaniyeke mezin li ber xwe dan û çiyayê şengalê û gelê wê ji dijmin û neyara parastin. Ev bû kelemek û derdeke mezin li çavê dijmin de û bi taybet mala Berzanî ji ber tiştê wan dixwest pêk nehat.
Lê her dest ji lîstokên xwe yên qirêj û siyaseta xwe ya bi gemar bernedane û lawazbûna hikumeta Iraqê li serdema Kazimî de ji xwe re derfet dîtin û tifaqa 9 Cotmehê li wê demê bi Kazimî dane îmza kirin. Da ku Êzidiya û dewleta Iraqê ji hev re bikine dijmin û nehêlin Êzidî vegerine ser cih û warê xwe.
Lê her dema siyaseta wan vala derdikeve senaryoyek nû li ser Êzidiya didine meşandin, nizanîn çima evqas kerb û kîna Êzidiya di dilê mala Berzanî de ye.
Ya herî dawî jî tecawîzkirina Axîna 6 salî, kuştina wê û babê wê bû ku bi şeklek hovane pêkhat.
Em vê yekê ji senaryoyên beriya niha cûdatir nabînin. Em dibînin tiştên DAIŞ’ê nekarîn bikin, bi destê desthilatdariya PDK’ê tên kirin. Armanc ewe ku berê gelê Êzidî bidin koçberiyê. Ev jî berdewamiya fermanê ye û dixwazin Êzidiya ji bîr û baweriyê wan dûr bikin.
Lê diyare Mîr û Meclisa rohanî ne li vê ferqê de ne yan heke vê dibînin jî dixwazin çavê xwe bigirin û Êzidiya teslîmî mala Berzanî bikin.
Kombûna li 28’ê mehê di Lalişa pîroz vê diyar dike di wir de axaftinên Mîr heke dibêje emê çine Bexdayê û emê itifaqa 9’ê Cotmehê bi Bexdayê bidin qebûlkirin. Lê ev tiştek gelek balkêşe Mîr û kesayetê li dura mîr behsa Cenosayîd û xiyaneta pêşmerge nekirin û negotin emê çin li Bexdayê dozê vekin û kesê bûne sebebê fermanê bidin dadgehê.
Lê eve dixwazin bi destê Êzidiya fermana li Êzidiya rakin û li wî demî ev tifaq bi fermana li bin navê qanûnê de me dabû diyar kirin .
Lê diyare dixwazin Mîr û Babe Şêx û Meclisa Rohanî bikine perçek ji pêkanîna vê fermanê. Da Êzidî xwe bi xwe li dijî yek derkevin û dewrê wan yê rohanî nemîne, gelek cara sivkatiyê wisa bi meclisa rohanî kirîne. Mînaka wê dema agir bi kampa dikeve û meclisa rohanî dibine wir û dibêjin xwesteka meclisa rohanî biloka ji wan re bîne.
Ev kombûn ji aliyê me ve tê redkirin û kesayetê ji Şengalê têde amade bûyîn nûnertiya gelê Şengalê û Rêveberiya Xweser nakin.
Em hêvî dikin Babe Şêx û meclisa rohanî û Hazimê Tehsîn beg neyîne vê lîstoka partî û dewleta Tirk û xelkê Şengalê nekine dijminê xwe.
Wextê tecawizî li ser nirxê me bête kirin helwesta me wê helwesta Êzidiyê fermana Firîq paşa be, çawa li wî demî Êzidiya bi gotina Mîrza beg nekiriye îro em ê jî bi ya Hazim Beg û kesên li dora wî nekin.
Di dawîyê de jî em banga xwe digehînin Êzidiya dev ji koçberiyê berdin û li axa kal û babê xwe xwedî derkevin. Xweda em li ser vê axê dane bila mirina me jî li ser vê axê be.”
ROJNEWS-ŞENGAL